Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Cezane nû li ser alîgirên Feyleqê Pasdaran hatin sepandin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê pişta xwe bi qeyikên êrîşkirinê yên bilez girê dide ji bo astegkirina tevgera deryayî ya aborî û ya sivîlan li Kendavê. [Wêne ji nûçeyên Îranî hatiye wergirtin]

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê pişta xwe bi qeyikên êrîşkirinê yên bilez girê dide ji bo astegkirina tevgera deryayî ya aborî û ya sivîlan li Kendavê. [Wêne ji nûçeyên Îranî hatiye wergirtin]

Sepandina cezayên nû li ser kesayetî, dezgeh û torên ku piştevaniya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê dikin girîng e ji bo rêgirtin li tevgerên xirab ên rejîmê li herêmê, pispor ji Al-Mashareq re dibêjin.

Ceza li ser şazdeh dezgeh û kesayetiyan di 18ê Tîrmehê de hatin sepandin ji ber piştevaniya wan ji aliyên Îranî re yan jî tevgera tawankar li derveyî welat.

Kesên destnîşankirî ji aliyê Wezareta Xezîneya Amerîkî ve ji heft dezgehan û pênc kesayetiyan pêk tên ji ber tevlîbûna wan di piştevaniya serbazên Îranî yan Feyleqê Pasdaran, ligel rêxistineke tawankar derveyî welat, a ku baregeha wê li Îranê ye û sê kesên girêdayî wê ne.

Hersê torên destnîşankirî piştgiriya kiryarên serbazên Îranî yan Feyleqê Pasdaran dikirin bi rêya pêşxistina frokeyên bêpîlot û keresteyên serbazî, sazkirin û çakirina qeyikên êrîşkirinê yên bilez, an jî peydakirina alavên elektronîk ji dezgehên ku piştgiriya serbazên Îranî dikin re.

Rêxistina tawanên derveyî welat a destnîşankirî, ligel du karsazên Îranî û dezgeheke girêdayî wan, diziya bernameyeke kompûterê ya ku ji hikûmeta Îranî re hat firoştin rêk xist.

Wezareta Derve ya Îranê herwiha du rêxistinên Îranî ku destê wan di bernameya mûşekên balistîk ên Îranê de hebû destnîşan kirin.

Ceza "yekalîker" bûn

Cezayên ku hatin sepandin li ser kesên ku destê wan di berhemanîna mûşekên balistîk bo Feyleqê Pasdaran de hebû yekalîker bûn, lêkolînerê Navenda Şerq bo Lêkolînên Herêmî û Stratejî Fethî Seyid, ku pisporê karûbarên Îranê ye, got.

"Ev gav ji ber ziyana mezin e ya ku tê çaverêkirin ku ji operasyonên çêkirina çekan derkeve ku dihêlin Îran belavbûna xwe li deverê zêde bike," wî ji Al-Mashareq re got.

Krîzên li Sûriyê û Iraqê eşkere kirin ku aliyên girêdayî Feyleqê Pasdaran li van welatan -- Hizbula û Hêzên Heşda Şaebî -- çekên pêşketî li ba wan hene ku ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin, Seyid got.

"Ji wan reşaşên amadekirî bi nûtirîn sîstemên çavdêriyê û mekanîzmên teqekirina yekser, ligel dronan," wî got.

Ev yek xeteriyeke cidî li ser ewlehiya herêmê çêdike û krîzê dirêj dike, ev yek jî penceyên Feyleqê Pasdaran xurtir dike, wî got jî.

Seyid got ku pêşxistina qeyikên serbazî ji aliyê Feyleqê Pasdaran ve ewlehiya navîgasyona deryayî li Kendavê û Tengava Hurmuz -- ku rêyeke sereke ya bazirganiya navdewletî li herêmê ye -- têxe jêr xeteriyê.

Pêşxistina çekên neyasayî

Du kompaniyên bi navê, Reyan Ruşd û Qeşm Madkendalo, hatin cezakirin ji ber rola wan di berhemanîna materyalan de ji bo piştgirîkirina tedbîrên pêşxistina çekên Feyleqê Pasdaran, li gorî Wezareta Xezîneyê.

Herdu dezgeh piştevanên sereke ji hewlên Feyleqê Pasdaran re ne ji bo pêşxistina çekan, profesorê komunîkasyonê li Zanîngeha Helwan Mehmûd Şahîn, ku herwiha weke şêwirmendê teknîkî ji kompaniya telekomunîkasyona Misrî re kar dike, got.

Li herdu kompaniyan navendên pêşxistinê û lêkolînan ên girîng hene, wî ji Al-Mashareq re got.

Ji ber zêdebûna hejmara malperên ku qedexeya li ser bernameyan radikin li Îranê, Reyan Ruşd "bûye kompaniya sereke ya ku rejîma Îranê bikar tîne ji bo xurtkirina penceyên xwe li ser sektora telekomunîkasyonê", wî got.

Reyan Ruşd bername pêş xistine ku kesayetiyên ku dikevine malperên torên civakî yên ku rejîmê qedexe kirine yan jî kesên ku hewl didin qedexeya li ser malperan rakin an jî têkevin malperên derveyî Îranê bi rêya vekirina şîfreyan destnîşan dike, Şahîn got.

Kompaniyê metodeke dûvçûnê pêş xist ku tîmên ewlehiya înternetê yên Îranî bikar tînin ji bo raportkirina kesên ku bernameyên rakirina qedexeyê bikar tînin, wî got jî.

"Ji ber ku nûçeyên girtina xortan bi rêya bikaranîna vê teknolojiyê belav dibin, hejmara bikarhênerên Facebook, Twitter û vê dawiyê Telegram kêm bûye," wî got, anî ziman ku rejîmê Facebook û Twitter qedexe kirine û çavdêriya Telegram dike.

Azadiya derbirînê li Îranê kêm bûye ji ber vê teknolojiya çavdêriyê, Şahîn got.

Handana berhemanîna çekan

Piraniya kompaniyên teknolojî yên Îranê destê wan di çêkirina çekan de heye bi awayekî ji awayan, pisporê serbazî û efserê xanenişîn ê artêşa Misrî lîwa Telat Mûsa ji Al-Mashareq re got.

Destê kompaniyên berhemhêner ên Feyleqê Pasdaran bi awayekî aktîv di berhemanîna qeyikên bilez û balafirên jidûrvekontrolkirî heye, wî got, ligel reşaşên pêşketî yên ku sensorên elektro-bîn bi wan ve ne.

Ferzkirina cezayan li ser Qeşm Medkandalo ne surprîz bû ji ber ku destê kompaniyê di çêkirina çekan bo Feyleqê Pasdaran de heye ligel hawirdekirina parçeyên pêwîst ji bo vê proseyê, wî got.

Yekîneya lêkolîn û pêşxistinê ya beşê asmanî yê kompaniyê berhemhênera sereke ya teknolojiya balafirên jidûrvekontrolkirî ye, wî got, ku balafirên ku dikarin vîdyo û wêneyên bi kalîteyeke bilind veguhêzin pêş dixe.

Qeşm Medkandalo herwiha karîbû giraniya balafirên jidûrvekontrolkirî kêm bike û matorê wan ê dehfdanê bibandor bike heta wê asta ku teqemenî û mûçekên dûravêj hilbigre, Mûsa got.

"Berhemanîna mûşekên balistîk ji aliyê rejîma Îranî ve bi piştgiriya vê kompaniyê û ya Reyan Ruşd hat handan," wî got, anî ziman ku herdu kompanî bi hev re kar dikin ji bo veguhestina parçeyên sereke ji derve.

Ev yek li ser qeyikên bilez jî tê pêkanîn, wî got, ku niha dikarin dûrahiyên dirêj qut bikin di demeke kurt de, wî got.

Feyleqê Pasdaran ev qeyikên êrîşkirinê yên bilez bikar anîn ji bo astegkirina tevgera azad a bazirganiyê û ewlehiya navdewletî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500