Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî kontrola rojhilatê Şerqat vedgerînin

Xalid Taî

Hêzên Iraqî çeperên xwe ava dikin li aliyê rojhilatî yê Şirqatê, di vê wêneya ku roja 24ê Îlonê hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebook a Fermandariya Polîsa Federal hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî çeperên xwe ava dikin li aliyê rojhilatî yê Şirqatê, di vê wêneya ku roja 24ê Îlonê hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebook a Fermandariya Polîsa Federal hatiye wergirtin]

Hêzên bejayî yên Iraqî, bi piştgiriya balafirên hevpeymaniyê, pêşketineke bilez ji bo vegerandina Hewîca û deverên derdorên wê ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) pêk anîn, berpirsekî xwecihî got.

Hêzên Iraqî heta niha di rizgarkirina aliyê rojhilatî yê Şerqat de li parêzgeha Selahedînê biserketine, parêzgarê Şerqat roja Dûşemê (25ê Îlonê) Elî Dewdeh ji Diyaruna re got.

"Hêzên me yên serbazî, bi piştgiriya balafirên şer ên hevpeymaniyê, serketine mezin bidest anîne," wî got. "Navenda [aliyê rojhilat] Şerqatê, û her 42 gundên li wî aliyî hatine vegrandin."

"Şirqat aniha bajarekî bi temamî rizgarbûyî ye."

Hêzên ewlekariyê pêşketinê derveyê sînorên birêveberiya Zabê, rojavayê navçeya Hewîca û bakûrê Bêcî, dewam kirin, wî got.

Li wê deverê , nêzî 10 gundan hatine rizgarkirin, Namil, Sbêh, Rawiyîn, Helawat, Taliya û Meşak di nav de, Dewdeh got.

Hêzên ewlekariyê rastî tu zehemetiyeke mezin nehatin dema ku li aliyê rojhilatî yê bajar pêş diketin, wî bal kişand.

Operasyoneke serbazî ya hêsan

Piştî ku hêlên pêşî yên DAIŞ hatin şikandin, Dewdeh got, "operasyona rizgarkirinê zû ji gundekî ber bi gundekî din ve diçû".

"Ji ber ku ev hêlên berevaniyê hatine derbasbûn, terorîstan tenê du êrîşên xwekuj pêk anîne, yek ji wan bi otombîleke bombekirî bû û ya din bi kemerekî teqîner bû, û tu bandorên wan li ser pêşketina yekîneyan nebûn," wî anî ziman jî.

Devera rizgarbûyî teqrîben ji mîn û teqemeniyên ku dibe proseyê hêdî bikin paqij e, Dewdeh got, anî ziman jî ku roleke mezin a êrîşên asmanî jî, ku baregehên DAIŞ dikin armanc, di serketinê de heye.

DAIŞ herî kêm 160 çekdaran ji dest dane, piraniya wan hîna bin bermahiyên avahî û malên ku xwe li wir asê kiribûn gorkirî mane, wî got.

Pêngava rizgarkirina Şerqat operasyoneke serbaziya paqij bû û tu xesar nehaitne tomarkirin di nav rêzên serbazî anjî nêzî 1,000 malbatên xwecihî yên mayî, wî anî ziman jî.

Di dema operasyonê de, 10 çekdarên DAIŞ ên Iraqî xwe radestê hêzên serbazî kirin.

"Rewşa ewlehiyê niha aram e [li beşê rojhilatî]," wî got.

"Hêzên leşkerî kontroleke temam li ser deverênrizgarkirî heye û li çekdarên veşartî û embarên çek, cebilxane û bombeyên bidest çêkirî digerin," wî anî ziman jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500