Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD nexweşxaneya Reqa ya di destê DAIŞ de dorpêç dike

AFP

Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nêzîkî nexweşxaneya navendî ya Reqa di 1ê Cotmehê de bicih bûne. [Bulent Kilic/AFP]

Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nêzîkî nexweşxaneya navendî ya Reqa di 1ê Cotmehê de bicih bûne. [Bulent Kilic/AFP]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Yekşemê (1ê Cotmehê) li endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) teng dikirin ku li nexweşxaneya niştîmanî ya Reqa asê mane, ku yek ji cihên dawî yên di destê DAIŞ de ye li bajar, AFP ragihand.

Hevbendiya Kurdî-Erebî DAIŞ ji nêzîkî 90% ji bajarê li bakurê welat derxistiye lê endamên rêxistinê hîn molgehekê li navenda Reqa kontrol dikin.

Kêmtirî 150 metiran li rojavayê nexweşxaneyê roja Yekşemê, şervanên QSD li qata çarem ji avahiyeke ku zerer gihayê û dikeve ser nexweşxaneyê û xeta temasê ya navbera herdu aliyan.

Bi berdewamî, wan fîşek berdida avahiya mezin piştre bi baldarî çavdêrî dikirin daku bizanin çavkaniya agirê ku bersiva wan dide kûder e.

"Em ji dawiya Reqa nêzîk bûne," Emced Siryanî, fermandarekî xwecihî ligel Encumena Serbazî ya Siryanî, got.

Du cih mane: Stadyum û çend avahiyên derdorê, û nexweşxaneya niştîmanî, wî got.

Siryanî, yê 28 salî, got ku cihê wî nêzîkî 120 metran ji nexweşxaneyê dûr e ku li wir nîşangirên DAIŞ jî çavdêriyê dikin.

"Yek ji hevalên me fîşekeke nîşangirekî di lingê xwe de xwar. Me karî ku em cihê hatina fîşekê destnîşan bikin û teqeyê lê bikin," wî got.

Şervanên QSD û DAIŞ rokêt û topên hawinê tevahiya roja Yekşemê diavêtin hev, û çendîn êrîşên asmanî ji aliyê balafirên hevpeymaniyê ve li bajar dihatin bihîstin.

Şervanên Kurd û Ereb li derdora nexweşxaneyê li çendîn avahiyên çend-qatî bicih bûne, gelek ji wan heykelên vala yên çemento ji kompleksên niştecihbûnê ne.

Zarok weke mertalan tên bikaranîn

Armanca QSD, li gorî şervanên wê, îzolekirina nexweşxaneya di destê DAIŞ de bû ji stadyumê heta bi li bakurê-rojavayê bajêr, lê wan hîn êrîşî çi cihekî ji wan nekiriye.

"Sedema ku me hîn êrîşî nexweşxaneyê nekiriye ew e ku sivîl li wir hene," Siryanî got, ê ku got ku wî dît endamên DAIŞ zarokan weke mertalên mirovî li nêzîkî kompleksê bikar tanîn.

Li cihekî nêzîk, şervanê QSD Mihemed Selûm got ku ew gelek caran dihat erkdarkirin bi çavdêriya nexweşxaneyê bi şev û got ku wî dengê zarokan dikir ku di mal de digrîn.

"Em çavdêriyê dikin û li benda fermanê ne ji bo derbasbûna nexweşxaneyê. Eger me dît ku tu kes ji wir derdikeve, ew mirî ye," şervanê xort ji AFP re got.

"Dema ku em nexweşxaneyê kontrol bikin, êdî mesele bidawî hat. Ew girîng e ji ber ku gelek çekdarên DAIŞ lê ne."

Hevpeymaniya navdewletî got ku ew û QSD agahdar in ji raportên ku dibêjin sivîl di mal de weke mertalên mirovî tên bikaranîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500