Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Iraq kampekê ji awareyan re li Hedîsayê ava dike

Xalid Ta'î

Karmendek di Wezareta Koç û Koçberan de alîkariyê ji zarokên aware re li kampa Kîlo-18, li rojavayê Remadîyê, dabîn dike. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan]

Karmendek di Wezareta Koç û Koçberan de alîkariyê ji zarokên aware re li kampa Kîlo-18, li rojavayê Remadîyê, dabîn dike. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan]

Hikûmeta Iraqî kampekê ava dike daku pêleke pêşbînkirî ji sîvîlên aware bihewîne, sivîlên ku ji bajarên rojavayê Enbarê direvin berî şerên bê yên ji bo derxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji van deveran.

Kamp dê li Hedîsayê were avakirin û ew dê karibe bi hezaran nişteciyên aware bihewîne, nişteciyên ku ji bajarokên sînorî, Anah, Rawa û Qaim direvin, serokê encumena şarederiya Hedîsayê Xalid Selman ji Diyaruna re got.

Plan piştî gotûbêjên berfereh hat ragihandin derbarê awayên misogerkirina serkeftina hewldanên mirovî di nav operasyonên serbazî de.

Di 22ê Tebaxê de, şandeyek bi serokatîya Wezîrê Koç û Koçberan Casim Mihemed Caf serdana Hedîsayê kir daku bi Fermandariya Operasyonên Cezîrê li Enbarê û birêveberiya xwecihî ya bajar re bicive.

"Lihevkirinek heye ji bo temamkirina hemû amadekirinên pêwîst daku alîkariyê bi malbatên reviyayî re bikin û penageheke ewle ji wan re dabîn bikin," Selman got.

"Wezîr biryar da ku kampê li bajarê me ava bike ji ber nêzîkbûna wî ji qadên şer, û ji ber ku ew bi awayekî baş ewle ye," wî şîrove kir.

Di destpêkê de, kamp dê penayê ji bêtirî 500 malbatan re peyda bike û kamp dê were ferehkirin daku hejmareke mezintir bihewîne dema pêveçûna şer, wî got.

"Herwiha wezaret xwe amade dike daku kampa nû bi her tiştî dabîn bike, kampa ku ya yekem e li Hedîsayê, daku hemû pêdiviyên hewarçûnê pêk bîne, herwiha hewcedariyên lezgîn ji welatiyên aware re peyda bike," Selman got.

Her roj, nişteciyên rojavayê Enbarê ji malên xwe direvin, wî got.

"Piraniya wan ber bi bajarê Rutbayê ve diçin, cihê ku ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqî ve tên pêşwazîkirin, yên wan vediguhêzin kampên penagehê yên mezin li parêzgehê," wî got. "Hinek ji awareyan ber bi Hedîsayê ve diçin daku bi xizmên xwe re yan di maline demkî de bijîn."

Heta aniha wezaretê 17,000 selikên xwarinê şandine Hedîsayê.

Hawarçûna malbatên reviyayî

Biryara avakirina kampekê li Hedîsayê "gaveke parêzî" ye ya ku dê hawarçûnê ji nişteciyên reviyayî re dabîn bike, Mihemed Reşîd got, ê ku serokatiya Rêveberiya Koç û Koçberan li Enbarê dike.

Kampa nû dê barê li ser pişta kampên li Amiriyat Felûcayê û Hebaniyayê sivik bike, kampên ku pêşwaziya bi dehan malbatên aware ji beşê rojavayê Enabarê kirine, wî ji Diyaruna re got.

"Asta amadebûna me bilind e û em dikarin bi awayekî lezgîn hewcedariyên wan kesên ku nû aware bûne peyda bikin bi rêya dabînkirina cihê rûniştinê û hemû xizmetên guhdanê," Reşîd got.

Wî nîşan da ku 180,000 ji 350,000 malbatên ku ji ber DAIŞê aware bûbûn vegeriyane malên xwe li bajarên rizgarkirî li Enbarê.

Ji wî çaxî ve, hema bêje hemû nişteciyên aware yên ji bajarên Hît û Kebîsayê vegeriyane û bêtir ji 80% vegeriyane Remadî, Felûca û Keramayê, endamê komîteya encumena parêzgeha Enbarê, Racih Berekat el-Eyfan got.

"Biryar e ku kamp li Hedîsayê were avakirin ku dikare hejmareke tam ji 2,000 malbatan bihewîne," wî ji Diyaruna re got.

Wezareta Koç û Koçberan plan dike ku kampeke din li devera Kîlo-18 veke daku gelek malbatên aware bihewîne, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500