Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Encumena Sivîl ya Reqayê birêveberia karê rakirina mayînan dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Pisporekî rakirina mayînan mayînên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li bajarê bakurê Sûriyê Tebqa ji hev dixe. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Pisporekî rakirina mayînan mayînên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li bajarê bakurê Sûriyê Tebqa ji hev dixe. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Encumena Sivîl ya Tebqayê serperiştiya hewldanên rakirina mayînan û teqemeniyên şer ên ku ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) hatin çandin ji deverên ku ew birêveberiya wan dike, berpirsyarên xwecihî ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekariyê yên navxweyî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rêxistinên pispor bi encumenê re kar dikirin daku kar cîbicî bikin, karê ku li deverên niştecihî û vê dawiyê li çewlik û deverên çandiniyê dest pê kir.

Welatiyê Tebqayê Mihemed Hamid ê 60 salî, ji Diyaruna re got ku karê bilez ê hêzên ewlekaya navxweyî jiyana endamên malbata wî parast.

Hamid got ku wî biryar daye ku vergere nav erdê xwe yê çandiniyê nêzîkî Tebqayê piştî ku bêtirî du salan ji ber rewşa ewlekariyê ew jê dûr ketibû.

Endamên tîmên endazyariyê yên girêdayî Encumena Sivîl ya Tebqayê li deverin nêzîkî Tebqayê li parêzgeha Reqayê ji mayînan paqij dikin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên tîmên endazyariyê yên girêdayî Encumena Sivîl ya Tebqayê li deverin nêzîkî Tebqayê li parêzgeha Reqayê ji mayînan paqij dikin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Dema ew giha, wî not kir ku erd hatibû cotkirin û kevir hatibûn qulibandin, tiştekî ne normal bû, ji ber ku samanê wî demeke dirêj hatibû paşguhkirin.

Wî texmîn kir ku gengaz e endamên DAIŞ erd kola bin û teqemeniyên bidestçêkirî çandibin, wî got, ji ber vê yekê pewendî bi hêzên ewlekariya navxweyî re kir.

Dema ew gihane deverê, hêzên ewlekariya navxweyî sûretek li ser telefoneke GPS tê de aktîv bû kişandin û di rêya bikaranîna birûskê ji tîma rakirina mayînan re şandin.

"Em gelekî li benda wan neman berî ku pasvanên tîma rakirina mayînan bigihin, wan em veguhestin dûrî deverê û ji me xwestin ku em ber bi rêya giştî ve herin," wî got.

Tîmê bêtir ji deh mayînan kifş kirin, mayînên ku zehmet bû mirov bibîne ji ber ew ji heman rengê kevirên ku li dora wan bûn.

Her mayînek bi kapên teqîner ên hesas ve hatibûn girêdan ên ku dibe werin teqandin dema mirov wan veguhêze yan dest bide wan, Hamid got.

"Tîmê nîşanin belav kirin, ew xelkê hişyar dike ku mayîn hene, ji me xwest ku em venegerin heta ku ji me re were gotin ku rakirin û paqijkirina mayîna bidawî bûye," wî anî ziman.

Rakirina mayînan berêtiyeke

"Rakirina mayînan berêtiyeke ji Encumena Sivîl ya Tebqayê re, ji ber nişteciyên bajar û deverên derdorê hîn gelekî derdê mayînan dikişînin," cîgirê serokatiya hevbeş ya encumenê Awas Xelîl got.

Gelek kes, ji ber mayînên ku DAIŞê di malan de, di erdên çandiniyê de û derdora sazemeniyên hikûmetê mîna siwên karên av û elektrîkê û dibistanan çandin,hatin ziyan kirin, wî ji Diyaruna re got.

"Encumen bi hevahingiya hêzên ewlekariyê yên navxweyî, QSD û rêxistinên rakirina mayînan dikin daku herêmê ji mayînan paqij bikin," wî got.

Herwiha encumenê ji rêxistinên xwecihî û navdewletî xwest daku di hewldanên rakirin û jihevxistina mayînan de beşdar bibin.

Ji nav wan kesên ku bersiva wan dan Rêxistina Roj ji bo Kontrolkirina Mayînan (RMCO), Grûpa Şêwirmediyê ya pispor e derbarê Mayînan (MAG) û Kampanya Têra Tik, wî got.

Her yek ji van koman di "rakirin û jihevxistina mayînan de beşdar bû û belavokên hişyakirin di nav welatiyan de belav kirin û ji wan dixwestin ku dûrî mayînan bikevin û çi ciheta ewlekarî be agedar bikin eger wan mayîn dîtin," wî got

Dora 70 mayînan ji stasyona veguhestina enerjiyê hatine rakirin û jihevxistin, wî got.

Encumenê kar dike daku hişyariya giştî derbarê mayînan û teqemeniyên bidewstçêkirî (IEDs) bilind bike di rêya belavkirina belavokan û lidarxistina civînan li taxan, wî got.

Dora 50 kesî, piraniya wan zarok in, tenê li bajarê Tebqayê bi mayîna hatine kuştin, wî anî ziman.

Hewldan ji bo parastina sivîlan

Tîmên rakirina mayînan li Tebqayê kar dikin ji dema ku ew ji destên DAIŞê hat rizgarkirin, Mistefa Seylan got, yê ku endamê tîma rakirina mayînan e ya têkildarê Yekîneyên Prastina Gel ya Kurdî (YPG) ye.

Hewladan rakirna roketên neteqiyayî, topavêj û bombeyên hawinê di nav xwe de dihewîne, ev yek nîşana xetereke mezin dide ji ber dibe ku her demê ji ber çi sedemê be biteqin, mina eger pileya germiyê bilind bibe, wî ji Diyaruna re got.

"Tîmên pispor di danûstandina bi mayîn û qerêja xeternak re li seranserî deverê belav bûne," wî got.

Di nav wan de, tîmên QSD û rêxistinên xwecihî yên ku piştgirî û rahênan ji aliyê rêxistinên navdewletî yên pispor wergirtine, Seylan got.

Hemû alî bi hevahingiya Encumena Sivîl ya Tebqaêyê re kar dikin, li gor planeke ku di nav xwe de bersivdana rewşên ku hatine ragihandin û operesyonên rakirina mayînan ên ku berê hatibûn plankirin li deverên ku berê weke deverin xeternak hatibûn destnişankirin.

Kar bi paqijkirina malên taybet dest pê kir, û berdewam kir di rêyên giştî û siwên karên giştî mîna dibistan û nexweşxaneyan û aniha ew giraniyê didin misogerkirina çewlik û erdên çandiniyê ku ew ji teqemeniyan vala bin, wî got.

Serkêşiyên hişyarkirina giştî giraniyê didin ku divê xelkên deverê haydar bin û destên xwe nedin materyalên gumanbar yan herin û li deverên ku hîn wan paqij nekirine bigerin, wî got.

Xelk hatin hişyarkirin ku dûrî deverên ku weke xeternak hatine raçavkirin bimînin, deverên ku nîşan hişyar dikin ku mayîn li wê derê hene.

Niştecî karin hebûna mayînan ragihînin

Seyan xelk han dan ku hebûna mayîn yan materyalên gumanbar di rêya hesabê birûskê re @Atlas03 ragihînin, hesabê ku ji bo vê armancê hatibû destnîşankirin.

Ji nişteciyan hat xwestin ku sûretekî ji materyalê gumanbar re bişînin û cihê wê yê tam di rêya bikaranîna GPS re dabîn bikin.

"Dema ku tîma ewlekariyê raportê werdigire, ew yekser ber bi deverê ve diçin daku lêpirsînê bikin, piştre ew têkiliyê bi tîma endazyariyê re dikin," wî got, wî anî ziman ku " dever hat nîşankirin, nîşanên hişyarkirinê hati danîn û carinan xalên pêşkinînê hatine danîn daku nehêlin qurbanî hebin.

"Ev şêwaz çalak e, demê diparêze û cihê materyal bi awayekî tam destnîşan dike, bi taybet em dibînin ku deverên çandiniyê berferh in û bi dehan bajarok, gund û çewlikan di nav xwede dihewîne," wî got.

"Bêy vî şêwazî, dibe ku şaştî di destnîşankirina cih de çêbibin û dibe ku destwerdana tîma pispor dereng bimîne," Seylan got.

"Şîret li nişteciyan hatine ku tenê rêyên giştî û yên ji aliyê QSD ve tê bikaranîn bikar bînin, û dûrî bikaranîna rêyên çandiniyê -- bi kêmanî heta ku tîmên endazyariyê paqijkirina wan bidawî bikin û misoger bikin ku ew der ji teqemeniyan vala ne," wî anî ziman.

Seyan got ku gelek cureyên mayînan hene, di nav de mayînên dijî zextê û yên dijî kesayetan yên ku dibe jêkirina endamên jêrîn encam bide, û mayînên dijî çekên giran ên ku ew jî bi zextê diteqin.

Cureyên din mayînên bi alavên bêtêl û bi lerizînê hatin teqandin dinav xwe de dihewînin.

DAIŞ pispor bû di çêkirina mayîn û teqemeniyên xwe yên bidestçêkirî di kargehên xwe de, û gelek caran mayîn di şêweyê kevir û tehtan debûn û gelek caran mayîn di keştiyên mezin de dihatin danîn û di bin erdê de dihatin veşartin," wî got.

Xuyaye mayîn hatin çandin daku zirarê bigihînin kesên sivîl, wî got, ji ber ku tu delîl nîne ku ew ji bo pevçûneke serbazî hatibû amadekirin.

Bêtir ji 20,000 mayînan heta aniha ji devera Tebqayê hatine rakirin, wî got, 100,000 mayîn ji beşên ji destên DAIŞê hatine rizgarkirî li bakurê Sûriyeyê hatin rakirin, li gel 2,000 bermahiyên şer ên teqîner û 4,000 davkên teqîner.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500