Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Encumena Sivîl a Reqayê kar dike ku dibistanên deverê nû veke

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Mamoste rahênanê li Akademiya Rahênanê ya Civaka Demokratîk li gundê Tel Hebeşê li navçeya Amûdê ya parêzgeha Reqayê werdigirin. [Wêne ji Encumena Sivîl a Reqayê]

Mamoste rahênanê li Akademiya Rahênanê ya Civaka Demokratîk li gundê Tel Hebeşê li navçeya Amûdê ya parêzgeha Reqayê werdigirin. [Wêne ji Encumena Sivîl a Reqayê]

Encumena Sivîl a Reqayê amade ye ku zarokan li deverên rizgarkirî li parêzgeha li bakurê Sûrî bişîne dibistanan piştî çend salan ji neamadebûnê li jêr hukmê "Dewleta Islamî" (DAIŞ).

Ji bo vê armancê, encumen stafê hînkirinê rahênan dike, avahiyên dibistanan nûçak dike û tîne bîra dêbav û zarokan bê çiqas hînkirin girîng e.

Komîteya hînkirinê ya encumenê pêşbirkê dike daku amadekariyan ji sala xwendinê ya 2017an 2018an berî dawiya Îlonê temam bike, Mihemed Hesen, ê ku mamostayên nû li Navenda Hînkirinê ya Eyn Îsayê ya girêdayî encumenê rahênan dike, got.

Dibistanên ku amade ne dê di nîvê Îlonê de dest bi waneyan bikin, wî ji Diyaruna re got, biryar heye ku dibistanin din jî waneyan bidin gava ku ew amade bibin.

Rahênankirina mamoteyan

"Rahênana mamosteyan û karmendên îdarî berdewam e," Hesen got, wî anî ziman ku mamoste dê werin destnîşankirin dema ku ew bi awayekî serkeftî korsê rahênanê yê ku du mehan didome biqedînin.

365 mamosteyên jin û mêr ên ku rahênan wergirtine dê tevlî mamoste û rêveberên pispor ên xwedî ezmûnên girîng bibin, wî anî ziman.

"Encumena Sivîl a Reqayê dê berpirsyar be derbarê mûçeyên mamoteyan, herwiha pêdiviyên dibistanan û amadekirin û hazirkirina wan," wî got.

Hejmareke mamosteyan rahênan li Akademiya Rahênanê ya Civaka Demokratîk li gundê Tel Hebeşê li navçeya Amûdê wergirtiye, wî anî ziman.

"Encumena Sivîl a Reqayê dest bi hevkariyê bi her kesî re kiriye daku dibistanan ji xelkê Reqayê re vegerîne " Hesan got.

"Hin rêxistinan alîkarî pêşkêş kir û li hin bajarokan, nişteciyan avahiyên dibistanan û pêdivîyên sereke bi xêra xwe dan," wî got. "li hin deveran, nişteciyan heta bi malên xwe ji bo hînkirin zarokan vekir."

"Pêwîst e ku zarok li Reqayê vegerin dibistanan," wî anî ziman. "Encumenê biryar daye ku serkeftina vê peywirê misoger bike, ji ber ev sê çar sal in ku bûyerên berê û kontrolkirina DAIŞê ji herêmê re gelek zarok dûrî dibistanê hiştine."

Komîteya hînkirinê ya encumenê kar dike daku bîne bîra dêbav û zarokan çendîn girîng e ku zarok vegerin dibistanê daku "bergiriya nezaniyê bikin a ku DAIŞ dixwaze di mejiyê nifşê nû de biçîne", Hesen got.

Nûçakkirina dibistanan

Lêçûna nûavakirin û nûkirina hin dibistanan gelekî buha ye, serokê komîteya avakirinê ya Encumena Sivîl a Reqayê, Ebdulla Eryan ji Diyaruna re got.

"Dîsa jî, kar berdewam e daku dibistanên kêrhatî û ên kinekî kêrhatî ne amade bikin daku pêşwaziya şagirtan bikin," wî got.

Ev dibistan li wan deverên dirêjahiya gundewarê Reqayê heta derdora Eyn Îsayê hene, wî got, ew du dewaman pêşkêş dikin, yek sibehê û yek piştî nîvroyê, daku hejmara gengaz a herî mezin ji zarokan bihewînin.

Hejmara tam a dibistanên ku dê werin vekirin hîn nehatiye destnîşankirin, wî got, ji ber kar hîn berdewam e, û rewşa ewlekariyê faktorekî girîng e.

Ne maqûl e ku dibistanên ku dibe rastî gefê werin bên vekirin, wî anî ziman, wî piştrast kir ku "hemû dibistanên dê werin vekirin dê bi awayekî tam li deverên ewle bin".

Nûvekirina dibistanan erkekî hevbeş e ji hemû komîte û ofîsan re, wî anî ziman ku ew yek ji berîtiyên encumenê yên herî girîng in.

'Bobelateke civakî ye pêdiviya wê bi çareserkirinê heye'

Mamosteyê pispor, Mihemed Meter, ê ku ji bajarê Reqayê bo bakurê parêzgehê reviya, ji Diyaruna re got ku piraniya mamosteyên herêmê jê reviyane.

Gelek mamoste nemane daku jiyana dibistanê vegerînin rewşa wê ya berê, ji bo vê yekê mamosteyên nû hatin destnîşankirin û di korsên rahênanê ên zexm de hatin qeydkirin, korsên ku ji aliyê Encumena Sivîl a Reqayê ve hatin dan, wî got.

Gelekî pêwîst e ku encumen dibistanan veke, wî got, "ji ber ku nifşekî zarokan heye ku yekcar ti perwerde wernegirtiye".

"Ev bobelateke civakî ye ya ku divê bi hemû amûrên gengaz were çareserkirin û pêdiviya wê bi hewldanên hemû kesî bê istisna heye, ji ber ku berjewendiya her kesî ye ku serdestî wê bibe," wî got.

Meter got ku ew li jêr hukmê DAIŞê ma berî ew ji Reqayê bireve, "û min bi çavên xwe dît çawa rêxistinê hînkirina rast qedexe kir û belavkirina fikrê xwe yê terorî yê tarî xiste şûn de".

"Mixabin, gelek zarok ketin vê xefkê, mejiyê wan hatin guhertin û bobelat dê ji wisa xirabtir ba eger şerê dijî rêxistinê û operasyona rizgarkirinê destpê nekiriba," wî got.

"Rizgarbûna ji DAIŞê dê pêk were tenê gava hişmendî û zanyarî careke din di nav zarokan de belav bibe," wî got.

Ji hêla akademî ve, pêdiviya zarokên Reqayê bi çareserkirineke taybet heye ji ber ew cudahiya di temenê zarokan de di her refê de, Meter got.

"Weke mînak, hejmareke mezin ji zarokan heye ku temenê wan di ser deh salan re ye ku berî aniha lingên wan derbasî dibistanan nebûne, divê wan asta xwe ya seretayî qedandiba, yan herî kêm di refa sêyemîn yan ya çaremîn de ba," wî got.

Dema pêşî dê ya herî zehmet be, lê ew dê dirêj nede, ji ber ku dawî zarok dê fêrî rêxistinê bibin û ew dê giraniyê bidin waneyên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500