Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî rahênanê li ser operasyonên derûnî werdigire

Xalid Ta'î

Endamek ji Firqeya Besivdayîna Lezgîn ya girêdayî hêzên Îraqî, radyoya bêtêl li derveyî hemvî bikar tîne di dema pêşketinê li dijî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê di 6ê Gulanê de. [Fadil Sina/AFP]

Endamek ji Firqeya Besivdayîna Lezgîn ya girêdayî hêzên Îraqî, radyoya bêtêl li derveyî hemvî bikar tîne di dema pêşketinê li dijî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê di 6ê Gulanê de. [Fadil Sina/AFP]

Wezareta Berevanîyê ya Îraqî ji kadirên leşkeran re rahênana operasyonên derûnî pêşkêş dike daku alîkarîya wan bike ku di şerê xwe de yê li dijî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) bi ser bikevin.

Kors ji alîyê rahênerên Îraqî û pispor û şêwirmendên biyanî tên hînkirin, ên ku semîneran derbarê medya, propaganda û cenga derûnî de didin, birêveberê wezareta medyayê liwa Tehsîn Xefacî got.

Ev kors dê berdewam bin heta dawîya vê salê, wî ji Diyaruna re got.

"Hêzên hevpeymanîyê em bi kadirên ranênanê yên ciywaz û amûrên teknîkî dabîn kirin, herwiha wan em bi lêkolîn û vekolînên pêşketî derbarê zanistên derûnî de jî dabîn kirin," wî got.

"Rahênana karnameya xwendinê girêdayê bi çawa şerê propaganda û ragihandina çewt ya ku ji alîyê DAIŞ ve tê belavkirin û gotegotên dijber bikin," wî anî ziman.

Herwiha rahênan girêdayî ye bi "rêberîya fêrvanan dike û jêhatî û karînên wan bilind dike daku bi awayekî biserketî karibin li hember bandorên derûnî yên [cengê] rawestin û rêbazên çalak helbijêrin daku moralê dijmin nizm bikin", Xefacî got.

"Em hêvî dikin ku di rêya vî programî de bêtir ji 300 derçûyî bibin daku di nav kadirên ku derbarê cenga derûnî de pispor in bin û daku em ji pisporîya wan sûdê bigirin di amadekirin û rahênana gelek endamin din," wî got.

Ev şêweyê rahênanê bi awayekî mezin bi pêş ve diçe û pêşbînî heye ku berdewam bike, wî anî ziman, "bi taybet gava ku hikûmet guh dide vî şeweyê rahênanê ji ber rola wî ya badorbar di pêkanîna serkeftinê li dijî komên terorîst".

Tektîkên nû ji qada şer e

Di şerê Mûsilê de, Xefacî got, wezaretê"şêwazekî nû şopand, wê giranî da ku operesyonên şer û yên derûnî".

Wî got ku vê yekê sekeftin misoger kir

Tektîkatên derûnî roleke girîng di şerê li dijî DAIŞ de gerandin, pisporê ewlekarî Saîd Ceyaşî ji Diyaruna re got.

"Du rehend ji vê rolê re hene," wî şîrove kir."Yê yekem li dijî dijmin tê arastekirin daku moralê endamên wê kêm bike û tirsê û xemgirîyê bixe nav wan de û wan ji hundirû ve ji hev bixe."

Yê duyem "rehendeke wî yê erênî heye", ew armanc dike ku mejîyê şervanên me geş bike, erk û mebesta wan zelal bike û ji alîyê derûnî ve wan ji bandora propaganda dijmin biparêze".

Hikûmrt guhdaneke mezin dide pêdivîya dabînkirina piştgirîya derûnî û operesyonên rahênana derûnî ji hêzên me re, Xefacî got.

Programê rahênana serbazî yê nû "stûnê yekem e di avakirina şêwazê derûnî yê sîstematîk di çarçoveya planeke hevgirtî de".

"Hîn em di pêngava sazkirina vê tekoşîna pisporî de ne, ya em hewl didin ku em ku di hundirê sîstema serbazî de bibe tekoşîneke sazemenî," wî anî ziman.

'Encamên bi kwalîte'

Ceyaşî encamên qualîte ji operesyonên derûnî re yên bi şerê Mûsilê re hevrê bûn rastnîşan kir.

"Ev cara yekem e, em bi ser dikevin ku em van operesyonan di qada şer de bikar bînin û me encamin baş bi dest xistin," wî şirove kir.

"Me karîbû em moralê dijmin di rêya peyamên yekser re kêm bikin, peyamên ku hiştin gelek endamên dijmin çekên xwe bavêjin û radest bibin, herwiha hişt ku yên din jî veşartgeh û asêgehên xwe yên mayî kifş bikin, wî got.

Fermandarîya Operesyonên Nînewayê biryar da ku xwe bispêre amûrên zexta derûnî di şerê dijî endamên DAIŞ de, ji ber çalakîtîya wan ya mezin di şerê Mûsilê de", berdevk, emîd Fîras Beşar Sebrî, got.

"Me gelek amûrên zextê di şer de bikar anîn, amûra herî girîng weşana stasyona radyoyê ya ku li ser lereyekê tê weşandin ku digihe Mûsil û derdora wê," wî got.

Piştre Hêzên Îraqî ji niştecîyên Mûsilê nas kirin ku stasyonê endamên DAIŞ aciz kirine,"ên ku dixwazin cihê wê nas bikin û wê bikin armanc", wî got.

"Di qada şer de, me bang û peyam bi megrefonan şandindi çarçoveya şeş kîlomitran de," wî anî ziman, tiştê ku moralê endamên DAIŞ lerizand û hişt ku hin ji wan ritbeyên xwe yên serbaî bişkînin û radest bibin yan jî hewl bidin ku birevin.

Belavokên ku balefiran avêtin roleke sereke di misogrkirina niştecîyan de gerand û ew ber bi korîdor û warên ewle ve dibirin, Sebrî got.

"Ev serkeftinê hişt bandorek çêbibe, me han dide ku em di şer de guh bidin alîyê derûnî," wî got, wî behsa rola rahênanê ya girîng di berxwedanê de kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500