Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî haziriya cenga Hewîcayê dikin

Xalid Ta'î

Di wêneyekî ku roja 9ê Adarê hatiye belavkirin, şervanên êlan tên dîtin ew beşdarî sêşineke rahênanê dibin. Hêzên Iraqî û yên êlan niha xwe ji êrîşeke bo rizgarkirina bajar re ji "Dewleta Îslamî" hazir dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya fermandarê hêzên êlan Şêx Wesfî Asî hatiye wergirtin]

Di wêneyekî ku roja 9ê Adarê hatiye belavkirin, şervanên êlan tên dîtin ew beşdarî sêşineke rahênanê dibin. Hêzên Iraqî û yên êlan niha xwe ji êrîşeke bo rizgarkirina bajar re ji "Dewleta Îslamî" hazir dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya fermandarê hêzên êlan Şêx Wesfî Asî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî haziriya cengekê dikin bo derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji dawîn asêgeha wê ya bajarî li Iraqê, berpirsekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Hikûmeta Iraqî roja Înê (1ê Îlonê) planên bo destpêkirina êrîşekê bo vegerandina bajarê Hewîca li parêzgeha Kerkûkê eşkere kir, AFP belav kir, rojekê piştî serkeftina hêzên Iraqî divegerandina Teleferê de.

Hêzên Iraqî aniha DAIŞ ji hemû herêmên Iraqî ji bilî Hewîca û sê molgehên din li parêzgeha Enbarê li nêzî sînorê bi Sûriyê re derxistine.

Beriya cengê, hêzên asmanî yên Iraqî belavok li ser hewîca barandin, û ji şêniyan re dibêje ku serkeftina Iraqî li ber deriyê malê ye û wan şîret dike ku xwe ji komên çekdarên DAIŞ dûr bikin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş got.

Belavokan du bijare dabûne pêşiya çekdarên DAIŞ: yan xweradestkirin yan jî mirin

Êrîşa Hewîca dê ji aliyê yekîneyên şerker ên hevbeş ku ji hêzên Iraqî û şervanên êlan pêk tên were pêkanîn, bi piştevaniya hêza asmanî ya hevpeymaniyê.

"Em pêşbînî dikin ku cengeke demkurt be," endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Burhan Asî roja Sêşemê (5ê Îlonê) ji Diyaruna re got.

"Rast e DAIŞ dora nîvê parêzgeha Kerkûkê kontrol dike, ligel hewîca û hawîrdora wê, lê bi giştî ew devereke gundewarî ye û hêsan ku gundên wê bên rizgarkirin," wî got. "Şênî li wir in, li gorî çavkaniyên me, em bi tînahî çaverêya cenga rizgarkirina wê dikin."

Şêniyên deverê "ji her paşxistinekê tirsdar in ji ber ku ew dê wan rastî westiyaneke nû ye", wî got, û da zanîn ku "wan bi êrîşeke li ber derî bihîst, lê ew qet materyalîz nebû".

"Roj bi roj, zehmetiya şêniyên deverê zêde dibe," wî got. "DAIŞ tawanan derheqê wan encam dide ji sê salan ve, û kiryarên wê yên tepeserkirinê her diçe berferehtir dibin."

Rêkarên bo parastina sivîlan

Asî bang li artêşê kir hejmareke bes ji rêçikên ewle ava bike bo bihêlin xelkê dorpêçkirî birevin beriya ku ceng destpê bike.

"Gelek sivîl hene, herî kêm 100,000 kes in ji hemû temenan," wî got. "Her rêkareke gengaz dê bê girtin bo ew werin parastin û rê nede ku ew ji aliyên terorîstan weke mertalên mirovî werin bikaranîn."

"Hinek ji xelkê neçar man ku li bajar bimînin, û ew rastî zêdegaviyan li ser destê DAIŞ hatine ji ber ku ew xwedan bexçe, maşînên çandiniyê yên nirxdar in, û çolên mezin ên xwedîkirina sewalan in," wî got.

"Em hêvî dikin ku şer bandorê li ser jiyana xelkê û milkên wan neke," wî got jî.

Derbarê çekdarên DAIŞ, Asî got, "raport nîşan didin ku ew di rewşeke derûnî ya xerab de ne û ew tarûmar bûne ji ber şikestinên wan ên li pey hev".

"Lê ew vê yekê vekirî ji xelkê re xuyayî nakin," wî got jî, û di cihê wê de "ew nîşan didin ku hîna hêza wan têr dike ku ew wan teror bikin".

Rizgarkirina Hewîca dê mezintirîn jêdera gefa li ser bajarên cîran jinav bibe, nexasim Kerkûk, Tikrît, û Samara, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500