Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

DAIŞ gelek erd li cîyayên Hemrînê yên Iraqî ji dest da

Xalid Ta'î

Leşkerên Iraqî li çiyayên Hemrînê belav dibin weke beşekî ji operesyona serbazî daku li endamên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) bigeren. [Rûpela Facebookê ya Fermandariya Polîsa Diyalayê hatiye wergirtin]

Leşkerên Iraqî li çiyayên Hemrînê belav dibin weke beşekî ji operesyona serbazî daku li endamên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) bigeren. [Rûpela Facebookê ya Fermandariya Polîsa Diyalayê hatiye wergirtin]

Penageheke ewle ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li çiyayên Hemrînê nema peyda dibe, raport tekez dikin ku kampanyayên serbazî yên zexm û êrîşên asmanî yên wan dikin armanc hiştin ku ew belawela bibin ku tu cih nebe xwe tê de veşêrin.

DAIŞ sûd ji kendûkozên tund li deverê girtin daku li erdeke fereh belav bibin di navbera parêzgehên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê, û xwe veşêrin û ji veşartgehên xwe êrîşî bajarên herêmê bikin.

Rêxistinê demeke dirêj hewl daye ku xwe bigihine çiyayên Hemrînê, ji ber ku kendûkoz û himbizbûna baxan li deverê wê dikine cihekî baş ji çekdaran re ji bo xwe veşêrin û careke din xwe bidin hev, afserê medyayê yi polîsê Diyalayê got.

"Lê belê aniha ew nema penageheke ewle ye ji çekdaran re, bi taybet ji wan çekdarên ku ji şerên rizgarkirinê direvin," wî ji Diyaruna re got.

"Hêzên me, bi hevahingiya Fermandariya Operesyonên Dicleyê, artêş û şervanên xwecihî, dest bi operesyonên serbazî kirine daku herêmê ji terorîstan paqij bikin û kamp û veşartgehên wan wêran bikin," wî got.

Van operasyonan "serkeftinên mezin cîbicî kirin", wî anî ziman.

Peydabûna ewlekarîyê li Hemrînê

"Operesyona herî dawî di 9ê Îlonê de qewimî, dema me karîbû em 14 terorîstên ku kemerên teqîner li xwe kiribûn bikujin û çar veşartgehan û cihên ji wan re tê gotin malên mêvanan biteqînin, ên ku bikar tanîn daku xwekujan amade bikin," Etiya got.

Hêzên ewlekariyê gelek deverên Hemînê dane ber xwe, ji Îmam Wês heta Neft Xana li bakur û rojhilatê Diyalayê, wî got.

Çavdêriya asmanî di kifşkirin û wêrankirina asêgehên wan ên veşartî de beşdar bûn, veşartgehên ku ji erdê ve xuya nedikirin, wî anî ziman û vê yekê nehişt ku çekdar karibin bi awayekî azad li deverê bilivin.

"Ev nayê wateya ku gef bi awayekî tam hatiye rakirin, ji ber ku hîn çekdar li deverê hene ku xwe li vir û wir vedişêrin, her çiqas ku hejmareke piçûk be jî û çekin sivik jî li gel wan bin," wî got.

Lê ev bermayî "bi awayekî tam xwedî moralin nizm in", wî got,"û bîguman ew nikarin êrîşên mezin bikin, dibe ku ew xwe li lêdan û dizîyê bigirin".

Eger wan ev tektîk bikar anî, tektîka ku di salên berê de bikar anîn, em amade ne ku em li wan vegerînin," wî got. "Rê li pêşiya terorîstan nîne ji bilî ku bê berxwedan xwe radest bikin, yan ew dê bê kuştin."

Zêrevanîkirina tevgera DAIŞ

Raportên medyayê destnişan dikin ku bi sedan çekdarên DAIŞ li newalan û deverên dûr ji Hêmrînê xwe vedişêrin

Çekdarên ku mane "bi komin piçûk, ji pêc şeş çekdaran di her komekê de pêk tê" xwe vedişêrin, Ebdul Xaliq Ezawî, cîgirê serokê komîteya ewlekariyê ya encumena parêzgeha Diyalayê got.

Kampanyayên lêgerîn û wêrankirinê endamên DAIŞ tune kirin, xisaretin madî û mirovî gihandine wan û hişt ku şikestbar bin, wî ji Diyaruna re got.

Çeper û tevgera wan ji asman ve tê çavdêrkirin û li ser erdê li wan digerin, wî anî ziman.

Lê belê, rêxistin " hîn li hin deveran li çiyayên Hemrînê û deverên Ezim, Mensûriyê û bakurê Miqdadiyê hazir e, û ev hebûn dibe sedema gefekê ji nişteciyan re", Ezawî got.

'Komên çekdaran ên belawela'

Hêza DAIŞê li herêma Hemrînê kêm bûye û aniha çekdarên wê "tenê komin belawela ne ji çekdarên ku di şanên veşartî de hatine dorpêçkirin", pisporê stratîjî Ehmed Şerîfî got.

"Çek û karînên têr li gel wan nînin daku cihekî ji xwe re bidest bixin, xetên berevaniya derbas bikin û êrîşî bajar yan gundan bikin," wî got.

Rêxistinê li vê têkçûnê vegerandiye, wê nerehetî di rêya êrîşan ji hêzên ewlekariyê çêkirin, wî ji Diyaruna re got.

Bi van êrîşên belawela, DAIŞ hewl dida ku rewşa ewlekariyê xirab bike û demê peyda bike berî ku kampanyaya serbazî ya mezin dest pê bike daku Hiwêcayê û beşên rojavayê Kerkûkê rizgar bikin, Şerîfî got.

Ew ji van deverên çiyayên Hemrînê û parêzgeha Selahedînê direvin, wî anî ziman.

Eger rewş li çiyayên Hemrînê neyê çareserkirin, wî got, çekdarên mayî dê bimînin gefek, heta piştî operesyonên serbazî werin bidawîkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi hêviya ku Xwedê xebatên baş ên dewleta me ya Iraqî ya azad û demokrat bihêle!

BERSIV BIDE

Xwedê, serketinê bide me û aştiyê ji Iraqa me ya hêja re bîne! Xwedê, leşkerên me yên netirs û hemû kesên ku berevaniyê li xaka welatê me dikin biparêze!

BERSIV BIDE