Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Cudabûnên nû nav Tehrîr el-Şam derdikevin ligel destjikarkêşana lîderekî

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Endamine Lîwayên Ibin Teymiya li bajarokê Daret Iza li gundewarên rojavayê Helebê di hefteya borî de şerê Tehrîr el-Şam kirin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Endamine Lîwayên Ibin Teymiya li bajarokê Daret Iza li gundewarên rojavayê Helebê di hefteya borî de şerê Tehrîr el-Şam kirin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Cudabûnên nû nav rêzên hevbendiya Tehrîr el-Şam derketin, ku jêr destê Eniya Nusra ya berê ye, li gundewarên rojavayê parêzgeha Helebê, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Cudabûn ji encama nakokiyên cidî navbera lîderiya girûpê û endamên ji Lîwayên Ibin Teymiya li bajarokê Daret Izza hat, wan got, û hevdem in ligel xwepêşandanên cemawerî li dijî Tehrîr el-Şam û herwiha ligel destjikarkêşana lîderê wê.

Lîwayên Ibin Teymiya, ku di Tîrmehê de tevlî Tehrîr el-Şam bûn, roja Yekşemê (1ê Cormehê) ragihandin ku ew bi temamî ji hevbendiyê cuda bûne, çalakvanê medyayî Fêsel Ehmed ji Helebê ji Diyaruna re got.

Ew lîwa devereke yekcar girîng li gundewarên rojavayê Helebê kontrol dikin, bi taybetî bajarê Daret Izza, wî got.

Xelkê Daret Iza li gundewarên rojavayê Helebê li dijî hebûna Tehrîr el-Şam li deverên xwe di 1ê Cotmehê de xwepêşandanekê lidar dixin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Xelkê Daret Iza li gundewarên rojavayê Helebê li dijî hebûna Tehrîr el-Şam li deverên xwe di 1ê Cotmehê de xwepêşandanekê lidar dixin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Roja Suşemê, Tehrîr el-Şam Daret Iza kontrol kir piştî ku bajarok dorpêç kir û lîwa neçar kirin ku hemû cihên xwe teslîm bikin.

Şerekî çekdar navbera herdu aliyan derket di hefteya borî de piştî ku endamên Tehrîr el-Şam li deverên li jêr kontrola lîwayan bicih bûn û hewl dan ku yek ji berpirsên wan, bi navê Ebad Findo, bigrin.

"Rewş roja Yekşemê bilez xirabtir bû piştî ku dewriyeke ewlehî ya Tehrîr Şam Şêx Osama Şennaq girt," Ehmed, ku berpirsekî îdarî ligel Lîwayên Ibin Teymiya ye, got.

"Ev girtin bû sedema derketina pevçûnên belawela û xwepêşandanên ku li bajarê Daret Iza derketin û daxwaza derketina hertimî ya endamên Tehrîr el-Şam ji deverê kirin," wî got jî.

Cudabûn û guhertin bûne bela serê Tehrîr el-Şam

Ketîbeyên Ibn Teymiya koma sêyem e ku cudabûna xwe ji hevbendiyê ragihand ji dema damezirandina wê di 28ê Kanûna Dûyemê de, piştî Nûredîn Zenkî û Ehrar el-Şam.

Çendînşêxên navdar jî xwe ji hevbendiyê vekişand, di nav wan de şêxê Siûdî Ebdula Muheysinî, ku endamekî damezrêner ê Tehrîr el-Şam bû, ligel Muslih Elyanî.

Herwiha roja Yekşemê, Tahrîr el-Şam ragihand ku lîderê wê Ebû Cabir Şêx dest ji posta xwe berda.

Ebû Cabir Şêx, ku serokê berê yê Ehrar el-Şam bû, xwe kiribû fermandarê giştî yê Tahrîr el-Şam piştî damezirandina wê di Kanûna Duyem de. Ew dê niha serokatiya encumena şûra ya hevbendiyê bike, girûpê di daxuyaniyekê de got.

Ebû Mihemed Colanî, lîderê Eniya Nusra û fermandarê giştî yê Tehrîr el-Şam, dê niha serokatiya hevbendiyê bike, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500