Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Kurd endamên DAIŞ li bakûrê Telefer dikujin, digrin

Xalid Taî

Hêzên Pêşmerge hejmareke çekdarên "Dewleta Îslamî" yên ku hewil didan bi dizî drebasî Sûriyê bibin daku asêkirinên hêzên Kurdî qut bikin, girtin. [Wêne ji rûpela Facebook a Medyaya Rojavayê Dîcla hatiye wergirtin]

Hêzên Pêşmerge hejmareke çekdarên "Dewleta Îslamî" yên ku hewil didan bi dizî drebasî Sûriyê bibin daku asêkirinên hêzên Kurdî qut bikin, girtin. [Wêne ji rûpela Facebook a Medyaya Rojavayê Dîcla hatiye wergirtin]

Hêzên Pêşmerge bi dehên çekdarên "Dewleta Îslamî" ku hewil didan ku bi dizî derbasî Sûriyê bibin kuştin û girtin, fermandarekî Peşmergeyan roja Çarşemê (30ê Tebaxê) ragihand.

Ew ji bajarê Eyadiyêa, bakûrê Telefer, derketin,cihê ku şerên dijwar li wir diqewime ji bo vegerandina asêgeha dawî ya DAIŞ li parêzgeha Nînewayê.

Tabûrê 8ê yê Hêzên Pêşmerge "herî kêm 130 terorîstên DAIŞ kuştine û 12ên din weke zindanî giritn", fermandarê tabûr eqîd Luqman Brahîm got.

Neh ji kesên girtî çekdarên biyanî ne, piraniya wan Afxanî û Çaçanî ne, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku çekdar ji şerê li Eyadiya reviyan, û wan plan danîbû ku bi dizî derbasî Sûriyê bibin ji bakûrê Şengalê ve, û ji wir xwe bighînin Rebîayê li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê.

Hêzên Pêşmerge li ser devera di navbera Şengal û Telefer bicihkirî ne daku ji DAIŞ bervaniya bajar û gundên ku dawiya sala 2015an hatine rizgarkirin li bakûr û rojavayê bakurê Nînewa bikin.

"Di destpêkê de, me agahiyên istixbaratî wergirtin ku girûpeke terorîstên DAIŞ ber bi axbendên me ve dihatin daku êrîşî wan bikin," Brahîm got.

Çekdar plan dikirin ku asêgehên Pêşmerge qut bikin daku bigihin Sûriyê, wî got, ji ber ku ev rêya revê tenê 45 kîlometran ji Ayadiya dûr e.

"Dema ku me agahî wergirtin me xwe ji şer re amade kir," wî got. "Terorîstên ku direviyan şeva Duşemê gehiştin û pevçûn dest pê kirin û bi şikestina wan bidawî hatin."

"Dema ku rizgarkirina Ayadiyê temam dibe, bostek erd di destê DAIŞ de li parêzgeha Nînewa namîne," Brahîm got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav ! Ez dixwazim nûçeyên herî dawî derbarê referandûma Kurdistanê bibînim.

BERSIV BIDE