Nûçeyên Iraqê
Penaber

Hezarên sivîlan ji Telefer hatin derxistin

Xalid Taî

Basên Wezareta Veguhestinê bêwaran vediguhizin deverên rizgarbûyî li Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Veguhestinê hatiye wergirtin]

Basên Wezareta Veguhestinê bêwaran vediguhizin deverên rizgarbûyî li Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Veguhestinê hatiye wergirtin]

Hezarên sivîlan ji deverên şer li Telefer bi ewele hatine veguhestin bo kampên bêwaran, Wezareta Veguhestinê ya Iraqî roja Çarşemê (23ê Tebaxê) ragihand.

Di destpêka şerê rizgarkirina Telefer ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) roja Yekşemê, wezaretê hewlek ji bo peydakirina piştgiriya mirovî ji bo niştecihên reviyayî dest pê kir, berdevkê wezaretê Salim Mûsa ji Diyaruna re got.

"Pêncih bas gehştin Telefer û niha malbatên awarabûyî ji eniyên şer li derdora bajar bo navendên niştecihkirina bêwaran vediguhêzin," Mûsa got.

"Di sê rojên borîn de, me karî ku em nêzî 24,000 bêwaran re bi 370 geştiyan ji deverên nêzî eniyên şer derbixin, bi hevahengî ligel hêzên ewlekariyê," wî got.

"Em kar li ser bihêzkirina basên xwedikin daku em bi zêdebûnên awarte yên pêlên awarebûnê bigihin," wî got, anî ziman jî ku wezaret hemû çavkanî ji bo rizgarkirin û alîkarîdana xelkên xwecihî kirinê tevgerê de.

Hêzên Iraqî roja Çarşemê ber bi navenda Telefer ve, û di nav taxa Nûr ve sibehe zû pêşketin hevdem jî balafirên şer li jor difirîn.

Aniha hêz bi temamî kontrola taxên Kîfah, Nûr, û Eskerî dikin, li gorî AFP.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500