Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Ciwanên Idlibê dest bi kampanyaya dijî tundrewbûnê dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Slogana kampanyaya gelêrî "Sûrî Dijî Tundrewbûnê", ya ku ji aliyê çalakvanên ciwan ên ji parêzgeha Idlibê hatiye lidarxistin, li ser dîwarê malekî li Seraqibê hat xêzkirin. [Wêne ji Sûrî Dijî Tundrewbûnê ye]

Ciwanên Sûrî li beşine Idlibê ên li jêr kontrola Tehrîr Şam dest bi kampanyaya hişyarkirinê kirine daku sivîlan derbarê xeterên îdyolojiya tundrew hişyar bikin, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re dibêje.

Di rêya kampanyayê re, ya ku bi çavkaniyên kêm hat pêkanîn, çalakvanên ciwan nişteciyan hişyar dikin ku hevbendiya tundrew, a ku Eniya Nusra ya berê serweriya wê dike, hewl dide ku îdyolojiya Qaidê belav bike.

Dema çalakvan peyama xwe di rêya kampanyaya "Sûrî Dijî Tundrewbûnê" belav dikirin, ew rastî xetera berdewam tên û xwe dixin rewşa tehlukeyê ku dibe werin girtin û rastî cezakirina dijwar ji aliyê çekdarên Tehrîr Şam ve werin.

Kampanyayê berî çend rojan li Idlibê û derdora wê destpê kir daku asta hişyarkirinê derbarê xetera îdyolojiya ku hevbendî hewl dide ku belav bike bilind bike, çalakvan Heysem Idlibî got, yê ku ji ber tirsa ji tolhildanê bernavekî bikar tîne.

Posterên ku ji aliyê çalakvanên ciwan ên ji parêzgeha Idlibê hatine daleqandin ên ku kesên sivîl dijî îdyolojuya tundrew hişyar dikin li ser dîwarên avahiya encumena xwecihî ya Seraqibê tên dîtin. [Wêne ji Sûrî Dijî Tundrewbûnê ye]

Sloganeke ku bi boyaxê hatiye nivîsandin ya dibêje "Tundrewbûn tenê ber bi xirabiyê ve dibe" mirov dikare li ser dîwarekî bajarê Ataribê bibîne. [Wêne ji Sûrî Dijî Tundrewbûnê ye]

Sloganeke ku bi boyaxê hatiye nivîsandin ya dibêje "Tundrewbûn tenê ber bi xirabiyê ve dibe" mirov dikare li ser dîwarekî bajarê Ataribê bibîne. [Wêne ji Sûrî Dijî Tundrewbûnê ye]

Posterên Kampanyaya Wêne ji Sûrî Dijî Tundrewbûnê li ser dergehê dibistanekê li Kefer Nubulê hatine daleqandin. [Wêne ji Sûrî Dijî Tundrewbûnê ye]

Posterên Kampanyaya Wêne ji Sûrî Dijî Tundrewbûnê li ser dergehê dibistanekê li Kefer Nubulê hatine daleqandin. [Wêne ji Sûrî Dijî Tundrewbûnê ye]

Tirs heye, bi awayekî taybet, ku nifşê piçûktir rastî hînkirinê were, wî ji Diyaruna re got.

Kifşkirina rastiyê

Kampanya weke bersivekê li ser hewldanên Nusrayê tê ya ku dixwaze nasnameya xwe ya rast di rêya sazkirina hevbendiya Tehrîr Şam re veşêre û diyar e ku ew xwe dûrî Qaidê dixe, wî got.

Wê navê û şêweyê xwe guhert daku hebûna xwe li herêmê biparêze piştî ku ew weke rêxistineke terorîst ji aliyê civaka navdewletî ve hat destnîşankirin, wî anî ziman, ew hewldaneke zelal e daku nehêle ew ji hevpeymaniyê re bibe armanc.

Budceya kampanyayê xweser e û ew xwe dispêre hewlên endamên xwe, Idlibî got. Ew peyama xwe di rêya medyaya civakî, nîvîsîna li ser dîwaran û posterên li deverên ku gelek xelk lê hene tên daleqandin belav dikin, mîna dergehên mizgeftan û dibistanan.

Çalakvanên ciwan kar dikin daku peyama xwe li herêmê belav bikin, di nav de Idlib, Kefer Nubul, Sermîn, Etarib, Maeret Numan û Seraqib, wî got.

Di rêya nivîsandina li ser dîwaran li van deveran, ew bang li xelkê dikin daku bi miyanrewbûnê reftar bikin, dûrî tundrewbûnê bikevin û vegerin zanyariyê daku li dijî fikrê tundrew rabin.

Herwiha ew tînin bîra xelkê ku miyanrewbûn dê serkeftinê ji gelê Sûrî re bîne, Idlibî got, wî bal kişand ser wê yekê jî ku xelkê bi awayekî baş pêşwaziya kampanyayê kir û ew bûye mijara giftûgoyan, xelk her û her behsa wê dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500