Nûçeyên Iraqê
Analîz

Vîdyoeke nû yekîneyeke Feyleqê Pasdaran nîşan dide dema ew li Sûriyê şer dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Çekdarê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî Muhsin Hacî hat kuştin piştî ku ew li Sûriyê ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve hatibû girtin. [Wêne di malperên Îranî û malperên medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çekdarê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî Muhsin Hacî hat kuştin piştî ku ew li Sûriyê ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve hatibû girtin. [Wêne di malperên Îranî û malperên medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Raporteke televizyonî ku şerkirina yekîneyeke Feyleqê Pasdaran li parêzgeha Hums a Sûriyê nîşan dide belgeyeke xuya ye li ser destêwerdana serbazî ya Îranî ya dîrekt di şerê Sûriyê de, pisporan ji Diyaruna re got.

Wan got ku ev yek îdiaya Îranê ku rola wê tenê di sînorê pêşkêşkirina şêwirmendiya serbazî bo rejîma Sûriyê û milîsên ser bi wê ve red dike, anîn ziman jî ku ev vîdyo dibe ku bibe sedema sizayên navdewletî yên bêtir li ser Îranê.

Vîdyoya, ku li ser kenala asmanî ya Meyadîn hat weşandin, operasyoneke serbazî nîşan dide ku ji aliyê yekîneyeke Feyleqê Pasdaran ve li navçeyeke derdora parêzgeha Hums a Sûriyê tê pêkanîn, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

"Ev yekem vîdyoya bi vî awayî ye, ji ber ku destêwerdana dîrekt a Feyleqê Pasdaran di şerê Sûriyê de nîşan dide bi rêya hejmarek ji çekdarên ku bi tenê li gorî fermanên Îranê tev digerin," wî got.

Ev dîmen ji raporteke ku ji aliyê kenala asmanî ya Meyadîn ve hat belavkirin hatiye wergirtin û ew nîşan dide ku endamên Feyleqê Pasdaran ku bi awayekî aktîv di operasyonên serbazî yên li Sûriyê de cih digrin.

Ev dîmen ji raporteke ku ji aliyê kenala asmanî ya Meyadîn ve hat belavkirin hatiye wergirtin û ew nîşan dide ku endamên Feyleqê Pasdaran ku bi awayekî aktîv di operasyonên serbazî yên li Sûriyê de cih digrin.

Fermandarê serbazî yê Îranî Canmihemed Elîpûr di şerê Sûriyê de di 8ê Tebaxê de hat kuştin. [Wêne di malperên Îranî û malperên medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Fermandarê serbazî yê Îranî Canmihemed Elîpûr di şerê Sûriyê de di 8ê Tebaxê de hat kuştin. [Wêne di malperên Îranî û malperên medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Di dema borî de,hemû raport, wêne û vîdyoyên girêdayî Feyleqê Pasdaran efserên Feyleqê Pasdaran nîşan didan ku şeran birêve dibirin an jî çavdêriya tevgera milîsên ser bi Feyleqê Pasdaran ve dikirin..

wî got ku xuyayî ye ku ev raport hewleke ji bo aramkirina kolana Îranî, wî got, ji ber ku nîşan dide çawa yekîneyeke Feyleqê Pasdaran operasyonekê pêk tîne li devera Hemîma weke tolhildanekê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji ber kuştina endamekî Feyleqê Pasdaran.

Girtin û îdamkirina piştî wê ya çekdarê Feyleqê Pasdaran Muhsin Hacî ji aliyê DAIŞ ve li seranserî Îranê û di nav milîsên ser bi Feyleqê Pasdaran ve deng veda.

DAIŞ di 7ê Tebaxê de Hacî girtibû di dema şerekî nêzîkî deriyê sînorê yê Tenf, yê bi Iraqê re, û ew li ser kamîreyê nîşan dan. Ew piştî du rojan hat îdamkirin.

Medyaya Îranî roja Duşemê (8ê Tebaxê) mirina fermandarekî din ên Feyleqê Pasdaran li Sûriyê ragihand, ku ew weke Canmihemed Elîpûr ji bajarê Andîmeşk li parêzgeha Xûzistan li başûrê Îranê da nasîn.

Elîpûr weke "fermandarekî serbazî yê ku xizmetên şêwiriyê li Sûriyê pêşkêş dikir" hat wesifkirin.

"Belgeya destêwerdana dîrekt"

"Vîdyoya nû belgeya destêwerdana dîrekt a Feyleqê Pasdaran di Sûriyê de ye," lêkolînerê Navenda Şerq bo Lêkolînên Herêmî û Stratejî Fethî Seyid, ku pisporê karûbarên Îranê ye, got.

Ev yek piştraskitinên Îranê yên beravajî red dike, wî ji Diyaruna re got.

Wî behsa jî kir ku destêwerdana Îranê a dîrekt "dê sizayên bêtir bîne ser Îranê ji ber binpêkirina rêkeftinên navdewletî", anî ziman jî ku dibe ev yekşirove bike ka çima Feyleqê Pasdaran bilez bû di redkirina destêwerdana dîrekt de.

Vîdyo herwiha ji malpera kenala asmanî hat reşkirin.

Berdevkê Feyleqê Pasdaran Emîd Remedan Şerîf red kir ku Feyleqê operasyoneke bejayî bi xwe pêk anibe weke tolhildan ji kuştina Muhsin Hacî.

Di daxuyaniyeke ku li ser çendîn ajansên nûçeyan hat belavkirin, Şerîf got: "Em piştgiriya vîdyoya ku ji aliyê kenala (Meyadîn) ve hatî belavkirin nakin, lê bersiva me ji DAIŞ re di rê de ye."

Seyid got ku redkirina vîdyoyê zehmet e, ew vîdyoya ku li ser kenaleke asmanî ya ku naskirî ye ku helwesta wê nêzîkî Îranê ye, ji ber ku di reportê de nîşan bi daxuyaniyeke Feyleqê Pasdaran tê dayîn ku dibêje ku operasyon weke tolhildan ji mirina Hacî re hat pêkanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hemo xeberê cihanî

BERSIV BIDE