Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsyar: Rizgarkirina lezgîn a Teleferê lawazîya DAIŞ nîşan dide

Xalid Ta'î

Hêzên Îraqî di Kolanê Teleferê de dimeşin piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ). [Wêne ji rûpela Facebookê ya Tevgera Rizgarkirina Teleferê hatiye wergirtin].

Hêzên Îraqî di Kolanê Teleferê de dimeşin piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ). [Wêne ji rûpela Facebookê ya Tevgera Rizgarkirina Teleferê hatiye wergirtin].

Hêzên Îraqî bajarê Teleferê bi lez rizgar kirin, ev yek jî çewtîya hêza ku rêxstina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) angaş dike nîşan dide, fermandarekî serbazîyê Îraqî îro Sêşemê (29êTebaxê) got.

Hêzên Îraqî hemû taxên Teleferê, li rojavayê parêzgeha Nînewayê, vegerandin.

Nîşanên hilweşanê di refên çekdaran de diyar bûn di saetên pêşîn ji şerê rizgarkirinê.

"Weke ku me pêşketin pêşdîtin kiribû, şer bêtir ji 10 rojan berdewam nekir," Fermandarê Operesyonên Nînewayê liwa Necmedîn Ciburî got.

Aniha şer li bajarokê Ayadiyê dijwar e, 15 kîlometeran dikeve bakurê Teleferê, cihê ku hêzên Îraqî roja Duşemê bi şerekî dijwar mijûl bûn bi komên dawî ji çekdarên DAIŞ re yên ku li Nînewayê mane.

"Terorîstên DAIŞ dê demeke dirêj nemînin, dibe ku di nav çend rojan de eger ne kêmtir, berî em Ayadiyê rizgar bikin," Ciburî ji Diyaruna re got.

"Hêzên Îraqî ji sê eniyan ve êrîşî Ayadayê kirin di nava rewşa hilweşandina moralan di nav refên çekdarên DAIŞ de," berdevkê fermandarîya operesyonên hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Hêzên Îraqî heta aniha kontrola du gundan dikin û pêşveçûna xwe dewam dikin bi piştgirîya hêzên asmanî yên Îraqî û balafirên şer ên heveymanîyê û tabûra tankên abrams ya artêşa Îraqî, wî got.

Êrîşên asmanî yên gelek yên berî şerê Teleferê karînên DAIŞ ên mirovî û madî hilweşandin, Cibûrî got, wî anî ziman jî ku herwiha dorpêçkirina Teleferê ya ku neh mehên bihûrî berdewam kir alîkarî bi zûkirina serkeftinê re kir.

"Zûbûna ku serkeftin pê hat bidestanîn derewa hêzdariya DAIŞ nîşan da," wî got."Rêxistin ne tişteke ew tenê pilingekî kaxezî ye."

Dawîya DAIŞ ji ber parçebûna navxweyî hate

"Moralê çekdaran bi awayekî mezin bi parçebûna di navbera çekdarên biyanî û xwecihî de hat bibandorkirin, ya ku berî şer dest pê bike zêde bû," li gorî Cibûrî.

Gelek çekdarên DAIŞ tercîh dikin ku ji şer birevin, çekdarên biyanî li meydanê dihêlin daku tenê şer bikin, wî got.

"Sekeftina li Teleferê dê dawîya DAIŞ li Îraqê zû bike," wî got.

"Ev pêkanîn bidestxistineke sincî ye ji hêzên me re, ew wan han dide ku şer berdewam bikin ji bo bosta dawî ji erdên me yên dagirkirî rizgar bikin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500