Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Popagandaya DAIŞ hewil dide artêşa Iraqî bibizdîne

Xalid Taî

Efserên Polîsê Federalî yê Iraqî alîkariya niştecihên Mûsilê dikin. Berpirsên Iraqî hemû hewlên kêmkirina asta profesyonela hêzên ewlehiyê şermezar dikin. [Wêne ji rûpela Facebook a Fermandariya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Efserên Polîsê Federalî yê Iraqî alîkariya niştecihên Mûsilê dikin. Berpirsên Iraqî hemû hewlên kêmkirina asta profesyonela hêzên ewlehiyê şermezar dikin. [Wêne ji rûpela Facebook a Fermandariya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

"Dewleta Islamî" (DAIŞ) beşdarî kampanyayeke dijwar bûye ji bo kêmkirina girîngiya artêşa Iraqê bi rêya belavkirina vidyoyên sexte ku îdia dikin leşkerên Iraqî tevlî tawanan li Mûsilê dibin, berpirsên Iraqî gotin.

Kampanyaya rêxistinê ya dawî di medyaya civakî de hat belavkirin di destpêka şerê Mûsilê, wan ji Diyaruna re got.

Lê belê belavkirina derewan ji zû ve beşek ji metoda karê rêxistinê ye.

Di daxuyaniyekê de roja19ê Kanûna Yekemê, hukmeta Iraqî DAIŞ bi belavkirina vidyoyên kevin û çêkirî di medyaya civakî de ji bo çêkirina fîtinê tohmetbar kir.

Di 12 Adarê de, fermandariya operasyonên serbazî daxuyaniyeke hevşêwe belav kir, û piştrast kir ku DAIŞ vidyoyên sexte çêkirine û li ser Internetê belav kirin ji bo xapandina xelkê daku bawer bikin ku hêzên Iraqî binpêkirinan pêk tînin.

Vîdyo bi awayeke giştî bi mobîlan di cihên nenaskirî hatine girtin, û rû û xisletên tawanbaran bi awayekî baş diyar nakin.

Tevî ku kêm diyar in, DAIŞ klîpên wiha bi awayeke profsyonel çêdike daku wan bi awayekî bawerpêkirî diyar bike, Haşim Hesen Temîmî, serokê beşê medyayê li Zanîngeha Bexdayê, got.

Wê bi rêya medyaya dicîtal markêtkirina wan kir daku zû belav bibin," wî ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku bi rêya belavkirina agahiyên sexte, DAIŞ armanc dike ku "navûdengiya hêzên ewlekariyê û serketinên wan bidest anîn têk bibe".

DAIŞ dixwaze ku gumanan derbarê profesyoneliya hêzên zirxî pêk bîne û raya giştî bixapîne, wî got, anî ziman jî ku ew dixwaze "tirsê di nav niştecihên bajarên rizgarbûyî de belav bike û baweriya xelkê bi hêzên hukmetê qels bike".

Peyama xapîner nîgeraniyeke taybet li deverên ku hîna nehatine rizgarkirin pêk tîne, wî got, û tekez li ser pêdviya zêdekirina zanîna derbarê nereseniya van vidyoyan û hankirina xelkê ji bo newergirtina wan bi qîmeta-diyarkirî kir.

Pêdviya bi çavdêrîkirina tundtir

"Berpirsyariya bersivdanê di stûyê Wezareta Komyûnîkasyonê û Desteya Ragihandina Niştîmanî de ye," Parlementera Iraqî Serwa Ebdilwahid, ku di komîteya rewşenbîrî ya parleman de cih digre, got.

"Divê ev herdu dezgeh tedbîrên tundtir bistînin," wê ji Diyaruna re got.

"Divê em çavdêriya vîdyo û wêneyên sexte bikin û destêwerdanê bikin ji bo qedexekirina her malpereke ku xizmeta propagendeya terorîzmê dike," wê got.

"Ev metoda DAIŞ e dema ku sist dibe yan di eniyên şer de dişke," wê got, anî ziman ku rêxistin berê xwe dide belavkirina derewan weke hewlekê ji bo tirsandina xelkê.

DAIŞ medyaya civakî istixlal dike daku destkeftiyên serbazî yên Iraqî bi awayekî nerênî nîşan bide û tohmetên derew li dijî serbazan belav bike, pisporê serbazî Casim Henûn ji Diyaruna re got.

Tevî ku rast e ku hejmareke kêm ji serbazan binpêkirin encam dane, ev tişteke istisnayî ye û ne giştî ye, wî got, anî ziman jî ku desthilatdar yekser mameleyê bi van haletan re dikin.

"Ev kiryar dihatin wesifkirin ku gelekî sînordar in," Henûn got, tekez jî kir ku hikûmeta federal û efserên serbazî kesên berpirs şandin dadgehên serbazî.

Tedbîrên rêgir ên xurt rola wan heye di "rêgirtin li her haletên binpêkirina kesî ku dibe ku çêbibin û piştrastkirin ku ew belav nabin di nav dezgehên serbazî û ewlekarî de", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Nûçeyên baş in û ji kesên ku dişopînin re bisûd in.

BERSIV BIDE