Nûçeyên Iraqê
Civak

Hecacî demsalên geş ji bazirganên kevirên pêroz re tînin holê

AFP

Cewherfiroşek gustîlkekê di firêşgehekê de, li bazara serke ya bajarê Iraqî Necef yê pîroz di 13ê Îlonê de seh dike, firoşgeheke ku li cihekî stratîcî ye li hember dergehê zêrîn ê mozolê. [Heyder Hemdanî/AFP]

Cewherfiroşek gustîlkekê di firêşgehekê de, li bazara serke ya bajarê Iraqî Necef yê pîroz di 13ê Îlonê de seh dike, firoşgeheke ku li cihekî stratîcî ye li hember dergehê zêrîn ê mozolê. [Heyder Hemdanî/AFP]

Her car Mihemed Xirêfî serdana Necefê dike ew tev kevirekî din ê hêja li dor penceya wî divegere. Mîna gelek hecaciyên ku serdana bajarê pîroz ê Iraqî dikin, kirîna gustîlkeke bi kevirê hêja beşeke ji nerîtên wî.

Xirêfî, ê ku du gustîlkên sivik di destê wî yê rastê de ne û yeke di desytê wî yê çepê de ye, di serdana xwe ya dawî de, got ku ev tenê beşekî piçûk in ji berhevkiriyên wî.

Dibe ku berhevkirî lêçûneke piçûk lê here, lê "kevir xwedî nirxekî mezin e, herçiqas lêçûna wî bilind be", hecaciyê 60 salî yê ji Behrênê yê ku kirasekî spî û desmaleke bedewî li xwe kiribû, got.

Gelek hecacîyên ku serdana bajar dikin daku li ser ziyaretgeha îmam Elî nimêj bikin hevhewesên Xirêfî bo gustîlkên kevirdar mîna kevirên eqîq, yaqût û feyroz ji Necefê ne.

Mişterî ji "Erebistana Siûdî, Îran, Behrên, Kiwêt, Uman, Pakistan û Libnanê tên...", firoşkar Fayiz Ebû Xinêm got.

Di bajarekî ku gelek karsaziyên malbatî yên bi hecimê kevirên xwe yên hêja navdar in, hecacî, piştî serdana mozola zavayê pêxember dikin, yekser berê xwe didin firoşgeha Ebû Xinêm û tê de digerin.

"Gelek ji wan gustîlkekê yan tizbiyekê weke birhatin ji heca xwe ji malabat yan hevalên li welat re dikirin," Ebû Xinêm got.

Pêşbirka ji derve

Li bazara Necefê yê sereke, di cihekî sratîcî de li hemberî dergekê zêrîn ê mozolê, salnameya olî ya Şî'î kontrola jîyana bazirganên kevirên hêja mîna Ebû Xinêm dike.

Şahîyên olî yên sereke yên ku di çarçoveya wan de bi mîlyonan xelk diherikin Necefê demsalên geş in, bi taybet dema ku nirx li gor daxwazê bilind dibe, nirxê gustîlka herî biha digihe hezarên dolaran.

Lê ne hemû hecacî amade ne ku nirxine mezin bidin.

Îsa Mûsa, bazirganekî 70 salî ye, got kar kêm bûye ji ber bazar bi gelek hawirdinên arzan ji Tirkî, Çîn, Tayland û Îranê hatinê mişt e.

"Aniha ez bûme firoşkarê gustîlkan piştî ez berê cewherfiroş bûm," Mûsa got.

Ji bo Elî Enwer, ew serbilind e ku di pîşyekî nerîtî de li Necefê kar dike, karê ku nirxekî baş tîne.

"Cewherên Tirkî û Taylandî bi giraman tên firoştin, lê gustîlkên Necefê yek yek tên firoştin, bi behayên di navbera 40,000 û 50,000 dînarî de," yan dora 35$ heta 40$, bêy heqê kevir, wî got.

Hinek kiryar gustîlkên xwe yên ku ji kevir li derveyî welat hatine çêkirin tînin daku dubare li kargehên Necefê werin çêkirin.

Gustîlkên hawirdekirî bi kulman tê firoştin, hinekî di ser 10 ji bo her yekê, di cejnên olî yên sereke de mîna meha Muherem ya pîroz yan şahiya salane ya Erbaînê.

Firoşkar û kirîvanên li ser pencereyê sikakên bazarê tejî dikin, gelek firoşgeh ji kevirê zer ên devera Kerbelayê hatine avakirin û nav bi muzayîka şîn hatine neqişandin.

Bazar bi mîmarîya xwe ya ku ji hunera Îslamî hetiye sirûştkirin mazûnvaniya zaniyarên olî û xwendekarên wan ên piraniya wan ji Necefê ne di demsala bihinvedanê de jî dike, mêvanên Iraqî û yên ne Iraqî, yên ku hema bêje hejmara wan 25,000 e.

Piraniya wan gustîlkekî yan çend gustîlkan li xwe dikin, gelek caran di destê rastê de -- ew nîşan dide ku ew Misilmanên Şî'î ne teqlîda îmam Elî dikin.

Ji bo tendirustî û şens

Ji bo gelek hecaciyan, kirîna gustîlka Necefê, weke reftarekî olî yê dawî ye.

Weke Şêx Casim Medelawî yê 42 salî ji AFP re şîrove kir, hinek kevir "lêborînê tênin mîna eqîqê ji Yemenê, lê zimrûd serkeftinê tîne".

Dibe ku gustîlkek ji eqîqê sor yan ji yaqût bi 100,000 dînar (85$) yan bêtir were firoştin, wî got.

Materyalê ku "divê hebe" ji kiwartizê Necefê ye yê ku mina camê ye lê weke kevir qayim e, kevirê ku li biyabana derdora bajartê peydakirin, Mihemed Şamaratî, bazirganê hevirên buha, yê 30 salî, şîrove kir.

Fadil Ebû Ebdula, yê 50 salî, got ku herwiha kevirên ew difiroşe enerjiyeke dermanî jî tê de heye.

"Dibe ku eqîqê zer, weke mînak ji dil re baş be, herwiha dibe ku dermanê zerikiyê be ji zarokên nû jidayik bûne," wî got, lê dibe ku kevirin din şensê xirab û rihên bed" dşr bixe.

Şamaratî got ku jinên ciwan gustilkên wî dikirin daku alîkariyê bi wan re bike ku hejînekî bibînin.

Gustîlkeke Ebû Ebas ê 40 salî di devereke dûr dervey Necefê ye, heye ya ku ayeteke Quranê li ser hatiye neqişandin ya yek ji 99 navên Xwedê dikarin kesê ku gustîlk li xwe kiriye biparêzin.

"Ez gelek caran di deverên biyabanî de diçim her dem dibe ku ez rastî êrîşeke bi tifingan werim," wî got, her ku ew li ji bo kevirên xwerû li firoşgehan digere.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500