Nûçeyên Iraqê
Penaber

Bêwarên Dêrazorê bi qeflan diçin kampa Eyn Îsayê

Welîd Ebul Xêr li Qhîrayê

Nişteciyên Dêrazorê ên bêwar û kesên xêrxwaz di Encumena Sivîl ya Reqayê de konan li kampeke nû vedidin nêzîkî bajarê Eyn Îsayê li parêzgeha Reqayê. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Encumena Serbazî ya Dêrazorê]

Vê dawiyê, Malbatin gundî ji gundewarê Dêrazorê, ji deverên li jêr kontrola "Dewleta Islamî" (DAIŞ) reviyan bi alîkariya qaçaxçiyan û ew birin kampekê li bajarokê Eyn Îsayê li gundewarê parêzgeha Reqayê.

Ev der, tevî ku alîkariya hewarçûnê kêm e, cotkar Ebdu Rezaq Mihemed Xelef got, çêtir e ji jîyana li deverên li jêr kontrola DAIŞê, deverên ku xeternak in ji ber şer li wan berdewam e.

Xelef ê 60 salî, ji gundewarê Dêrazorê , ji Diyaruna re got ku ew û malbata xwe di berbanga 10ê Îlonê de di kerwaneke ji pênc malbatên din gihan devera Eyn Îsayê.

Komê lihevkirinek bi qaçaxçîyekî re çêkiribû daku wan ber bi deverên li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk ve bibe, her malbatek bi 150,000 lîreyên Sûrî (290$), wî got, wî anî ziman ku ê qaçaxçî pêşî 50,000 Lîre ji bo her kesekî xwestibû.

Konin nû li ser pişta keymonekê digihin Eyn Îsayê daku herikandina nû ya kesên ku di welatê xwe de bêwar in, ên ku ji deverên li jêr kontrola DAIŞê li gundewarê Rêrezorê reviyan bihewîne. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Encumena Serbazî ya Dêrazorê]

Malbatek ji gundewarê Dêrazorê, cihê ku şer li dijî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) gur bûye, li ser pişta kemyonekê direve.[Wêne ji Navenda Medyayê ya Encumena Serbazî ya Dêrazorê]

Malbatek ji gundewarê Dêrazorê, cihê ku şer li dijî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) gur bûye, li ser pişta kemyonekê direve.[Wêne ji Navenda Medyayê ya Encumena Serbazî ya Dêrazorê]

"Rê tejî xeter bû û eger ne ji ber qaçaxçîyan ba, ez bawer nakim ku min yan kesên din dê bi awayekî ewle derbaskiriba," Xelef got.

Li dirêjahiya rêyê, rê bi mayînan hatibû çandin, wî got, wî anî ziman ku hin rê xetereke zêde li wan hebû ji ber ku nîşgiran fîşek diavêtin wan.

Zêdy vê yekê, wî got, çi tevgereke gumanbar yan ronî heba dê hiştiba ku êrîşên asmanî yan roket çeperên DAIŞ ji xwe re bikin armanc.

Bi hezara xelk reviyan Eyn Îsayê

Xelef got ku dema ew giha derdora Eyn Îsayê, ew matmayî ma dema wî dît ku bi hezaran kesên ku di wlatê xwe de bêwar in gihabûn deverê ji gundewarê Dêrazorê û bajarên Bûkemal, Meyadîn û Uqerîbatê.

"Ew di li devereke nû hatin civandin li rex kampa kevin, ji ber ku kampa kevin nema dikare herikîna bêwarên nû bihewîne," wî got.

Xelef got, wî ji karmendên girêdayî Encumena Sivîl ya Reqayê zanî ku 5,400 kesên ku di welatê xwe de bêwar in gihabûn kampê di heftiyekê de.

"Tu rêxistinên mirovî li kampê kar nakin, û karînên rêxistinên xwecihî û Encumena Sivîl ya Reqayê gelekî kêm in," wî got.

Bi hezaran kesên sivîl zor li wan hat ku teqrîben hefteyekê tam li çolê razin û hinek li jêr teraktorên çandinityê razan, teraktorên ku wan karîbû bi xwe re bi qaçaxî bînin, heta ku encumen karibe konan ji wan re misoger bike.

Ev kon hatine vedan û ew dane dest malbatên bêwar.

Ji 19ê Îlonê ve, 200 kon hebûn, li rûbereke 30 donim hatin belavkirin (30,000 mitên çargoşî) encumenê ji kesên ku di welatê xwe de bêwarin dabeş kirin û kampa bi "kampa nû" binavkirin daku wê ji kampa Eyn Îsayê ya bêwaran ya sereke cuda bikin.

Rêxistinên hewarçûnê yê girêdayî encumenê dest pê kirine qûtên berdest û pêdivîyên sereke belav dikin, mîna av û nan, Xelef got, ew berîtiyê didin malbatên ku zarok û xityar di wan de hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500