Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Malbatên aware vedigerin Rebîeya Nînewayê

Xalid Taî

Berpirsên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî xwarinê li ser xelkê navçeya Rebîe belav dikin. [Wêne bi rêya rûpela Facebookê ya ofîsa nûneratiya Wezareta Koç û Koçberan li herêma Kurdistan hatiye wergirtin]

Berpirsên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî xwarinê li ser xelkê navçeya Rebîe belav dikin. [Wêne bi rêya rûpela Facebookê ya ofîsa nûneratiya Wezareta Koç û Koçberan li herêma Kurdistan hatiye wergirtin]

Piştî bêtirî sê salan ji awarebûnê, bi dehên malbatên ku ji ber "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) neçar bibûn ku ji malên xwe birevin vegeriyan navçeya Rebîe li rojavayê parêzgeha Nînewa, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

ji bo hêsankirina vegera wan, hikûmeta herêma Kurdistanê komîteyeke ewlekarî ya pispor pêk aniye ji bo pişkinîna navên xelkê ku ji gundên Rebîe reviyabûn û piştrastbûn ku pêwendiyên wan bi DAIŞ re nînin.

Karwana yekem a malbatên vegeriyayî -- ku ji 250 kesan pêk tê -- vegeriya gundê Qisya yê çandinî di destpêka Îlonê de.

Qisya, weke gundên din ên Rebîe, hinek xelkê wê aware bûbûn dema ku DAIŞ di havîna 2014an de êrîşî Nînewa kir, endamê encumena navçeya Rebîe Mihemed Cefal got.

"Niha rê ji xelkê aware re hatiye dayîn ku vegerin piştî ku tedbîrên piştrastbûn ji navên wan temam bûn," wî ji Diyaruna re got.

Cefal, ê ku serperiştiya vegera xelkê aware dike, got ku xelkê hemû gundan vegeriyane malên xwe, ji bilî malbatên ku pêwendiyên wan bi DAIŞ re hebûn, ji ber ku "ti kes naxwaze ku ev malbat vegerin".

Nûavakirina gundê Qisya

Hewl hîn berdewam in ji bo nûavakirina Qisya, ku ziyaneke mezin gihiştiyê dema ku di destê DAIŞ de bû, Cefal got.

"Me tora elektirîkê çak kir û em av û xizmetên sereke ji xelkê re peyda dikin," wî got.

Lê piştgiriya hikûmetê ji bo çakirina vê ziyana mezin pêwîst e, Cefal got, ji ber ku take dibistana li gund, bi temamî hatiye wêrankirin.

Piraniya malan an bi temamî hatine wêrankirin an jî beşek ji wan, û malbat neçar in ku di wan de bijîn tevî rewşa wan a xirab piştî ku hinek çakkirinan pêk bînin, wî got.

"Em, ji aliyê xwe ve, hewl didin ku alîkariya [xelkê] ku zerer gihiştiye wan bikin ku gazindên xwe radestî dadgehan bikin û nirxandineke ji bo zererê ji aliyê komîteyekê werbigrin ku ew komîte ji endazyar û teknîsyenên ji Rêveberiya Navçeya Rebîe pêk tê," wî got.

Cefal got ku rêveberiya navçeyê daxwazên qerebûkirinê dide hikûmeta xwecihî ya Nînewa û rêxistinên pêwendîdar ên din.

"Heta niha, ti qerebûkirin ji ti [malbatên] ku zerer gihiştiye wan nehatiye pêşkêşkirin, û ti pere ji bo nûavakirina malên wan nehatine terxankirin," wî got.

Wî bang li hikûmetê kir ku guh bide Qisya, ji ber ku gundekî çandinî ye ku qebareyên mezin ji genim û ceh berhem tîne.

"Herwiha gelek bîrên petrolê jî lê hene, û zeviyên petrolê yên ku lê hatibûn dîtin kara ne û gihiştibûn qonaxa ku werin pêşxistin berî dagirkariya DAIŞ," Cefal got.

Malên wêranbûyî rihan qels dikin

Proseya vegera malbatên aware dê berdewam e ku zêdetir bibe, endamê komîteya xizmetkarî ya encumena parêzgeha Nînewa Husameddîn Ebar got.

"Lê belê, tişta ku kêfa vegeriyayiyan li wan xira dike ew zerera ku gihayî malên wan ji aliyê çekdaran ve ye," wî ji Diyaruna re got.

Malên ku zerer gihaye wan, bi taybetî gund û bajarên li parêzgeha Nînewa, "tehedayeke mezin pêk tîne ku divê hikûmet çareyeke bilez jêre bibîne", wî got.

Ev pirs "bi awayekî rasterast bandorê digihîne jiyana xelkê" û karîgeriyê li hewlên başkirina ewlehiyê dike, wî got.

Vegera xelkê gundê Qisya li Rebîe "nîşaneke baş e mizgîniya vegera hemû awareyên ku ji gundên xwe derketine dide" li navçeyê, Yûnis Bedir Cuma, rêveberê dibistana seretayî li gund, got.

"Gundê me naskirî bû bi ciwaniya xwezaya xwe û çavkaniyên xwe yên siruştî, lê çekdarên DAIŞ ew kirin kavil," wî ji Diyaruna re got.

"Wan her tişt wêran û talan kir, heta stûn û şelîtên elektirîkê jî," wî got, anî ziman ku hewl berdewam in ji bo çakkirina dezgehan û vegerandina xizmetguzariyan.

Cuma hêviya xwe nîşan da ku vegera malbatên aware dê ajansên hikûmetê da bide ku Qisya nûava bikin.

"Nêzîkî 90% ji malan wêranbûyî ne, û nişteciyên wan li jêr şertûmercên mirovî yên zehmet dijîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500