Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xelkê Idlibê hewlên Tehrîr el-Şam bo rewankirina hebûna xwe li Idlibê red dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Sivîline ji parêzgeha Idlib li pêşiya baregeha Tehrîr el-Şam kom bûne ji bo protestokirina girtina xortan piştî ku girûpê meha bihûrî bajar bi temamî kontrol kir. [Wêne ji Sumeya Ednan hatiye wergirtin]

Sivîline ji parêzgeha Idlib li pêşiya baregeha Tehrîr el-Şam kom bûne ji bo protestokirina girtina xortan piştî ku girûpê meha bihûrî bajar bi temamî kontrol kir. [Wêne ji Sumeya Ednan hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam -- ku hevbendeke tundrew e û di destê Eniya Nusraya berê de ye -- promosyonê ji damezirandina "qanûna medenî" li deverên bin kontrola xwe li bakurê Sûriyê dike, çalakvaneke xwecihî ji Diyaruna re got.

Gava dawî ya girûpê bi armanca parastina xwe ye bi rêya qanûna sivîl weke perdeyekê ji kiryarên wê yên terorîst re, li gorî Sumeya Ednan, a ku çalakvaneke alîkariyê ji bajarê Idlib û bernavek bikar anî.

Wê ji Diyaruna re got ku piştî demeke kurt ku Tehrîr el-Şam Idlib bi temamî kontrol kir, girûpê dest bi promosyonê ji bo qanûna medenî li herêmê kir.

Çendîn civîn ligel kesayetiyên bibandor hatin lidarxistin, a herî dawî di 20ê Tebaxê de, ku endamên Tehrîr el-Şam rênima dan kesayetiyên Idlibê ku damezirandina hikûmeteke taybet bo bakurê Sûriyê pêşniyar bikin.

"Lê belê, piştî van civînan, armanca rasteqîn ji vê projeyê eşkere bû," Ednan got, ji ber ku xuya bû ku Tehrîr el-Şam dixwest wê bikar bîne weke perdeyekê bo xwe li pişt veşêre ji ber bangên navdewletî ji bo jinavbirina girûpê zêdetir dibin.

Ednan got ku endamên Tehrîr el-Şam çalakvanên medyayî yên girêdayî xwe li bajar han dan ku promosyonê ji bo hikûmeteke taybet bikin weke destpêşxeriyeke sivîl a ku tu pêwendiyên wê bi girûpê re tune ne.

Pêşniyar redkirî ye

"Pêşniyara ku ji aliyê girûpê ve hat pêşkêşkirin merc datîne ku artêşa bi navê Ceyş el-Şemal [Artêşa Bakur] bi erkê serbazî yê parastina axê [Idlibê] were sipartin," wê got.

Wê got ku ew artêş bi piraniya xwe ji endamên Tehrîr el-Şam pêk tê.

Wê da zanîn jî ku herwiha, girûpê dibêje gerek karê komîte û rêxistinên li deverê di bin serperiştiya rasterast a rêveberiyên taybet de be, ku ji aliyê kesayetiyên girêdayî girûpê ve tên çavdêrîkirin.

"Derbarê sîstema dadwerî, pêşniyar banga vegerandina sîstema dadweriya medenî û dûrxistina sîstema dadwerî [ya girûpê] dike," Ednan got.

Wê got ku Lê belê, kesên berpirs di sîstema dadwerî ya medenî de dê heman berpirsên dadgehên Tehrîr Şam bin, ku ji aliyê berpirsên olî yên tundrew ên Bereya Nusra ve tên çavdêrîkirin.

Redkirina vê pêşniyarê "hema bêje bi piranî" bû, Ednan got, "lê guvaşên ku Tehrîr Şam li ser hinek kesayetiyên bibandor li bajar datîne ji bo derxistina qanûna sivîl daku ji grûpê re weke perdeyekê be astengiyan pêk tînin".

"Bajarê Idlibê encumeneke medenî pêk anî ji bo rêvebirina karûbarên wê di 18ê Kanûna Duyem de, û tu pêwîstî bi pêkanîna tişteke din tune ye bêyî liçavgirtina sedem û armancan," wê got.

Wê got ku xelkê Idlibê hebûn û desthilata Tehrîr el-Şam red dikin, anî ziman jî ku girûp hîn operasyonên girtinê li dijî hemû dijberên xwe pêk tîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500