Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Piştî têkçûna DAIŞ, mirîyên sivîl kêm dibin

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên ewlekariyê, li xaleke pişkinînê, dest dideynin ser otombîleke bombekirî. [wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandariya Operesyonên Bexdayê]

Hêzên ewlekariyê, li xaleke pişkinînê, dest dideynin ser otombîleke bombekirî. [wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandariya Operesyonên Bexdayê]

Hejmarên ji aliyê Şandeya Alêkariyê ya NY bo Iraqê (UNAMI) da xuyakirin ku hejmara qurbaniyên tundî, terorîzm û şerê çekdar heta asteke mezin kêm bûye li seranserê Iraqê.

Ev kêmbûna di hejmara qurbaniyan de di heman dema têkçûna "Dewleta Islamî" (DAIŞ) de li gelek deveran û vegerandina erdên ku berê li jêr kontrola wê bûn tê.

Li gorî datayên ku mehane ji aliyê NY tên weşandin, hejmara qurbaniyan di van her şeş mehên dawî de kêm bûye, hejmar gihaye asta herî kêm di meha Tebaxê de.

Datayên UNAMI nîşan didin ku, di meha Adarê de, 548 kes hatin kuştin û 567 hatin birîndarkirin, piraniya wan sivîl bûn. Nînewa, devera ku operesyonên serbazî lê berdewam bûn, hejmara herî mezin ji qurbaniyên sivîl tomar kir, bi 367 mirî û 174 birîndaran.

Data nîşan dikin ku, di meha Nîsanê de, 317 sivîl hatin kuştin û 403 hatin birîndarkirin li seranserê Iraqê, 354 sivîl û 470 hatin birîndarkirin di meha Gulanê de û 415 hatin kuştin û 300 hatin birîndarkirin, di meha Hezîranê de.

Kêmbûna herî mezin di hejmara qurbaniyan de piştî îlankirina serkeftina li Mûsilê bû, datayên Tîrmehê didin xuyakirin ku 241 sivîlên Iraqî hatin kuştin û 277 hatin birîndarkirin û datayên Tebaxê didin xuyakirin ku 125 hatin kuştin û 188 hatin birîndarkirin.

Sedemên vê kêmbûnê

Pisporê ewlekarî Casim Hanûn kêmbûna qurbaniyên sivîl vegerand gelek faktoran.

"Faktorê herî balkêş rêzek ji eniyên serbazî yên ku li dijî DAIŞ hatibûn vekirin, ên ku nema hiştin serkêşên DAIŞ baldar bin û hiştin ku planên wê tenê girêdayî bê çawa ew dê li dijî hêzên Iraqî li ber xwe bidin," wî ji Diyaruna re got.

Vê yekê nema hişt ku serkêşên DAIŞ kontrola xwe li ser erdên li jêr destên wan bikin û hişt ku herin deverin din û dest bi tundiyê li wir bikin, wî got.

"Pêşketina hêzên Iraqî ya lezgîn û berdewam cilik ji bin lingên DAIŞ kişand," Hanûn got, pêşketinê hişt ku rêxistin nikaribe veguhêze deverên tejî xelk û bazaran û deverên din ên ku xelk lê digihin hev bikin armanc.

Armanckirina serkeftî ya hêzên Iraqî ji serkêşên DAIŞ re faktorekî din bû yê ku di kêmbûna qurbaniyên sivîl de beşdar bû, wî got.

Di encama şerê Mûsilê de, wî not kir ku, Fermandariya Operesyonên Hevbeş diyar kir ku hejmara tam 16,467 çekdarên DAIŞ hatine kuştin.

"Ev endam hemû bombeyên demkî bûn ku dibe biteqin û kesên sivîl li deverên ewle li bajarên Iraqî bikin armanc, yên ku hêzên Iraqî ew ne li qadên şer kuştin," wî got.

Aramiya siyasî faktorekî sereke ye

Aramiya siyasî li jêr hikûmeta Iraqî ya aniha "faktorekî girîng e ji bo berdewamkirina aramiya ewlekarî", Hanûn got, wî hişyarî da ku "Parçebûnên siyasî bi awayekî sereke di geşbûna terorîzmê de beşdar dibin".

Wî banga helwesteke siyasî ya yekbûyî li Iraqê kir daku şerê terorîzmê bikin û di çareserkirina kêşeyên ewlekarî de li welat beşdar bibin.

Hemû bandorên din, mîna motîvên tawanbarî, bandorên herêmî û navdewletî û berjewndiyên aborî gefeke mezin ji rewşa ewlekariyê re çênakin weke gefa ku qerqeşeya siyasî ya navxweyî di welat de çêdike, wî not kir.

Herwiha serkeftinên ku ji aliyê ajansên ewlekariyê faktorekî girîng bû di kêmkirina hejmara qurbaniyên terorîzmê li welat, berdevkê Wezareta Krê Hundir emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.

Revandin heta rêjeyeke mezin li Bexdayê û li bajarên Iraqî yên din kêm bûye, wî got, wî dida xuyakirin ku 187 komên bi dizî û talankirinê bersûc bûn di meha Tebaxê de hatin girtin.

"Hêzên ewlekariyê bi awayekî serkeftî gelek êrîşên teror ên xeternak ji aliyê DAIŞê ve li gelek deveran têk birin, têkbirina herî dawî êrîşa ku li ser parka kêfê li Remadiyê hat plankirin" di betlaneya Cejna Qubanê de, wî got.

Tundî li Bexdayê kêm dibe

Tevî ku di van mehên dawî de hejmara qurbaniyan bi awayekî mezin li seranserî Iraqê kêm dibe, barêzgeha Bexda û Nînewayê hîn li pêşîya hemû parêzgehên din in derbarê hejmara miriyan û birîndaran.

"Li Bexdayê, rêjeya tundî û tawana terorî li jor astên normal e eger em bidin ber bajarên din, lêew berdewam kêm dibe eger em bidin ber heman demê ji salên bûrî,"cîgirê komîteya ewlekariyê ya encumena parêzgeha Bexdayê Mihemed Ribêî got.

Hejmarên UNAMI diyar dikin ku 84 sivîlên mirî di meha Adarê de li Bexdayê hebûn, 55 di meha Nîsanê de, 86 di meha Gulanê de, 22 di meha Hezîranê de, 38 di meha Tîrmehê de û 45 di meha Tebaxê de.

"Ev hejmar her sal kêm dibin bi saya hewldanên Fermandariya Operesyonên Bexdayê û Wezareta Karê Hundir, ên ku serkeftinên berdewan pêk tînin di şopandina teroristan û şanên tawanên rêkxistî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Aramî ji wan kesên ku hedayet bûne! Eger tu bawer bî ku şerê cîhanê hemî li dijî Dewleta Îslamî serkeftinek e, û tundî piştî wêrankirina parêzgehên Sunnî, kuştina bêgunehan û kesên bêçek û girtina mêran û windabûna wan kêm bûye weke beşekî ji vê serkeftina ku hûn angaşt dikin, bi vî awayî divê hûn navê vê forumê bikin 'muşrikîn', 'qaidûn','xewalif' yan jî ew kesên ku dane dû Cihû û Xiristyanan. Min pêşwaziya vê malperê kir, lê yekxwedayîtiya te durû ye û gumanbar e û tenê xizmeta stemkar û dijminên Îslamê dike. Berî her tiştî, Îslam tu carî bin nakeve û dewleta Îslamê dê bimîne, bi izna Xwedê. Ev dema verastkirinê ye , yê bawermend ola wî ne li ser durûtîyê ye, durûtiya ku yê durû pê tê naskirin û îmana wî nîne. Di rêya weşandina van derwan, tu jî dibî weke kesên Rafîde, Cihû û Xiristyan derbarê derew, durûtî û xapandina wan. Ti hêz yan şiyan nikare we ji Xwedê biparêze. Ez ji Xwedê dixwazim ku min û we hedayet bike.

BERSIV BIDE