Nûçeyên Iraqê
Aborî

Niştecîyên Mûsilê daxwaza nûavakirina balefirgehê dikin

Ala hisên li Bexdayê

Hêzên Îraqî dest dideynin ser çepereke nêzîkî balefirgeha Mûsilê di 24ê Şibatê de, di operesyoneke vegerandina bajar ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). Ji çaxê derxistina rêxistinê, niştecîyên bajar ew bangê li hikûmeta Îraqî dikin daku balefirgehê careke din veke.[Mihemed Salih/AFP]

Hêzên Îraqî dest dideynin ser çepereke nêzîkî balefirgeha Mûsilê di 24ê Şibatê de, di operesyoneke vegerandina bajar ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). Ji çaxê derxistina rêxistinê, niştecîyên bajar ew bangê li hikûmeta Îraqî dikin daku balefirgehê careke din veke.[Mihemed Salih/AFP]

Niştecîyên bajar bangê li hikûmeta Îraqî dikin daku ofîseke pasportê li bajar veke û balefirheha xwecihî ji nû ve ehliyet bike, ya ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hat wêrankirin, bi vî awayî geşta asmanî dikare dest pê bike.

"Em di tenayîyeke tam de dijîyan ya ku ji alîyê terorîstan li ser me ferz bûbû dema wan kontrola Mûsilê dikir," niştecîyekî Ehmed nezhan ji Diyaruna re got.

"Tevî ev bû du meh piştî rizgarkirinê, tu ofîsên pasportan li Mûsilê hîn venebûne û tu kesî qala nûavakirina balefirgeha tenê li bajar nekiriye," wî got.

Nûvekirina balefirgehê û rêyê li ber niştecîyên Mûsilê xweş bikin ku geştê bikin, têkilîya vê yekê bi geştyarî û geşta bo kêfê tune ye, wî piştrast kir.

"Em vê daxwazê dikin ji ber nexweşên me hene yên hewcedariya wan bi dermankirina dervey welat heye û niştecîyên bêwar li Tirkîyê û welatên cîran ên din ên em dixwazin wan bibînin," wî got, wî anî ziman jî ku berî her tiştî ev dozeke mirovî ye.

Hewcedariya parêzgeha Nînewayê ya lezgîn heye ku balefirgeh ji bo bikaranînê amade bikin daku kampanîyên niştimanî û yên biyanî karibin di hewldanên nûavakirinê de beşdar bibin, endamê encumena parêzgehê Hesan Şibêb ji Diyaruna re got.

Kêmbûna budceyê

Balefirgeh dikare bibe kenaleke sereke ji bo piştgirîya locistî ji bo operasyonên nûavakirinê û derbaskirina veberhêneran di pêşerojê de hêsan bike. "Çawa em dikarin bê balefirgeh di çalakîya nûavakirinê ya bihêz de bifikirin?"

Wî got lêbelê, dibe kû hikûmeta herêmî û ya fedralî pereyên têr bi wan re tune ne daku balefirgehê ji nû ava bikin, ew pêşniyar dike ku ew weke derfeteke veberanînê were pêşkêşkirin.

Wî got ku ev yek dê derî li pêşîya kampenîyên biyanî veke daku balefirgehê ava bikin û bikar bînin, û bihêlin ku hikûmeta xwecihî giraniyê bide projeyên lezgîntir di hundirê bajar de, mîna vegeradina av û xizmetên elektrîkê.

Wezareta Guhestinê komîyeyeke pispor ji Desteya Hewafirê ya Sivîl şandiye balefirgeha Mûsilê daku ziyanan binirxîne, berdevkê wezaretê Salim Mûsa got.

Wî ji Diyaruna re got ku berî em karibin dest bi karên nûavakirin bikin, divê em ziyanan binirxînin û bihayên wan deynin û lêçûnê texmîn bikin, wî anî ziman ku divê operasyonên nûavakirinê bi awayekî baş werin plankirin.

"Aniha em li ser nirxandinê kar dikin û em nikarin demnameyê dabîn bikin bê kengî kar dê dest pê bike yan bi dawî bibe," wî got.

Xwestina pasportan

Wezareta Karê Hundir zor kar dike daku belgeyên fermî ji niştecîyan biweşîne, serokê polîsê Nînewayê emîd Wasiq Hemdanî ji Diyaruna re got.

"Aniha wezaret giranîyê dide weşandina kardên nasnameya sivîl û şehadeyên hemwelatiya Îraqî, ji ber ew aniha yên herî girîng in," wî got, wî not jî kir ku ev tên xwestin berî pasport werin dayîn.

Wî pejirand ku kêşe derbarê weşandina kardên nasnameyan hebûn ji ber rêjeya mezin ji kesên ku dihatin birêveberîya hemwelatîtîyê û kar û barên sivîl.

"Birêveberîya Xizmetên Polîsê Îraqî dixwaze ku xizmeta herî baş ji welatiyan re dabîn bike di demeke herî kurt de li ser bingeha mîkanîzma qanûnî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Nûavakirina bajar û vegerandian xelkê bo malên wan ji hemû tiştî girîngtir e ji ber ku xelk ji kirê û konan westiyane.

BERSIV BIDE

Hun saxbin bin! Nûavakirina balefirgehê û vekirina ofîsa pasportan ne girîngtir e ji nûavakirina Bajarê Kevin ê Mûsilê û vegerandina niştecîyên wê. Ji bîr nekin ku Bajarê Kevin dayika Mûsilê û hemû niştecîyê wê ye û piranîya xelkên wê ji çînên navîn û perîşan in.

BERSIV BIDE