Nûçeyên Iraqê
Medya

Îraq hejmara dawî ya mirîyan di êrîşa Mûsilê de nişan dide

Xalid Ta'î

Tîmên berevanîyê yên sivîl Jîndaran ji bin molozan derdixin piştî şerê rizgarkirina rojavayê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) . [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Tîmên berevanîyê yên sivîl Jîndaran ji bin molozan derdixin piştî şerê rizgarkirina rojavayê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) . [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Berpirsyarên Îraqî kar dikin daku nirxandineke tekûz ji qurbanîyên sivîl re peyda bikin, yên encama êrîşa ku neh mehan berdewam kir ji bo rizgarkirina Mûsilê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Wezareta Berevanîyê aniha datayan berhev dike daku hejmareke fermî ya hemû xisaretan belav bike, birêveberê ragihandinê li wezaretê emîd Tehsîn Xefacî got.

"Em bi Wezareta Tendirustîyê û desteyên hikûmetê yên têkildar re herwiha bi desthilatdarîya Nînewayê ya xwecihî re di çarçoveya komîteyên hevkarîya hevbeş re kar dikin daku em bigihin hejmara tekûz," wî ji Diyaruna re got.

"Aniha tu hejmarên seretayî yan texmîn li gel me tune ne," wî got. "em li benda van komîteyan in ku kar biqedînin ji bo em bigihin hejmara xesaretan."

Vekolîn dê xesaretên ji karmendên serbazî û sivîl, herwiha xesaretên DAIŞ jî di nav xwe de bihewîne.

"Ev hejmar dê hejmareke dawî û fermî be û ew dê ji cîhanê re bê diyarkirin, herwiha ew dê di sicila dîrokî de were notkirin," Xefacî got.

Mendelkirina gotegotên DAIŞ

Hin raportan diyar kir ku hejmara kesên sivîl gihaye 40,000 -- hejmara ku wezaretê red kir ji ber ew hejmareke pir bilind e.

"Ev hejmar heta rêjeke bilind ne tekûz e," Xefacî got, wî not kir ku DAIŞ gotegotên nerast belav dike daku serkeftina hêzên Îraqî lawaz bike.

"Em dilxwaz bûn ku her çi qasî gengaz be em sivîlan ji dijmin biparêzin," wî got. "Me bi awayekî çalak hevkarî bi hêzên hevpeymanîya navdewletî re kir û êrîşên wan ên asmanî bi awayekî deqîq rêxistin dikirin armanc."

Wî got ku di hewldanekê de daku em nehêlin qurbanîyên sivîl hebin, hemû pêşveçûnên serbazî bi peyamên di rêya stasyonên radîyoyên guhêzbar re hatibûn şandin, geşkerên deng û belavokên ku ji balefiran hatibûn xwar hatibû hevrêkirin daku sivîlan ber bi korîdorên ewle ve bibin.

Tîmên berevanîya sivîl li rojavayê Mûsilê berdewam in di derxistina laşan ji bin molozan li Bajarê Kevin, muqedem Rabih Brahîm ê ku berpirsyarê tîmên berevanîya sivîl e ji Diyaruna re got.

"Me laş derdixin û jêderên me deverine din nîşan dikin, cihên ku laş di bin molozan de hatine veşartin, lê belê heta aniha hîn em nizanin bê ew çi qas in," wî got.

Tîm raportên rojane ji Birêveberîya Berevanîya Sivîl re li Bexdayê pêşkêş dike.

"Piştî me erkên xwe cibîcî kiirin, birêveberî dê berpirsyar be ji diyarkirina hejmara dawî," Brahîm got.

Hejmarên ku ji alîyê hin jêderên ragihandinê hatine nîşankirin "ne rast in û ji hed derxistî ne", wî anî ziman, wî pêdagîrî jî kir "em li ser erdê ne û em rastîyê dizanin".

Wî yekser gazin ji DAIŞ kirin, digot ku rêxistinê ketober bombe diavêtin deverên niştecihî û otombîlên teqîner û topavêja giran di sikakên kevin de bikar anîn, herwiha wêsivîl weke mertalên zindî bikar tanîn.

Parastina jîyana sivîlan

DAIŞ tawanên nayên gotin li Nînewayê kirin di dema dagirkirina wê ji Mûsilê re, endamê encumena parêzgehê Hesan Şibêb Sebawî ji Diyaruna re got.

"Zehmet e ku deverek li Nînewayê hebe û bi vê rêxistina hov nehatibe bandorkirin di dema kontrolkirina wê ji herêmê re," wî got.

Wî got ku di dema şerê rizgarkirina Mûsilê de, çekdarên DAIŞ sivîl weke mertalên zindî bikar tanîn, ew weke rehîne dibirin weke hewldanekê daku xwe biparêzin.

"Xisarên mirovî yên mezin li ser destên terorîstan hebûn û dibe ku rewş xirabtir baye, eger ne ji jêhatbûna hêzên me baye, ji ber ku wan giranî da jîyana mirovan bêtir ji her tiştên din," wî got.

Wî got ku giranîya li ser parastina jîyana sivîlan ew e ya ku dihêle ku serkeftin bi dereng bikeve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500