Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îdamkirina miftîyê DAIŞ li Iraqê parçebûna navxwyî nîşan dide

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bawerî heye ku Ebû Bekir Qehtanî, berpirsyarê şerîetê di "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji aliyê hin endamên zêde tundrew di koma wî de li Dêrazorê hatibe îdamkirin. [Wêne ji palperên medyaya civakî yên tund ]

Bawerî heye ku Ebû Bekir Qehtanî, berpirsyarê şerîetê di "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji aliyê hin endamên zêde tundrew di koma wî de li Dêrazorê hatibe îdamkirin. [Wêne ji palperên medyaya civakî yên tund ]

Ragihandina îdamkirina yê jê re tê gotin miftiyê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) diyardeyeke ya ku gengeşe û parçebûneke kûr di hundire rêxistinê de dide xuyakirin, çalakvanên Sûrî ji Diyaruna re dibêjin.

Welatiyê Siûdî Umer Qehta, herwiha binavê Ebû Bekir Qehtanî tê naskirin, çû Sûriyê daku di sala 2012an de tevlî DAIŞ bibe, dawî ew dibe "berpirsyarê şerîayê" yê rêxistinê yê herî berz.

Dibe ku Qehtanî ji aliyê endamên DAIŞ ên piştgiriya îdîolojiya tund dikin hatibe îdamkirin, îdîolojiya ku ji aliyê kesayeteke Siûdî ve Ehmed Hazimî tê handan, ên bi awayekî kolektîv weke "Hazimiyan" tên naskirin û bi nerînên xwe yên tund tên naskirin.

Endamên Hazimî bi awayekî berfereh kontrola Dêrezorê dikin, li gor jêderên medyaya Sûrî, raport vê dawiyê gengeşeya di navbera Qehtanî û berpirsyarên şerîayê yên DAIŞ ên tundrew yên ku hînkirina Hazimî dişopînin dide xuyakirin.

Tevî DAIŞ angaşt ku Qehtanî di êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê li Telefera Iraqê hat kuştin, raportên medyayê angaşt dikin ku bi rastî ew ji aliyê endamên zêde tundrew ji koma wî di 7ê Tebaxê de li bajarokê Meyadînê yê gundewarê Dêrezorê hat îdamkirin.

Qehtanî yê 42 salî ji kevneçekdarên Qaidê ye, hevalkarekî nêzîk ê birêveberê DAIŞ Ebû Bekir Bedadî bû, çalakvanê medyayê Cemîl Abid ji Diyaruna re got.

"Fetwa wî ya herî navdar ew e ya ku şerê Eniya Nusrayê û rêxistinên din ên opozîsyonê pesend kir, bi taybet di rêya bikaranîna xwekujan," Abid got.

Parçebûneke tund di nav emîran de

Nûçeya îdamkirina Qehtanî li Meyadînê di nav endamên DAIŞ hat belavkirin "bi awayekî xuyabû ku ew nameyekê ji her kesî re dişînin, kesên ku li dijî raman û hînkirinên koma Hazimî radibin di hundirê komê de", Abid got.

"Çalakvanên siyasî û yên serbazî li gundewarê Dêrazorê bi awayekî tam xwezaya peywendiya di navbera emîrên rêxistinê û berpirsyarên şerîayê û hebûna parçebûnên kûr di navbera wan de dizanin," wî got.

Ev yek giha asta ku hedî hêdî erdên rêxistinê di navbera komên cuda de ên ku DAIŞ ji wan pêk tê hatin belavkirin, wî got, û her komek mirîd û alîgirên wê xwe lê digirin.

"Ev yek li ser Qehtanî jî bikar tê, yê ku bi awayekî zelal bandora wî vê dawiyê kêm bû," wî got.

Raportên dawî nîşan didin ku Qehtanî çavdêrkirî bû û tevgera wî sînorkirî bû li ser bingeha biryara ku ji aliyê komîteya ji du berpirsyarên şarîayê di rêxistinê de pêk tê, yên ku yekser bersiva Bexdadî didin, Abid got.

Nakokiyên îdîolojî yên navxweyî

Ev ne cara yekem e ku berpirsyarekî şerîayê yan kesayeteke xwedî bandor di hundirê rêxistina DAIŞê hatiye îdamkirin, rojnamegerê Sûrî Mihemed Ebdula got.

Dibe ku ev yek veger gengeşeyên îdîolojî yên derbarê tekfîr û dozên girêdayî tundiyê di nav komên rêxistinê de, wî got, ya herî balkêş di navbera Hazimiyan de û koma ku berê bi serkêşiya Turkî Binalî bû.

Koma herî navdar di rêxistinê de dimîne ya ku bi serkêşiya Ebû Bekir Bexdadî ye, ya ku xuyaye têkilî di navbera wî û hazimiyan de heye, ji ber ew kontrola herêma Dêrazorê dikin, wî got.

"Tevî ku Ebû Bekir Qehtanî li pişt weşandin û belavkirina fetwa ku şerê dijî ANF û Artêşa Sûrî ya Azad û komên din ên opozîsyonê meşrû dike," wî got, tevî wilo, di dema dawî de, piştgiya wî di hundirê DAIŞ nebû

Aniha, wî şîrove kir, ku DAIŞ dihese hewcedariya wê bi hevahingiyê ji aliyê çi komê ve be heye, koma ku dibe alîkaiyê pê re bike daku erdên ku hîn li jêr kontrola wê ne bigire destên xwe her çi qas gengaz be.

Birêvberên xetên pêşîn direvin

"Rewşa rêxistinê li qadên şer li Sûriye û Iraqê dê rêyê li pêşiya gelek gengeşe û parçebûnê di nav refên wê de veke," karmendê serbazî yê Mesrî yê karkenar liwa Wail Ebdul Mutelib,ê ku derbarê komên tundrew de pispor e got.

Ev yek bi taybet di navbera rêveberên xeta yekem de ye, wi ji Diyaruna re got, ji ber ku ew ji welatin cuda tên û xwe li gelek îdîolojiyên cuda digirin û aniha hatine bi hev re ketine bin Sîwana DAIŞ de.

Di dema bûrî de, her kes bi hêz, bandor, pere û bazirganiya neqanûnî mijûl bû," wî got. "Aniha piştî ku hemû tişt çû, kuştina kesayetên berz bûye pêdiviyek ji rêxistinê re."

Li gor raportên mediyayê ên cuda, hejmarekê ji birêvebrên DAIŞê yên berz dest ji bihayên xwe berdan, vê yekê zor li rêxistinê kir ku kontrola xwe li derverên sînorî yên li jêr kontrola wê li Dêrazor qayim bike daku nehêle tu kes bireve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500