Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Iraq alîkariyê ji qurbaniyên bazirganiya bi mirovan re zêde dike

Xalid Taî

Jin û zarokine Êzîdî li benda wergirtina alîkariyê ne di wêneyeke ku 29ê Gulana 2016an hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Komeleya Şingal bo Alîkarîkirina Sêwiyan hatiye wergirtin]

Jin û zarokine Êzîdî li benda wergirtina alîkariyê ne di wêneyeke ku 29ê Gulana 2016an hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Komeleya Şingal bo Alîkarîkirina Sêwiyan hatiye wergirtin]

Hikûmeta Iraqî bo pêşkêşkirina guhdan û alîkariyê ji qurbaniyên bazirganiya bi mirovan re kar dike, di nav wan de jin û zarokên Êzîdî yên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatin revandin, kolekirin û firoştin.

Di 6ê Îlonê de, hikûmetê projeyek qebûl kir ji bo guhdana bi van kesan, li gorî Biryara hejmar 28 ji sala 2012an, ku banga tedbîrên nû dike derbarê tawana bazirganiya bi mirovan û guhdana bi qurbaniyên wê.

Komîteyeke hevbeş a hikûmetê, ku ji nûnerên wezaretên kar, hundir û tenduristiyê û Komîsyona Bilind a Mafên Mirov pêk tê, bi karkirina li ser pêkanîna projeyê hatiye erkdarkirin .

"Diviyabû her dezgeheke [hikûmetê] ximzetan pêşkêş bike ji bo parastin û guhdan bi kesên ku qurbaniyên bazirganiya bi mirovan in," Ebîr Çelebî, seroka Rêveberiya Guhdan bi Jin û Zarokan di Wezareta Kar de, got.

Rêveberî berpirs e ji "pêşkêşkirina xizmetên sosyal ji van kesên mexdûr re, û tiştê herî girîng peydakirina penageheke ewle û pêşkêşkirina guhdaneke tam e", wê ji Diyaruna re got.

Penagehek dê li Bexdayê were vekirin

Wezareta Kar plan dike ku penageha xwe ya yekem li Iraqê veke ji bo qurbaniyên bazirganiya bi mirovan ên ku tu kesûkarên wan nînin daku wan vehewîne, Çelebî got.

"Penageh dê nêzîk li Bexdayê were vekirin," wê got. "Ev gava yekem e ji bo vekirina penagehên weke wê li hemû parêzgehan, ku dê xelk sûdê ji atmosfêreke ewle û piştgirî û guhdana hikûmî werbigrin."

Tu hejmarên fermî derbarê hejmara qurbaniyên bazirganiya bi mirovan nînin.

Lê hêzên ewlekarî "hejmareke mezin ji jin û zarokan li Mûsilê dîtin piştî rizgarkirinê, ku piştrast kirin ku çekdarên DAIŞ bazirganî bi wan dikirin", wê got, anî ziman ku "gelek hîn nepenî ne".

"Me herwiha haletine bazirganiyê bi mirovan ji aliyê çeteyên pispor d pêkanîna tawanên wisa de qeyd kirine," wê got jî.

"Ev pirsgirêkeke ciddî ye," wê got, û bang li hemû dezgehên hikûmî û nehikûmî kir ku pirsgirêkê çareser bikin û alîkariya qurbaniyan bikin.

Çareyên bibandortir pêwîst in

Parlementera Iraqî Eşwaq Caf ji komîteya mafên mirov a parlementoyê tekezî kir li ser pêwîstiya dîtina çareyên bibandortir ji vê pirsgirêkê re, ya ku weke yek ji mezintirîn tehedayên li pêş hikûmetê di qonaxa bê de wesif kir.

Wê bang li pêdaçûn li Qanûna hejmar 28 a sala 2012an kir, daku bibandortir be di rêgirtin li bazirganiya bi mirovan de.

Wê herwiha daxwaz kir ku hewlên zêdetir werin dayîn ji bo girtin û darizandina kesên ku destê wan di bazirganiya bi mirovan de heye, daku li pêş edaletê bisekinin.

Divê her hewl were dayîn ji bo vegerandina mafên qurbaniyên bazirganiya bi mirovan û alîkariya wan ku zehmetiyê derbas bikin û dest bi jiyaneke nû bikin, wê got jî.

DAIŞ gelek kiryarên kirêt li dijî jin û zarokên Êzîdî pêk anîn û ji wan kirîn û firotina wan, serokê komîteya mafên mirov di encumena parêzgeha Nînewa de Xezwan Hamid got.

Gelek esîr hatin berdan, wî ji Diyaruna re got, anî ziman ku "cih û kamp li bajarê Mûsilê û bajarokê Şêxan hene ku van qurbaniyan werdigrin û dihewînin".

Qurbaniyên bazirganiya bi mirovan guhdanê werdigrin ji aliyê wezaretên kar û koçberan, wî got, lê hîn bi hewceyî piştgiriyê ne daku jiyana xwe baştir bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500