Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Sûriya Demokratîk 90% ji Reqayê kontrol dikin

AFP

Şervanek ji Hêzên Sûriya Demokratîk cihê xwe girtiye nav avahiyeke ku ziyan gihiştiyê li Reqayê di 4ê Îlonê de. Di 20ê Îlonê de, hevbendiya opozîsyonê ya Erebî-Kurdî ragihand ku wê DAIŞ ji 90% ji bajar derxistiye. [Delîl Sulêman/AFP]

Şervanek ji Hêzên Sûriya Demokratîk cihê xwe girtiye nav avahiyeke ku ziyan gihiştiyê li Reqayê di 4ê Îlonê de. Di 20ê Îlonê de, hevbendiya opozîsyonê ya Erebî-Kurdî ragihand ku wê DAIŞ ji 90% ji bajar derxistiye. [Delîl Sulêman/AFP]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 90% ji bajarê Reqa kontrol kirine û ji destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derxistiye, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Çarşemê (20ê Îlonê) got.

Hevbendiya opozîsyonê ya Erebî-Kurdî ragihand ku ew di "qonaxên dawî" yên kontrolkirina asêgeha rêxistinê li Sûriyê de ye.

Dorpêçkirî li bajarê li bakurê welat bo sê mehan, DAIŞ zehmetiyê dikşîne ji bo berevanîkirin li asêgeha xwe ya demekî li jêr pêla êrîşên asmanî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve.

"Ji ber êrîşên asmanî yên giran ên hevpeymaniyê, DAIŞ herî kêm ji pênc taxan vekişiya di 48 saetên borî de," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman got. "Vê yekê hişt ku QSD 90% ji bajar kontrol bike."

DAIŞ ber bi bakurê bajar ve vekişiya û dest ji saylo û aşên genim berda, Ebdulrehman got.

Ew niha li navenda bajar, li avahiyên îdarî yên hikûmetê, stadiyum û di tunelan de asê maye.

QSD got ku wê "êrîşeke jinişkave" li ser DAIŞ li bakurê bajar pêk anî.

"Em dibêjin ku ev qonaxên dawî yên kampanyaya Xezeba Firatê ye, ku nêzîkê dawiya xwe bûye," daxuyaniyê got.

DAIŞ di destpêka 2014an de Reqa kontrol kiribû, ew kiribû paytexta Sûrî ya "xîlafetê", ew xîlafeta ku ragihandî piştî ku beşine mezin ji Sûriye û Iraqê kontrol kirin.

Ew bilez bû hevwate ji kiryarên herî kirêt ên rêxistinê, di nav wan de serjêkirinên komî, û li gorî agahiyan DAIŞ ew bajar bikar tanî ji bo plankirina êrîşên li derve jî.

Dorpêçê DAIŞ betiland

QSD bi mehan bajar dorpêç kir berî ku derbasî wê bibe di Hezîranê de û hemû rêyên gihiştinê qut bike.

Ebdulrehman got ku dorpêçê karînên berevaniyê yên DAIŞ qels kirin.

"Piştî ku bi sedên çekdarên wê di hefteyên dawî de hatin kuştin, çekdarên mayî yên DAIŞ dê nikaribin bêtir xwe li Reqayê bigrin, ji ber ku alavên wan ên serbazî û pêwîstiyên sereke kêm dibin," wî got.

Bêyî xwarin an pêwîstiyên bijîşkî, DAIŞ nikaîbû birîndarên xwe derman bike û vekişiya bo navenda bajar, ku "ya herî ewle" tê hesabkirin", wî got.

Lê şerê ji bo 10% mayî yê bajar ku hîn di destê DAIŞ de ye dibe ku sext be, ji ber ku rêxistinê dever bi mayînan çandiye, Ebdulrehman got.

DAIŞ mayîn, nîşangir, otombîlên bombekirî, û dronên biçek li dijî QSD bikar anîne.

Bi dehhezarên sivîlan ji şer reviyan di mehên borî de. Li gorî texmînan hejmara xelkê di nav bajar de ji 10,000 heta bi 25,000 kesî ye.

Di daxuyaniyekê de roja Çarşemê, QSD got ku wê alîkariya bi sedên sivîlan kir daku ji bajar birevin di rojên vê dawiyê de.

"Em dê kampanyayê berdewam bikin heta em bigihin armanca xwe," Cîhan Şêx Ehmed, berdevka QSD bo êrîşa Reqayê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500