Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pevçûnên dijwar li molgeha dawî ya çekdarên DAIŞ li Telefer

AFP

Dûman bilind dibe di demekê de ku hêzên Iraqî li nava bajarokê Teleferê bi pêş dikevin piştî ku hikûmeta Iraqî operasyona vegerandina bajar ji "Dewleta Îslamî" ragihand, di 25ê Tebaxê de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Dûman bilind dibe di demekê de ku hêzên Iraqî li nava bajarokê Teleferê bi pêş dikevin piştî ku hikûmeta Iraqî operasyona vegerandina bajar ji "Dewleta Îslamî" ragihand, di 25ê Tebaxê de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî roja Duşemê (28ê Tebaxê) ketine pevçûnên dijwar de li nêzîkî Telefer ligel molgeha dawî ya çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Nînewa ya dikeve bakurê welat.

Rojnamevanekî AFP pevçûnên dijwar ên ku hêzên hikûmeta Iraqî li dijî çekdarên DAIŞ li bajarokê Eyadiyê dikirin, 15 kîlometran li bakurê Telaferê, dîtin.

Hêzên Iraqî, polîs û hêzên taybet hemû navçeyên li nava Teleferê roja Yekşemê kontrol kirin, Piştî hefteyekê ji destpêkirina êrîşa wan a dawî li dijî asêgeha DAIŞ.

Operasyonên paqijkirinê berdewam bûn û dihat çaverêkirin ku Serokwezîr Heyder Ebadî di demeke nêzîk de bigihe bajar daku "rizgarbûna" wî ji DAIŞ rabigihîne.

Tê texmînkirin ku kesên ji nava Telafer reviyabin Eyadiyê, ku dikeve li ser rêya navbera bajar û sînorê Sûriyê, dixwazin helwesteke dawî ya bêsûd nîşan bidin.

Tundrewan sê êrîşên xwekujî bi rêya otombîlên bombekirî sibeha roja Duşemê pêk anîn û dûmanê ku ji bajar bilind dibû dihat dîtin ji encama êrîşên ku ew ji bo piştgiriya hêzên bejayî tên pêkanîn.

"Hêzên Iraqî erkê xwe bi rizgarkirina Telefer temam kirin," berdevkê Fremandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Niha operasyonên paqijkirinê li taxên nişîn, avahiyên bazirganî û zona pîşesazî hene, ji bo lêgerînê li endamên veşartî yên DAIŞ, wî got.

Ew herwiha mayînan radikin û otombîlên bi teqemeniyan barkirî pûç dikin.

"Artêş niha li molgeha dawî [li nêzîkî Telefer] şer dike berî ragihandina Nînewa parêzgeheke bi temamî rizgarkirî ye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500