Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq bêwaran pêşkinîn dike daku DAIŞên bi dizî derbasbûne bigre

Xalid Ta'î

Endamin ji hêzên ewlekarîyê yên Îraqî weke pasvanan li ser endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên girtî radiwestin. [Wêne ji rûpela facebookê ya Medya cengî ya operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Endamin ji hêzên ewlekarîyê yên Îraqî weke pasvanan li ser endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên girtî radiwestin. [Wêne ji rûpela facebookê ya Medya cengî ya operasyonên Nînewayê hatiye wergirtin]

Berpirsyarên Îraqî li ser sehkirina nasnameyên kesên ji Mûsilê ên ku di welatê xwe de bêwar bûne (IDPs) kar dikin daku endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên dibe ku xwe di nav wan de veşêrin derxin.

Komîteyên hevbeş ên ku ji Wezareta Karê Hundir û karmendên ewlekarîyê pêk tên di hemû kampên bêwaran de kar dikin daku belgeyên kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne seh bikin li gorî databasa endamên DAIŞ ên tên naskirin.

Şêwirmendê ragihandinê yê wezaretê, Wehab Taî, got ku databas ji jêderên istixbaratan û ên ewlekarîyê hatine berhevkirin, herwiha ji raportên polîs yên ku ji alîyê endamên civakê hatin pêşkêşkirin.

"Nav û resmên terorîstan li cem me hene û hûrgahî li ser çalakîyên wan û birêveberên wan di rêxistina DAIŞ de hene, herwiha em em wan kesên ku piştgirîya wan dikin û terorîzmê temwîl dikin jî nas dikin," wî ji Diyaruna re got.

"Piranîyan van agahîyan gihane me di rêya xebatên istixbaratî yên pêşketî re di dema kontrolkirina DAIŞ ji Mûsilê re," wî got.

Karmendên ewlekarîyê bi cil û bergên sivîl bi awayekî nepenî li herêmên li jêr kontrola DAIŞ kar kirin daku agahîyan li ser endamên rêxistinê û çalakîyên wan berhev bikin û wêneyan ji wan re bikişînin gava pêkan be, Taî got.

Wî anî ziman ku wêneyên hatine berhevkirin aniha tên bikaranîn daku endamên DAIŞ nas bikin û wan dadwer bikin.

"Lêpirsîn xwe li rêbaza sîstematîk digire ji bo sehkirina elektronî ji datayên kesane û belgeyan re li hemberî wan datayên ku di databasê de li ser çekdaran hatine barkirin, herwiha daku terorîstan ji resmên wan nas bikin," wî got.

Van pîvanan encam dan ku gelek endamên DAIŞ ên xwe di nav malbatên revîyayî de veşartibûn werin girtin, wî got, bi vî awayî wan rê li ber şanên razayî girtin ku li deverên rizgarkirî werin sazkirin.

Herwiha ew di peydakirina jîngeheke ewle de ji kesên vegeriyayî re beşdarbûne.

Rêgirtin li ber çêbûna şanên razayî

Penageheke ewle ji DAIŞ re nîne, Taî got, wî not kir ku çekdarên ku karîbûn ji Mûsilê ber bi Teleferê birevin "ew xwe amade dikin daku ji welat birevin, li gorî jêderên me".

Sehkirina nasnameyên kesên ku di welatê xwe de bêwar bûbûn alîkarî kir ku planên DAIŞ pûç bikin daku careke din xwe bidin hev piştî têkçûna wan li Mûsilê, pisporekî stratîcî û karmendê serbazî yê Îraqî yê berê Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got.

"Piştî ku terorîst li qadên şer têk çûn, wan hewlda ku bikevin nav malbatên reviyayî weke hewldanekê daku careke din xwe bidin hev û dest bi opereyonên terorî yên nepenî bikin," wî got.

Lêbelê weke encam ji prosedûrên ewlekarîyê re, hêzên ewlekarîyê karîbûn hejmareke mezin ji endamên DAIŞ li hundirê kampên bêwaran bigirin û planên wan ji bo ku herêmên rizgarkirî xilûle bikin têk bibin, wî anî ziman.

Şerîfî piştrast kir ku hewcedarî heye ku hewldanên istixbaratan li dijî terorîzmê berferh bikin.

"Databasa li gel me jêdereke agahîyan a zengîn li ser çekdaran dabîn dike lê helbet ne li ser hemû çekdaran, bi taybet çekdarên biyanî yên ku dibe nasname û paşxanên wan bi awayekî baş nayên naskirin," wî got.

"Divê em heldanên xwe ducar bikin daku em wargeha terorîzmê bigirin û çavdêrîya wê bikin di heman demê de em niştecîyên xwecihî han bidin ku çi agahîyên li gel wan hebin ji me re pêşkêş bikin," wî anî ziman.

Niştecîyên Mûsilê û kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne alîkarîyê bi hêzên ewlekarîyê re dikn di rêya dabînkirina agahîyan li ser endamên DAIŞ û cihên wan, endamê komîteya xizmetguzariyan di encumena parêzgeha Nînewayê Husame Dîn Ebar got.

"Vê dawîyê gelek rewş hebûn ku niştecîyên Mûsilê endamên DAIŞ ên xwe veşartî digirtin û ew didane dest deshilatdarîyan, ev yek diyar dike ku xelk tenê dixwazin di aştîyê û ewlehîyê de bijîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500