Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Mûsil ji DAIŞê vala ye, zarok careke din kêfê dikin

Alaa Husên li Bexdayê

Zarokên Mûsilê di festîvaleke mezin de li gulistanên parka Kefat el-Ulayê ya li rojhilatê bajar amade bûn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Pêşî Nînewa]

Zarokên Mûsilê di festîvaleke mezin de li gulistanên parka Kefat el-Ulayê ya li rojhilatê bajar amade bûn. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Pêşî Nînewa]

Balonên rengîn asman dagirtin di dîmenekî de ku Mûsilê berî çend salan nedîtiye, dema ku gulistanên parka Kefat el-Ulayê li rojhilatê bajar bi sedên zarokan hatibûn dagirtin yên ku li festîvala mezin bi dêbavên xwe re amade bûn.

Di salên berê de, li jêr hukmê "Dewleta Islamî" (DAIŞ), Mûsil gelekî cuda xuya dikir: şûna ku yarîgeh be ji zarokan re, ew dişibiha kampeke girtîgehê, wê zarok hînî çanda nefret û tundiyê dikirin.

Festîvala ji aliyê 30 çalakvanên ku bi rêxistina Pêşî Nînewa re kar dikin ve hat organîzekirin, ya di roja sêyem ji Cejna Qurbanê hat lidarxistin, hewl da ku hemû tiştan biguhere û dest bi qonaxeke nû di jiyana zarokên bajar ên ku derdekî dirêj kişandin bikin.

Festîval bi vê nameyê destpê kir: "Hevrêya zarokên bikin û wan hînî heskirin û aştiyê bikin. Kêfa xwe li festîvalê bikin, festîvala ku kêfê dixe dilên zarokan ên ku kirasê cengê lixwe pêçane."

Zarokên Musilê alên Iraqê li ber ba dibirin weke sembolekê ji yekîtiya niştimanî re di festîvala mezin de li Mûsilê ya ku ji aliyê Pêşî Nînewa hat organîsekirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Pêşî Nînewa]

Zarokên Musilê alên Iraqê li ber ba dibirin weke sembolekê ji yekîtiya niştimanî re di festîvala mezin de li Mûsilê ya ku ji aliyê Pêşî Nînewa hat organîsekirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Pêşî Nînewa]

Xêrxwazan, di festîvala dawî de li Mûsilê ya ku ji aliyê Pêşî Nînewa hat organîzekirin, balon ji zarokan re li Mûsilê peqandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Pêşî Nînewa]

Xêrxwazan, di festîvala dawî de li Mûsilê ya ku ji aliyê Pêşî Nînewa hat organîzekirin, balon ji zarokan re li Mûsilê peqandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Pêşî Nînewa]

Malbatan zarokên xwe anîn parkê, ji ber ku hêzên polîs pasvanî dikirin, daku zarok bi vebijarteyek çalakî û bûyerên hunerî û kêfxweşî şah bibin.

Di nav wan çalakiyan de şanoyên ji aliyê xwendekarên Enstîtuya Hunerên Ciwan ve hatin oganîzekirin daku hunera şanoyê pêş bixin, pêşangeheke xêzkirinê û pêşbirkên cuda jî hebûn.

Jêbirina bandora cengê

"Armanca festîvalê ku zarokan ji bandora şer û wêraniyê xilas bike û çareseriyê ji rewşên wan ên derûnî ên xirab re bibîne, rewşên derûnî ên encama derdê ku wan di sê salên bûrî kişand," kordînatorê festîvalê Leys Raşidî got.

"Festîval a yekem e ku li parêzgehê hatiye lidarxistin ji dema ku ew ji destê rêxistina DAIŞê ya terorî hatiye rizgarkirin," wî got.

Bêtir ji 3,000 kesî ji herdu aliyên bajar li festîvalê amade bûn, di nav wan de 600 zarok, wî got.

Ew gelekî bi beşên festîvalê yên cuda kêfxweş bûn û gelekî tevlî pêşengeha wêneyan ya ji aliyê Ehmed Hazim ve bûn, wênesazê ku bêwarkirina zarokên bajar belge kir, Raşidî anî ziman.

"Dûbav dilgerm bûn ku di çi çalakiya ku zarokên wan ji trajediyên dema bûrî xilas bikin hazir bibin û gelek karsaz û enstîtuyên sivîl diyarî bi xêra xwe dane zarokên ku amade bûn," wî got.

"Herwiha Pêşî Nînewa gelek daxwazî wergertin daku vê tecrubeyê dubare bike û dest bi awayin din ji kêfxweşiyê bikin daku piştgiriya zarokên Mûsilê bikin," wî got.

Bi hev re li jêr konekî

Kordînatorê pêşbirka festîvalê Beşar Ednan ji Diyaruna re got organîzerên festîval piştrast bûn ku hemû pêkhatiyên civaka Mûsilê têde bicivînin.

"Ne tenê Ereb têde bûn daku Kurdan dûr bixin û ne tenê Sunî bûn daku Şîeyan dûr bixin," wî got. "Xelk ji hemû miletan û mezheban beşdar bûn."

"Armanca me ku em hemû Iraqiyan di çalakiyeke tevlîker de bicîvînin, li ser bingeha welatîtiyê, ne li ser bingeha mezheb û nijad," wî anî ziman.

"Em dixwazin zarokan hîn bikin ku tenê aleke wan heye, ala Iraqê, tu cudahî di navbera pêkhatiyan de nîne û pêşeroj li pêşiya wan e daku xewnên xwe pêk bînin," Ednan got.

Serdema DAIŞê bandoreke neyînî li zarokên Mûsilê kir, wî got, wî not kir ku zarok zû bi tîştê ku dibînin û dibihîzin bandor dibin, mecbûr zarokên Mûsilê bi dîmenên kuştin û werankirinê bandor bûn.

Em kar dikin daku em rewşê çareser bikin û em hewl didin ku em wan li gor prensîbên neteweyî yên yekbûyî ji nû ve hîn bikin," wî got.

"Ew dê gelek dem û tekoşînê bixwaze daku em vî erkî cîbicî bikin; festîvaleke tenê têr nake daku em vî erkî pêk bînin."

Me gelek çalakî plan kirine

Ednan got ew aniha xwe amade dike daku di festîvalan de beşdar bibe bi komên hunerî yên zarokan re li Mûsilê, herdu festîvalên ku armanca wan skîlên zarokan pêş bixe û karînên hunerî, wêjeyî û çandî yên zarokên bajar pêş bixe.

"Gelek dezgehên karên perwerdeyê û yên kêfxweşiyê dê ji zarokên Mûsilê re werin vekirin di pêvajoya ku berhingriyên parêzgeh rastî wan tê piştî rizgarkirina wê pûç bikin," parêzgerê Mûsilê Zuhêr el-Eracî ji Diyaruna re got.

Di Cejna Qurbanê de, wî got, parêzgehê parka kêfê ya Bajarê Diclayê careke din vekir, yek e ji parkên kêfê yên herî mezin e li bajar.

Ev çalakî, tevlî çalakiyên din, dê alîkariyê bikin daku hestê jiyana normal di nav zarokên bajar de vegerînin û derfetekê bide wan ku bilîzin û kefê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500