Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam mamosteyekî Idlibê îşkence dike û wî dikuje

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Çalakvanê xort Ehmed Abidîn ji bajarê Mearet Numan ji aliyê Tehrîr el-Şam ve hat girtin ji ber ku xwepêşandan li dijî hevbendiya tundrew dikir. [Wêne ji Musaeb Esaf hatiye wergirtin]

Çalakvanê xort Ehmed Abidîn ji bajarê Mearet Numan ji aliyê Tehrîr el-Şam ve hat girtin ji ber ku xwepêşandan li dijî hevbendiya tundrew dikir. [Wêne ji Musaeb Esaf hatiye wergirtin]

Hevbendiyeke ji komên tundrew li bakurê Sûriyê mamosteyek sêdare kir piştî girtina wî bo çend rojan ji ber ku mûçeyê xwe yê mehane ji Wezareta Perwerdeyê distand, çalakvanekî li Idlibê ji Diyaruna re got.

Pişkinînek di laşê qurbanî de eşkere kir ku ew hatibû îşkencekirin berî ku were kuştin, wî got.

Ev bûyer di çaxê zordariya ji aliyê Tehrîr Şam ve tê, ku hevbendiyeke tundrew e di destê Eniya Nusra ya berê de ye.

Çekdarên hevbendiyê di çend rojên borî de xelkê bi awayekî bêserûber digrin weke hewlekê ji bo bêdengkirina herkesê ku li dijî wan e.

Efserê Artêşa Azad a Sûriyê Usama Xudir ji aliyê Tehrîr Şam ve hat îdamkirin piştî salekê ji girtinê. [Wêne ji Musaeb Esaf hatiye wergirtin]

Efserê Artêşa Azad a Sûriyê Usama Xudir ji aliyê Tehrîr Şam ve hat îdamkirin piştî salekê ji girtinê. [Wêne ji Musaeb Esaf hatiye wergirtin]

Lîwayê Iqab (cezakirin) Hikmet Ebdilkerîm Hemûd ji mala wî revand li bajarokê Mexarat Meyzer li gundewarên Idlibê roja Pêncşemê (17ê Tebaxê), çalakvanê medyayî yê Idlibê Musaeb Esafî got.

Du endamên lîwayê hatin destnîşankirin weke du emîrên Tehrîr el-Şam Abidîn û Merwan Herîm, wî ji Diyaruna re got.

Dema ku avêtin ser mala Hemûd, wan tiştên tê de avêtin û li jin, xwişk û kurên mamosteyî da.

"Wan ew bir zindana Iqab a bi xirabiya xwe navdar e û ew tometbar kir ku ligel rejîmê kar dike, ji ber ku ew berdewam bû li ser wergirtina mûçeyê xwe ji Wezareta Perwerdeyê," wî got.

Êvara Yekşemê, nobedariyeke Tehrîr el-Şam malbata Hemûd agahdar kir ku divê laşê wî ji zindanê werbigrin, wî got.

Pişkinînek ji aliyê bijîşkekî xwecihî ve eşkere kir ku ew hatibû îşkencekirin, ji ber ku nîşanên eşkencekirinê li ser hemû laşê wî hebûn ligel nîşanên ku ew rastî şokên elektirîkî hatiye.

Çendîn çalakvan hatin girtin

Ev ne dosyeyeke îzolekirî ye, Esaf got, ji ber ku Tehrîr el-Şam roja Çarşemê efserê Artêşa Azad Usama Xudir sêdare kir û hejmareke mezin ji çalakvanan li Idlibê û derdora wê girtin.

Di nav girtiyan de çalakvanê medyayî Elî Xalid Merhî, Basim Hemûd, operatorekî mûşekên dijî tankan ji Artêşa Azad li Idlibê, çalakvanê medyayî Samir Akta, çalakvanê xort Ehmed Abidîn ji bajarê Mearet Numan, û çalakvanê medyayî Ehmed Basim Henînî ji tîma werzişî ya Kefir Nebil, wî got.

Tehrîr el-Şam roja Şemiyê çar xortên ku ji Medaya aware bûbûn girtin: Rebîh Nasîf, Munîr Namûs, Ehmed Xusin û Yaarub Mihriz.

Hevendiyê herwiha Macid Skaf ji mala wî revand, Ehrem Berhî ji bajarokê Hbeyt, û du xort -- Ebdulla Hac Elî û Ihab Merwan Ferhûd -- ji bajarê Seraqib.

Di nav girtiyan de Hesen Mihemed Merhî, nûciwanek ji bajarokê Eyn Lerûz, ku ji aliyê hevbendiyê ve hat birin bêyî ku sedem werin naskirin.

Esaf got ku vîdyoyek hat belavkirin li deverê ku zilamekî nîşan dide bi navê Mehmûd Zên ku daxwaz ji birayê xwe dike, yê ku berpirsekî Artêşa Azad e, ku pereyan, çekan û cebilxaneyê bide hevbendiyê daku serbest were berdan.

Eger ev yek pêk nehat ew dê were sêdarekirin, wî di kamîreyê re bang kir, di demekê de ku endamekî Tehrîr el-Şam tê dîtin ku kesekî din bi demançeyê sêdare dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500