Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çalakvanên Sûrî: Alozî Tehrîr el-Şam dorpêç dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Tehrîr el-Şam li rêbendekê rawestiyaye li parêzgeha Idlibê li Sûriyê. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Endamekî Tehrîr el-Şam li rêbendekê rawestiyaye li parêzgeha Idlibê li Sûriyê. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Tevî ku bazina hundirîn berûvajî vê yekê îdîa dike, hevbendiya Tehrîr el-Şam bi temamî ji aliyê Eniya Nusra ve tê kontrolkirin û ew promosyonkirina bo ajindaya xwe didomîne, çalakvanên Sûrî ji Diyaruna re got.

Tevî baştirîn hewlên hevbendiyên yên nîşandana xwe mîna hevpeymaniyeke ne tundrew, buyerên li ser zemînê nîşan didin ku ew kirasekî nû ye bo Eniya Nusra, rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah got.

Di hevbendiyê de, Eniya Nusra proseya biryardayînê kontrol kiriye bo bêdengkirina dengên dijber ên hêzên din, wî ji Diyaruna re got.

"Dengên wiha vê dawiyê bilind dibin, piştî ku Tehrîr el-Şam hebûna hêzên din li devera Idlibê bidawî anî," wî got.

Xwenîşander bangê li Tehrîr el-Şam, ku hevbendiyeke tundrew e û Eniya Nusra hêza wê ya yekem e, ku ji navçeya Erbîn a Şamê biçin roja 8ê Tebaxê. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Xwenîşander bangê li Tehrîr el-Şam, ku hevbendiyeke tundrew e û Eniya Nusra hêza wê ya yekem e, ku ji navçeya Erbîn a Şamê biçin roja 8ê Tebaxê. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Otombîleke zirxî ku ji aliyê çekdarên Tehrîr el-Şam ve tê ajotin rolê di cengên li hember hevalbendê berê Ehrar el-Şam di Tebaxê de dibîne. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Otombîleke zirxî ku ji aliyê çekdarên Tehrîr el-Şam ve tê ajotin rolê di cengên li hember hevalbendê berê Ehrar el-Şam di Tebaxê de dibîne. [Wêne ji Muhemed Ebdulah hatiye wergirtin]

Ya herî xuyayî di nav dijberiyan de Ehrar el-Şam e, ya ku bi temamî hebûna li jêr banê Tehrîr el-Şam red kir, Ebdulah got.

Tehrîr el-Şam herwiha ligel Nûredîn Zenkî, hêzeke ku ji qonaxa damezradina Tehrîr el-Şam tevlî rêzên wê bû, dicenge.

Serkêşekî Nûredîne Zenkî hate kuştin roja Pêncşemê (31ê Tebaxê) dema ku otombîla wî teqiya çaxê ew di rê de bû ku biçe navçeya Dana li Idlibê, ya ku aniha li jêr kontrola Tehrîr el-Şam de ye.

Nûredîn Zenkî hevbendî bi plankirina êrîşê tawanbar kir.

Ebdulah got ku Tehrîr el-Şam herwiha destêwerdanê di karên dadgehan de dike, ji ber ku serkêşên wê "dest bi arastekirin û derkirina rênmayên guncan ligel polîtîkayên komê kiriye, vê yekê jî hişt ku gelek dadwer, fermanber û zanayên oldar dest ji kar berdin".

Wî got ku ev eşkere dike ku Tehrîr el-Şam dest daniye ser proseya biryardayînê, ew bi taybetî jî xistiye di destên alîgirên Eniya Nusra de.

Wî got jî ku îstîfayên berçav ji encama vê yekê peyda bûne ku tevahiya stafê dadgeha Darat Îza li gundewarên rojavayî yên Helebê lixwe girt -- 19 dadwer û fermanber.

Tensyon cihê xwe di Tehrîr el-Şam de dikolin

Tensyonê li çendîn başên Idlibê ji aliyekî ve di navbera hêzên çekdar û xelkê de, û di navbera Tehrîr el-Şam hêzên din de derketine, li gorî çalakvanê medyayî Somer Axa.

Endamên Tehrîr el-Şam ên ku beriya niha ser bi Eniya Nusra ve bûn fermanan û îdyolojiyeke gelekî ji yên şêniyan cuda disepînin, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ligel cudahiyên bingehîn têkildarê armancên siyasî, yekîneyên çekdar ên Eniya Nusra meraqdar in ku hukmên şerîetê bi awayekî yekalîker bên bicihanîn.

Gelek bawer dikin ku "Eniya Nusra bi tenê bi wayekî demkî kirasê xwe guhertiye daku xwe li jêr navê Tehrîr el-Şam biparêze, lê hinek hêzên biçûktir ligel xwe hiştine bo vê zîrekiyê bidomîne", wî got.

"Gelek texmîn dikin ku Eniya Nusta dest bi sepandina rênimayên taybetmend bi cilan bike û çixareyan û internetê qedexe bike, ligel gelek [kiryarên din], û hinek ji van nîşanan li ser zemînê tên dîtin," wî got.

Hemû hêzên li jêr sîwana Tehrîr el-Şan bandora wan daketiye, "heta wê radeya ku gelek serkêşên hêzan û berpirsiyarên serbazî yên ku tevlî Tehrîr el-Şam bûn baştir dîtin ku jê derbikevin", Axa got.

"Ew hatin bi dûrxistin, û hemû pileyên serkirdatiyê ji aliyê mîr û berpirsiyarên Eniya Nusra hatin birin," wî da zanîn.

Wî got ku ji serkêşên van hêzan re eşkere bûye ku Tehrîr el-Şam hatiye damezrandin bo destpêkirina projeyeke niştîmanî bo Sûriyê, lê belê bo ku qelbaxekî ji Eniya Nusra re peyda bike, daku ew bê dîtin ku mîyanrew e û ligel hemû hêzan dixebite.

Cudahiyên îdyolojî yên gelek

Salih Hama, endamekî damezrînerê Eniya Nusra ye, ji komê hat derxistin piştî ku ew ligel nepejirîna serkêşê Eniya Nusra Muhemed Colanî ya şerkirina li hember "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ne hevkok bû.

Piştî derxistina wî ji Eniya Nusra, Hama, yê ku di medyaya civakî de wekî "Us El-Sîraa li Şamê tê naskirin", dest bi parvekrina dîtinên xwe di medayayî civakî de kir.

Postên wî tevlîheviyeke rasteqî di nav endamên Eniya Nusra de peyda kiriye, bi taybetî derbarê têkiliyên Eniya Nusra û DAIŞ, girêdana bi Qaîdê re, û têkiliyên bi çekdarên biyanî re.

Di bersiva pirsa gelo Tehrîr el-Şam bo berjewendiyên gelê Sûriyê kar dike, Hama ji Diyaruna re got ku hevbendî "bi dijwarî pêgeheke îdyolojî ya homogînos e".

Di nav hevbendiyê de, wî got, dora "40% ji endamên wê ajindayeke niştîmanperwer a serbazî ya şoreşger dişopînin, 50% wendayî ne di navbera pêvajoyên kevin û nû de -- pêvajoya nû ji aliyê 40% ve tê şopandin -- û bi tenê 10% pêbendî îdyolojiya kevin in".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500