Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şerê navxweyî rêzên DAIŞ li Rawaya Iraqî dabeş dike

Xalid Taî

Leşkerekî Iraqî li kaxezên ajovanekî li xaleke pişkinînê li Enbarê di nîvê Tebaxê de weke beşek ji kampanyayekê bo girtina çekdarên "Dewleta Islamî" li parêzgehê dinêre. [Wêne ji rûpela Facebook a fewcê bilez ê Enbarê hatiye wergirtin]

Leşkerekî Iraqî li kaxezên ajovanekî li xaleke pişkinînê li Enbarê di nîvê Tebaxê de weke beşek ji kampanyayekê bo girtina çekdarên "Dewleta Islamî" li parêzgehê dinêre. [Wêne ji rûpela Facebook a fewcê bilez ê Enbarê hatiye wergirtin]

Gengeşe û kuştin rêzên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) tevlihev kirine li bajarê Rawa yê li parêzgeha Enbarê, jêderekî xwecihî roja Duşemê (21ê Tebaxê) ragihand.

Şerê navxweyî piştî êrîşên dawî ji aliyê artêşa Iraqî û çekdarên êlan li dijî asêgehên serbazî li derdora bajar tê, ku xesarên giran gihandine rêzên wan.

Rawa, ku sê sal in li jêr kontrola DAIŞ e, niha "şerên germ û bêserûber di navbera çekdarên biyanî û hevtayê wan ên Iraqî de dibîne", şaredar Hisên Elî ji Diyaruna re got.

Fermandarên biyanî 12 çekdarên xwecihî kuştin di çend rojên borî de nêzî pira Rawa, wî got, anî ziman jî ku "rewşa li wir gef dike ku krîzê dijwartir bike".

Tengijî ji ber bersiva qels a çekdaran "li hemberê êrîşên hêzên artêş û êlan ên bi kalîte û jinîşkave pêk hatiye li ser hêlên berevaniya rêxistinê li derodora Rawa," wî got.

Ev êrîş, ku ji biyabanê hatin pêkanîn, êrîşên çavdêrî bûn ku xesarên giran bi rih û pêdawîstan rastî DAIŞ kir, wî got jî.

Êrîşa dawî ji aliyê hêzeke êlan di destpêka hefteya borî de li xaçerêya Rawa pêk hat, ku 11 çekdarên DAIŞ kuştî hişt û du wesayit û çekên corecor hatin şewitandin.

Revandin ber bi Qaim û Sûriya ve

Di encama xesarên wê yên berdewam, rewşa DAIŞ kambax dibe, li gorî Elî, ku bal kişand ku çekdarên rêxistinê bi awayeke berdewam ji Rawa û Ana ber bi navçeya Qaim li rojavayê Enbarê, û hinek heta ber bi Reqaya Sûrî ve jî direvin.

"Tenê hejmareke biçûk ji çekdaran mane, piraniya wan ji neteweyên biyanî, ku xwekuj in," wî got jî.

Bajar jî hema bibêje ji niştecihên xwe vala ye, piraniya wan di mehên dawî de karîn birevin.

Nêzî 20 malbatan hîna li bajar in, Elî got, lê belê ew rastî dorpêçeke fetisîner ji aliyê çekdaran ve tên.

DAIŞ hejmareke mezin ji binpêkirinan li dijî niştecihên Rawa pêk anî, wî anî ziman, di nav de kampanyayên sêdarekirina hejmareke ajovanên teksiyan piştî ku ew bi qaçaxkirina malbatan hatin tohmetbarkirin.

Roja Yekşemê (19ê Tebaxê), sê sivîl ji aliyê rêxistinê ve hatin girtin "bo sedemên nenaskirî", û hîna çarenivîsa wan ne diyar e, Elî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500