Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî haziriya êrîşa rojavayê Enbarê dikin

Xalid Ta'î

Hêzên artêşa Iraqî haziriya şer dikin beriya operasyona derxistina "Dewleta Îslamî" ji rojavayê Enbarê. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Lîwayê 41ê yê artêşa Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên artêşa Iraqî haziriya şer dikin beriya operasyona derxistina "Dewleta Îslamî" ji rojavayê Enbarê. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Lîwayê 41ê yê artêşa Iraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên hevbeş amadekariya destpêkirina êrîşeke mezin li ser dawîn asêgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Enbarê dikin, berpirsiyarekî Iraqî roja Sêşemê (12ê Îlonê) got.

Yekîne -- ku ji hêzên artêşê, polîs û şervanên êlan pêk tên -- ketine tevgerê û balafirên şer ên Iraqî û hevpeymaniyê bi giranî asêgehên DAIŞ bombebaran dikin.

"Roja Duşemê, min serdana Hedîsa kir û ez bi gelek serokên êlan û hêzên serbazî re civiyam," cîgirê parêzgarê Enbarê, Elî Ferhan, ji Diyaruna re got.

Wî got ku hemû amadekarî hatin piştrastkirina beriya destpêkirina operasyoneke berfireh bo rizgarkirina bajarên rojavayî Anah, Rewa û Qaim ji DAIŞ.

"Hejmarên mezin ji wesayît û yekîneyên şerker gihştibûn Hedîsa û haziriyên xwe dikirin ku bi dirêjahiya xeta kontakta bi dijmin re li nêzî Anahê cih bigrin," wî got.

Wî got ku yekîneyên ji artêşê, fewcên bersivdayîna bilez û polîsên fedral li serbazgeha Eyn Esed li nêzî Bexdadî bi cih bûne di çarçoveya amadekariya ji cengê re.

Hêzên êlan dê rolê di cengê de bilîzin

Ferhan got ku yekîneyên şervanên êlan jî gihiştine serbazgehê, ew ji Remadî, Felûca û beşên din ên Enbarê hatine, bo piştgîrîkirina operasyonê.

Hêzeke ji 1,500 şervanên êlan, piraniya wan ji deverên rojavayê Enbarê yên hîna li jêr kontrola DAIŞ in, herwiha hatiye damezrandin, wî got.

"Wê yekîneyê rahênaneke têr li ser skîlên şerkirina di rewşên herî dijwar de dîtiye, û dê endamên wê xedan rolele sereke bin di vegerandina deverên xwe û qayimkirina ewlehiyê li wan," Ferhan got.

Wî got ku dê Fermandariya Hêzên Hevbeş dê demekê ji destpêkirina operasyonê re deyne û da zanîn ku "li gorî amadekariyan, xuyayî ye ku destpêkirin di van çend rojan de ye".

"Ez pêşdîtin dikim ew bilez û yekalîker be," wî got.

Ferhan got ku hêzên asmanî yên Iraqî û balafirên şer ên hevpeymaniyê êrîşên xwe li ser çeperên DAIŞ zêdetir kirine, û wan vê haftiyê çendîn cih bombebaran kirin.

Êrîşên asmanî kargehên ku otombîlên bombekirî têde dihatin sazkirin wêran kirin û bi dehên kesên ku ji wan re dibêjin "inxîmasî" kuştin -- inxîmasî jî ew êrîşkarên xwekuj in ên ku xwe di nav rêzên dijmin de diçînin.

"Gelek çekdarên DAIŞ ên ku li Telefer, Mûsilê û şerên din şikestin reviyane rojavayê Enbarê, bi taybetî bajarê Qaim," wî got.

Wî got ku raportên ji wan deveran tên dibêjin ku moralê çekdarên DAIŞ "şikestî" ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500