Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bexda hest dike ku ewletir e piştî kêmbûna metirsiya DAIŞ, xelk dibêjin

Xalid Taî

Hêzên ewlekarî kembera rojavayî ya Bexdayê di 14ê Îlonê de ewle dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandariya Operasyonên Bexdayê]

Hêzên ewlekarî kembera rojavayî ya Bexdayê di 14ê Îlonê de ewle dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandariya Operasyonên Bexdayê]

Di demekê de ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) erdê li Iraqê jidest dide, ewlehî bi awayekî berçav li Bexdayê baş bûye, berpirsên xwecihî û xelkê bajar ji Diyaruna re dibêjin.

Êrîşên terorî yên kêmtir li paytexta Iraqê hene, li gorî salên berê, Parlementerê Iraqî Macid Xerawî, ku di komîteya berevanî û ewlekarî ya parlementoyê de kar dike, got.

"Berê, rojek derbas nedibû bêyî ku herî kêm êrîşek pêk were, di nav de yan bombeyên bidestçêkirî, otombîlên bombekirî, terorkirin an jî revandin hebûn," wî ji Diyaruna re got.

Êrîşên ji vî awayî gelekî kêm bûne, wî got, "ku bûyerên ji hev dûrtir pêk tên".

Xerawî kêmbûna êrîşan vedigerîne şikestina DAIŞ li gelek ji asêgehên wê yên berê û vegerandina erdê ku di dawiya 2014an de dagir dikir.

"Vê herifînê ne tenê ewlehî li Bexdayê baştir kir lê belê li tevahiya welat," wî got.

Nobedariyên ewlekarî û operasyonên li dijî şaneyên veşartî, bi taybetî li derdora paytextê, fakterekî din ê başbûna ewlehiyê ye, wî got.

"Tevî van nûçeyên baş, divê em jibîr nekin ku terorîst hewl didin ku valahiyên ewlehî istixlal bikin ji bo derbasbûna bi dizî û kişandina balê bi aliyê hebûna xwe," wî got. "Ev tê wateya ku divê me hewlên xwe berdewam bikin û hertim hişyar bin."

Stratejiya ewlekarî ya temam

Hevahengiya xurt navbera xelkê bajar û hêzên ewlekarî rola wê gelekî di başkirina ewlehiyê de heye, endamê encumena parêzgeha Bexdayê Xalib Zamilî got.

"Gundewarên Bexdayê metirsiyeke mezin li ser paytextê pêk tînin, ji ber ku cihên ewle ji terorîstan in û veşargeh in ku çekdar dikarin di wan de otombîlên bombekirî hazir bikin ligel gelek alavên teqemenî," wî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ tişta ku koka hebûna wê bû jidest da, ku bingeha wê ji bo kişandina alîgiran bû," wî got, anî ziman ku hinek xelk tevlî wê bûn ji ber sloganên wê yên derew û sozên wê yên vala.

"Dema ku ev xelk şiyar bûn û dîtin ku wan ew xapandin, wan biryar da ku hevahengiyê bi hêzên ewlekarî re bikin û bibin çavkaniyeke agahiyên istixbaratî," Zamilî got.

"Eger em werin şirovekirina rewşa ewlekarî, başbûn heta asteke mezin ji ber vê hevahengiyê ye, ku bû encama jihevxistina hejmareke mezin ji şaneyên terorîst û pûçkirina operasyonên wan," wî got.

Avakirina sîstemeke ewlekarî ya temam ku berîtiyê dide istixbarat, operasyonên teknîkî, hêza mezin û tevgerkirina medyayê klîta parastina ewlehiyê ye, pisporê ewlekarî Casim Henûn got.

Ev yek girîng e, wî ji Diyaruna re got, ji ber ku dibe ku DAIŞ berê xwe bide tektîkên nû, weke yên ku bikar anîn di herdu êrîşên 24ê Îlonê de li Nasiriya, ku bûn sedema ketina bi dehên qurbaniyan.

"Êrîşkaran kincên serbazî lixwe kiribûn û reşaşe û bombeyên destî li ba wan bûn, ku ev yek çavenerêkirî bû û dûrî awayê kiryarên terorîst bû," wî got, anî ziman ku piraniya êrîşan ji aliyê êrîşkarên xwekuj an otombîlên bombekirî ne.

Kelecana kolanan li Bexdayê

Kolan, dikan û cihên giştî li Bexdayê heta nîva şevê bi xelkê tije ne, ku nîşana başbûna ewlehiyê ye, xelkê taxa Bexdad Cedîda Xideyir Ebas got.

"Dema ku xelk ne mijûlî rewşa ewlekarî bin, ev tê wateya ku hertişt temam e û ku terora DAIŞ jinav diçe," wî ji Diyaruna re got.

"Em ji tiştekî natirsin," şêniya taxa Xedraa Fatin Cuma Xedraa ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekarî karê xwe baş dikin, wê got, anî ziman ku "piraniya xelkê weke min difikirin ku rojên teqîn û tundutûjiyê çûn û nema tên".

Xwediyê dikanekê li Kolana bi navê Rubeyî Kerîm Seyîdî got ku DAIŞ "nikarîbû jiyanê li Bexdayê bigihîne rawestandina bitirs heta dema ku bihêz jî bû".

"Baweriya xelkê ya mezin bi hêzên ewlekarî tê," wî ji Diyaruna re got. "Dîroka nearamî û krîzên ewlekarî dê nema dubare bibe."

"Baweriya me bi xurtî bi vê yekê tê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500