Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ gefan li hindikahiya Kakeyî ya li Iraqê dixwe

Xalid Ta'î

Komek ji zilamên Kakeyî li gundê Zengel li Deşta Nînewa di dawiya 2015an de ji bo gotûbêjkirina karûbarên gund kom bûne. [Wêne ji Saedî Kakeyî hatiye wergirtin]

Komek ji zilamên Kakeyî li gundê Zengel li Deşta Nînewa di dawiya 2015an de ji bo gotûbêjkirina karûbarên gund kom bûne. [Wêne ji Saedî Kakeyî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqê roja Înê (18ê Tebaxê) tedbîrên ewlekarî li deverên ku Kakeyî li wan niştecî ne tundtir kirin piştî gefxwarina li wan ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve.

"Dadgeha şerîetê" ya DAIŞ li bajarê Hewîca li rojavayê Kerkûkê "fetwayek" derxist ku têde banga kuştina Kakeyiyan kir, ku hindikahiyeke olî ya Kurd e, û endamên wê bêtir li başûrê Kerkûkê û li Deşta Nînewa ne, li gorî çavkaniyên xwecihî.

Ev ferman "ne tiştekî ecêb e ji komeke terorîst re ku îdyolojiya wê kuştin, wêrankirin, û belavkirina parçebûn û tirsê ye", Saedî Kakeyî, muxtarê gundê Zengel ê li Deşta Nînewa, got.

Bi hezarên Kakeyiyan ji gundên xwe bêwar bûn piştî ku DAIŞ ew di dawiya 2014an de dagir kirin, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku hêzên ewlekariya Iraqî gund di dawiya sala par de vegerandin, anî ziman jî ku hemû hatibûn wêrankirin û xelkê wan aware bûn, "ji bilî gundê me Zengel, ku terorîst negihanê".

Tadayî berdewam e

Heta piştî ku DAIŞ ji deverê hat derxistin jî, Kakeyî hîn rastî tadayiyê ji paşmahiyên DAIŞ tên, Kakeyî got.

Wî got ku çardeh sivîl bi rêya bombeyên bidestçêkirî yên ku ji aliyê DAIŞ ve li deverê hatibûne çandin hatin kuştin dema ku vedigeriyan gundên xwe daku li malên xwe binerin.

Wî got jî ku Di 26ê Tîrmehê de, DAIŞ êrîşî malbateke Kakeyî li navçeya Daqûq li başûrê Kerkûkê kir, sê endamên malbatê kuştin û du weke zindanî girtin, ku heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Heman dever hefteya borî rastî êrîşeke tundutûj ji aliyê endamên DAIŞ ve hat li ser bingehên serbazî yên ku şervanên xwecihî ji fewcê Kakeyiyan li wir bicihkirî ne.

Kakeyî got ku êrîş hat pûçkirin, lê bû sedema mirina sê şervanên Kakeyî û heftên din jî birîndar bûn.

Hêzên Iraqî ewlekariyê li hemû gundên Kakeyiyan zêde dikin bi rêya bicihkirina şervanên bêtir, şandina nobedariyan, û danîna xalên kontrolê yên bêtir -- bi taybetî li gundên nêzîkî deverên di destê DAIŞ de.

Kakeyî got ku ev tedbîrên parastinê girîng in ji bo rêgirtin li her êrîşine terorîstî yên mumkin, bang li hêzên Iraqî kir ku şaneyên razayî yên DAIŞ bigrin, ji ber ku metirsiyeke mezin in li ser selametî û seqamgêriyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500