Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên îraqî DAIŞ ji bajarê Anah ê Enbarê derdixin

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî nêzîkî bajarê Anahê yê li rojavayê Enbarê belav dibin. Ew roja Înê (22ê Îlonê) bi ser dikevin û "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji bajar derdixin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hêza Lezgîn ya Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî nêzîkî bajarê Anahê yê li rojavayê Enbarê belav dibin. Ew roja Înê (22ê Îlonê) bi ser dikevin û "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji bajar derdixin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hêza Lezgîn ya Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî roja Înê (22ê Îlonê) bajarê Anah vegerandin, yek ji çend asêgehên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ên li Enbarê mayî.

Ev serkeftina nû hat dema ku hêzên Iraqî dest bi operesyoneke serbazî ya sereke kirin, operesyona ku berî heftiyekê dest pê kir daku DAIŞ ji beşê rojavayî ji welat derxin.

Hêzên Iraqî operesyon ji hêlan ve pêk tanîn

Ew ji Rutbayê ber bi bakur ve çûn, di rêya xwe de bajarokê Ekaşatê vegerandin, û aniha nêzîkî bajarê Qaimê dibin ji aliyê başûr ve.

Ew ji Sekrayê li rojavayê Hesîsayê ber bi rojava, bajarê Anahê ve çûn

Yekîne ji Fermandariya Operesyonên Cezirê, artêşê û mêrên êlan ji Ferata Jorîn û Liwayên Rojavayî di operesyonê de beşdar dibin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Kerîm Kerbûlî got.

Hêzên asmanî yên Iraqî û hevpeymanî piştgiriya asmanî dabîn dikin, wî ji Diyaruna re got.

Hêzên ku roja Sêşemê ber bi rojavayê hedîsayê ve diçin bi ser ketin ku navçeya Rîhaniyayê ji DAIŞê rizgar bikin, wî got.

"Piştre wan berê xwe guherte rojava û karîbûn ber bi Anah ve hrin, gihane komavahiya hikûmetê û piştre bajar hemû standin," wî got.

Hêzên ku bi pêş ve diçûn rastî tu berxwedaneke mezin ji aliyê DAIŞ ve nehatin, ya ku çekdarên wê ber bi bajarê Rewayê yê ciran ve reviyan, Kerbûlî got.

Êrîşa xwekuj ya sêalî têk çû

DAIŞê êvara roja Pêncşemê dest bi êrîşekê kir, wê sê kemyonên ji aliyê xwekujan ve dihatin ajotin bikar anî, daku astengiyê ji bipêşveçûna hêzên ewlekariyê re li Anahê çêkin.

Balefirên hevpeymaniyê karibûn du navgînan biruxînin, dema ku artêşê ya sêyem ji dûr ve ruxand, wan êrîş vala derxist, Krbûlî got.

Tîmên endazyariyê yên Iraqî karîbûn bi sedan teqemeniyên bidestçêkirî û mayînên ji aliyê DAIŞ ve li herdu aliyên rêyê hatin çandin biteqînin ji navçeya Rîhaniyê heta Anahê, wî anî ziman.

Herwiha bi sedan IEDs ên ku li derdora bajar hatin çandin hatine teqandin.

Van teqemeniyan heta astekê astegî ji pêşvecûna yekîneyan çêkirin, Kerbûlî got, lê dawî erk hate cîbicîkirin û DAIŞ ji asêgeha xwe ya sereke li rojvayê Enbarê hate derxistin.

"Rizgarkirina Anahê derbeke mezin bû ji rêxistinê re, ya ku derdê hilweşandineke tam di nav refên xwe de dikişîne û moralê çekdarên wê jî li erdê ne," wî got.

Liwayê Ferata Jorîn, yê ku mêrên êlên rojavayî di nav xwe de dihewîne, piştgirî ji hêzên bi pêşve diçin dabîn dikirin, birêveberê liwa Şêx Mihemed Hemed Dilêmî got.

"Şervanên me bi dilgermiyeke mezin di şer de ber bi pêş ve diçin daku deverên xwe vegerînin û komên DAIŞ tune bikin," wî ji Diyaruna re got.

Piştî vegerandina Anahê, yekîne dê ber bi Rewayê û paşê Qaimê ve biçin, cihê ku rizgarkirina mezin dê lê biqewime, Dilêmî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

hikûmeta navendî ya ku pêşengtiya komara Iraqê dike qebûl nake ku rastiyê ji cîhanê re bibêvirîne, ji tirsa gelê xwe ku ew li ser esasê tayîfa xwe bên kuştin. Yên ku ji wan re tê gotin sakyûlerên cîhanê diyariyên xwedahî dizîne. Tevahiya cîhanê dîdvanê bahozên Florîda, Meksîko û Japanê bû. Hûragahiyên pir raz hene.

BERSIV BIDE