Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ li kampa Yermûk rastî revê û dijderketinê tê

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Kolaneke nîv-vala li kampa Yermûk nîşaneke alozî û pevçûnên vê dawiyê ye navbera "Dewleta Îslamî" û kesên jê cuda bûne, li gorî çalakvanekî Sûrî. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Kolaneke nîv-vala li kampa Yermûk nîşaneke alozî û pevçûnên vê dawiyê ye navbera "Dewleta Îslamî" û kesên jê cuda bûne, li gorî çalakvanekî Sûrî. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Girûpine ji çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li û derdora kampa Yermûk a penaberên Filestînî li Şamê bicih dibûn rastî herifînê tên ji encama dijderketin û cudabûnên zêde, çalakvanekî xwecihî got.

Hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞ dest ji rêxistinê berdan, wî got, û yên mayî jî nikarin deverên ku berê kontrol kiribûn bigrin.

"Rêxistina DAIŞ li Yermûk û deverên derdorê di rojên dawî de rastî dijderketineke mezin di nav endamên xwe de tê," şêniyê kampê û çalakvan Beha Sahilî got.

Cudabûn bo nav grûpên li herêmê tê kirin, ligel hejmareke mezin ji haletên revê, wî ji Diyaruna re got.

Xaleke pişkinînê ya "Dewleta Îslamî" li yek ji dergehên kampa Yermûk a penaberên Filestînî li başûrê Şamê hatiye danîn. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Xaleke pişkinînê ya "Dewleta Îslamî" li yek ji dergehên kampa Yermûk a penaberên Filestînî li başûrê Şamê hatiye danîn. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Rêyeke ku digihîne deverên kampa Yermûk ên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" xuya dike ku bi kîsên qumê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Rêyeke ku digihîne deverên kampa Yermûk ên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" xuya dike ku bi kîsên qumê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Vê yekê aloziyên li deverên li jêr kontrola rêxistinê zêde kirin, wî got, di demekê de ku DAIŞ tedbîran tundtir dike ji bo xurtkirina kontrola xwe di nav kampê de.

Pêla cudabûnan destpê kir piştî ku hinek grûpên opozîsyonê lihevkirinek ligel rejîma Sûriyê pêk anîn ji bo biçin bajarê Idlib û Cerablus li parêzgeha Helebê, Sahilî got.

Piraniya van girûpên opozîsyonê li kampê û devera Qedem li başûrê Şamê bicihkirî bûn, wî zelal kir.

Vê yekê endamên DAIŞ han da ku dev ji cihên xwe berdin li beşê Hecer Eswed ji kampê û berê xwe bidin Qedem, weke hewlekê daku ji herêmê birevin di nav kesên ku bo derveyî kampê tên veguhestin, wî got.

Van cudabûnan alozî li kampê zêde kirin û bûn sedema şerê navxwe nav endamên DAIŞ ên mayî, cudabûyiyan û girûpên din, ku ev şer li kolana Selasîn, kolana Filestîn û çarêya Şuheda gur bû.

"Endamên DAIŞ hemû rêyên ji Hecer Eswed bo devera Qedem girtin weke hewlekê ji bo rawestandina cudabûn û dijderketinan," wî got jî.

Operasyonên tund nav kampê

Vê dawiyê, Sahilî got, DAIŞ emîrekî nû danî, ku qaçaxçiyekî Filestînî yê bi navê Ebû Îz Dehman e, ji bo serperiştiya çekdarên xwe li kampa Yermûk.

Destnîşankirina Dehman bi armanca xurtkirina penceya rêxistinê li kampê û rêgirtin li cudabûna endamên wê bû, Sahilî got.

Wî hewl da ku kontrola rêxistinê dîsa xurt bike bi rêya operasyonên tund li dijî şêniyên kampê, ku destpêkê nehiştina çûna xwendekaran bo dibistanên li deverên derveyî kampê li xwe digirt.

Ev yek ji ber ku dibistanên li bajarokên Beyt Sehm, Babila û Yelda, ne di destê DAIŞ de ne û programa wê ya xwendinê fêr nakin, Sahlî got.

Lê belê, dema ku xwepêşandan derketin, Dehman ji biryarê vegeriya, û li şûna wê rê li xwendekaran girt ku materyalên xwendinê yên ku rêxistin weke "gumanlêkirî" dibîne û li derveyî fehmkirina wê ya tund ji şerîetê re ne bixwînin, wî got.

Hîn xwendekar rojane rastî pişkinînê tên li xalên kontrolê yên rêxistinê li ser rêya bo dibistanê û rêya vegerê jî, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500