Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sivîl dorpêçkirî ne di demekê de ku DAIŞ xwe li asêgeha dawî Reqaya Sûriyê asê dike

AFP

Endamekî Hêzên Sûriya Demokratîk avahiyekê li Reqaya asêgeha berê ya "Dewleta Îslamî" paqij dike di 21ê Îlonê de. Şervanên Sûrî şer dikin ji bo paqijkirina bajar ji çekdarên DAIŞ ên dawî ku li bajar mane. [Delîl Sulêman/AFP]

Endamekî Hêzên Sûriya Demokratîk avahiyekê li Reqaya asêgeha berê ya "Dewleta Îslamî" paqij dike di 21ê Îlonê de. Şervanên Sûrî şer dikin ji bo paqijkirina bajar ji çekdarên DAIŞ ên dawî ku li bajar mane. [Delîl Sulêman/AFP]

Di nav paşmahiyên kolanekê li Reqaya Sûriyê, dengê şervanekî li dijî terorîstan ji dengvederekî derdikeve: "Ey sivîl, em li benda we ne ku hûn bi selametî derkevin."

Hêzên Sûriya Demokratîk dibêjin ku şikandina çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên ku li bajar mane nêzîk e.

Hevpeymaniya Erebî-Kurdî piraniya asêgeha Sûrî ya berê ya DAIŞ kontrol kiriye, ew bajarê ku bûye hevwate ji kiryarên hovane yên rêxistinê.

Lê tirs heye ji ber ku bi hezarên sivîlan li Reqa mane,ku hinek weke mertalên zindî ji aliyê DAIŞ ve tên bikaranîn li gorî QSD.

Li molgehên mayî yên rêxistinê, şervan hewl didin ku sivîlan han bidin ku birevin berî ku ew pêş bikevin.

Nêzîkî sayloyên gerim ên mezin li bajar, şervanên QSD sivîlan han didin ku ji malên xwe derkevin tevî ku ji nîşangirên DAIŞ ditirsin.

Ehmed Ebû Şêx, şervanekî QSD bi riheke dirêj û cemedaniyeke reş derdora serê wî ye, çavdêriya rewşê dike ku radyoyek di destê wî de ye.

Ew fermandariya yekîneyeke taybet dike ku berpirsyara alîkariyê di derxistina sivîlan de ye.

"Em hatin vir ji ber ku grûpine sivîl ji vir nêzîk in û me agahî wergirtin derbarê derketina wan," wî got.

"Em nêzîkî 70 metiran ji wan sivîlan dûr in. Em dê wan ji destê DAIŞ derxin," wî got jî.

Molgehên dawî yên şer

Bi dehhezarên sivîlan di mehên dawî de ji Reqayê reviyane, hinek ji wan reviyan dema ku QSD kar dikir li ser dorpêçkirina bajar berî ku têkeviyê di Hezîranê de.

Lê NY texmîn dike ku nêzîkî 15,000 sivîlan dibe ku li beşine Reqayê mabin, ku rastî "rewşên gelekî zehmet" tên, di nav de nebûna xwarin, av û dermanan.

Rev tedbîreke metirsîdar e, ku nîşangirên DAIŞ bi berdewamî teqe li sivîlên ku direvin dikin û rê bi mayînan çandine.

Delîlên hukmê DAIŞ li her cihî mane, di nav wan de bordeke ku li ser hatiye nıvîsandin "cîhad" ku di nav kavilan de maye.

Berbestên erdî ku ji aliyê DAIŞ ve hatine çêkirin weke hewlekê ji bo hêdîkirina pêşketina QSD li gelek kolanan tên dîtin li bajar, û li ser dîwaran gotinên "Xwedê mezintir e, bi reş hatine nivîsandin.

QSD di Hezîranê de dest bi êrîşa xwe li ser bajar kir li ser du bereyan, ji rojhilat û piştre ji rojava derbas bû.

Lê pêşketinên li navenda Reqa niha tên wateya ku şervanên wê dikarin niha yekser ji aliyekê biçin aliyekî din.

Em bo cara yekem ji bereya rojava diçin bereya rojhilat ji ber ku hêzên me piraniya bajar kontrol dikin," Cîhan Şêx Ehmed, berdevka kampanyaya "Xezeba Firat" ji bo vegerandina Reqayê, got.

"Em 80% ji Reqayê kontrol dikin û 20% a din di xeta teqekirina hêzên me de ye," wê roja Pêncşemê ji nav bajar ji AFP re got.

Wê got ku çekdarên DAIŞ xwe nav nexweşxaneya niştîmanî ya Reqa, stadiyuma sporê ya xwecihî û çendîn parkên derdorê asê kirine.

"Tunel hene ku çend cihên stratejîk bi hev re girê didin. Em hewl didin ku nexweşxaneya niştîmanî kontrol bikin lê DAIŞ tê de sivîl weke mertalên zindî girtine û ev yek pêşketina me hêdî dike."

"Kêliyên dîrokî"

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî li nêzîkî saylo û stadiyumê dan roja Pêncşemê, ku vê yekê hişt ewrên ji dumanê tarî derkevin.

Dengê qutqutî yê fîşekan û topên hawinê tên bihîstin, lê di nav QSD de, moral bilind e.

Hinek şervanên derdora Şêx Ehmed stran digotin û diketin dîlanê daku baweriya xwe nîşan bidin ku şerê ji bo bajar nêzîkî dawiyê bûye.

"Em di qonaxa dawî de ne û em dê serkeftinê bigihînin xelkê xwe li Reqayê di dema çend hefteyan de," Şêx Ehmed got.

"Serkeftin nêzîk e"

Fermandara QSD Rojda Firat got ku çekdarên DAIŞ ên ku li bajar mane "nikarin êrîşan pêk bînin an jî otombîlên bombekirî bişînin".

"Ev yek ji tevgerên wan ên dawî xuya ye. Em çaverê dikin ku hemû li Reqayê werin kuştin."

QSD texmîn dike ku di "çend hefteyên" bê de serkeftinê rabigihîne, li gorî Şêx Ehmed.

"Me soza vê serkeftinê da hevalên xwe yên ku şehîd bûyîn," Berxwedan, şervanek genc ku cemedaniyeke kesk lixwe kiribû û weke gulekê li serê xwe pêçabû, got.

"Em kêfxweş in ji ber ku em demên dîrokî dijîn ligel ketina Reqa û şikestina DAIŞ," wî got jî.

"Rizgarkirina Reqa dê derbasî pirtûkên dîrokê bibe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500