Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî dest dideynin ser 13 gundan di roja yekem de ji şerê Teleferê

Xalid Ta'î

Hêzên Polîsê Fedral ber bi Teleferê ve diçin daku di şerê rizgarkirina bajar de ji destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) beşdar bibin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsê Fedral yê Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Polîsê Fedral ber bi Teleferê ve diçin daku di şerê rizgarkirina bajar de ji destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) beşdar bibin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsê Fedral yê Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî dorpêça "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) a li ser 13 gundan li Teleferê rakirin weke beşekî ji êrîşa vegerandina yek ji asêgehên dawî yên DAIŞ li welat.

Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî roja Yekşemê (20ê Tebaxê) destpêkirina operasyona "Em tên, Telefer" daku bajar rizgar bikin ragihand.

Hêzên hevbeş ên Ajansa Dijî terorîzmê, yên polîs û yên artêşê di şer de ligel şervanên xwecihî beşdar dibin, bi piştgirîya balefirên hevpeymanîya navdewletî.

Şer ji her çar alîyên bajar dest pê kir, endamê encumena parêzgeha Teleferê Tariq Ekriş ji Diyaruna re got.

"Di roja yekem de ji şer, hêzên Îraqî karîbûn xetên berevanîyê yên DAIŞ derbas bikin û kontrola pênc gundan li rojavayê Teleferê bikin," wî got.

Wî got ku ew gund ev in: Cebara, Ebraya Biçûk, Ebraya Mezin,Kesir Mihran û Qezel Kuyu.

Dewam jî kir ku heşt gundên din hatin rizgarkirin li rojhilatê Tleferê,di nav wan de Batîşa, Elam, Xefaca, Helebiya Ula, Merazîf, Tel Sembek û Ebû Şaka.

"Berxwedana dijmin lawaz bûye," wî got. "Ev destpêkirineke baş e ya ku mizgînîya serkeftina lezgîn dide."

Asêgeha dawî ya DAIŞ

Telefer asêgeha çekdaran ya dawî ye li parêzgeha Nînewayê, vegerandina wê dê "qezenceke sereke be", pisporekî ewlekarî Fadil Ebû Rexîf got.

Bajar tam li nîvê rêya di navbera Mûsilê û sînorê bi Sûriyeyê re ye li alîyê Reqayê, wî ji Diyaruna re got."rizgarkirina wî dê rêya dabînkirinê ya herî girîng ji DAIŞê re qut bike."

Gelek ji birêveberên berz ên DAIŞ li Teleferê hazir in, wî got, kuştina wan dê derbeke mezin be ji rêxistinê re.

"Li gorî jêderên xwecihî, ev endam, di destpêka şeran de, soz dan ku bi rêxistinê re wefedar bin heta mirinê û xwe amadekirin ku şer bikin û alavên xwe yên nerîtî bikar bînin, mîna xwekujan, otombîlên bomekirî, bombeyên bidestçêkiriî (IEDs) û nîşangiran," Ebû rexîf got.

Wî got ku herwiha wan tunel û penageh kolan û berbest û rêbend ava kirin.

"Lê hêzên me jêhatîyên têr wergirtine daku bi tektîkên dijmin re bide û bistêne," wî anî ziman.

Hate ragihandin ku DAIŞ "belgeyên raz" ên rêxistinê li Teleferê şewitandin daku nehêle bikevin destên hêzên Îraqî de, wî got.

"Ev belge, naveroka wan çi be ferq nake, dê ne bi heman girîngîya 32,000 belgeyên ku hêzên me li Mûsilê berê sê mehan dîtin, belgeyên ku gencîneke bêqam in," wî got.

Belgeyên ku li Mûsilê hatin dîtin agahîyên girîng li ser rêxistina DAIŞê, jêderên wê û xerckirina mûçeyan dabîn kirin, wî got.

Hêzên Îraqî sivîlan diparêzin

Ekriş got ku dora 2,000 malbatan ji Teleferê reviyan di hefteyên berî destpêkirina operesyonê de, wî anî ziman ku hêzên Îaqî amadekirinên pêwîst kiribûn daku sivîlên dorpêçkirî biparêzin.

Wî got ku artêşê lereke radyoyê terxan kir, 104.5 FM, daku niştecîyên xwecihî karibin alîyan û agahîyan li ser rêya revê ya ewle wergirin. Herwiha artêşê hejmareke belaş,195, çêkir, daku hemwelatî karibin agahîyan li ser çi çalakî yan xelkên gumanbar ragihînin.

Endamê encumena parêzgeha Nînewayê Benyan Cerba bawerîya xwe derbirîn kir ku hêzên ewlekarîyê dikarin sivîlan biparêzin.

"Telefer weke Mûsilê gelek niştecîyên wê û taxên kevin hene," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku tirs heye ku çekdar dê bi hazaran xelkê li wir weke mertalên zindî bikar bînin yan dê hewl bide ku wan bikuje yan jîyana wan kesên dixwazin birevin bixe xeterê de.

"Lê bawerîya me bi karînên hêzên me heye ku di van ezmûnên nû de ew bi ser bikevin û jîyana sivîlan biparêzin," wî anî ziman.

Wî got ku hêzên Îraqî pisporîyeke mezin di şerê Mûsilê de wergirtine di warê arastekirina êrîşên asmanî yên bi dîqet de û rêgirtin li terorîstan ku sivîlan bikujin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500