Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şervanên êlan li rojavayê Enbarê êrîşî DAIŞ dikin

Xalid Ta'î

Şervanên êlên Enbarê êrîşî çeperên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgehê dikin di dosyaya dîmenan de ya ku di 14ê Gulanê de, di sala 2016an de, hat weşandin. [Wêne ji rûpela facebookê ya liwayê Hidêsayê hatiye wergirtin]

Şervanên êlên Enbarê êrîşî çeperên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgehê dikin di dosyaya dîmenan de ya ku di 14ê Gulanê de, di sala 2016an de, hat weşandin. [Wêne ji rûpela facebookê ya liwayê Hidêsayê hatiye wergirtin]

Hêzên êlên Enbarê dest pê kirine êrîşên parêzî di kûrahiya zemîna li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li beşê rojavayî yê parêzgehê cîbecî dikin daku rê ji êrîşa serbazî re xweş bikin û rêxistinê ji herêmê derxin.

"Ew êrîşên ji nûz ve û bi kwalîte, di kûrahiya çeperên li jêr kontrola DAIŞê li bajarên Anah û Rewayê," cîbicî dikin, fermandarê heşda eşîretan a Hidêsayê Ewad Cixeyfî îro Çarşemê (16ê Tebaxê) ji Diyaruna re got.

"Yekîneyeke bahozî ya ku ji mêrên êla Elbû Mehil pêk tê, êrîşa yekem cîbicî kir dema wan girte ser asêgehên milîtanan," wî got.

Yekîne giha xaçrêyekê ku diçe Anah û Rewayê, bi tenê çend kîlomitran dûrî navenda herdu bajaran, wî got.

"Şervan şerê endamên DAIŞ ên ku li herêmê hatine dorpêçkirin bi awayekî dijwar kirin û bi hawinan serbazgehên wan bombebaran kirin, yazdeh terorîst kuştin û du navgîn ruxandin," Cixêfî got.

Wî got ku şervanekî êlan mir û çarên din hatin birîndarkirin, wî anî ziman ku yekîneya êlan vegeriya bingeha xwe piştî ku bi awayekî serkeftî operasyon bidawî kir.

Amadekarî ji pêngava serbazî re

"Herî kêm dê operasyonek ji vî cûreyî heftane hebe," wî got. "Êrîşên parêzî dê rê ji pêngava serbazî ya sereke re amade bikin bi tinekirina DAIŞ li rojavayê Enbarê.

"Em haziriyên xwe ji pêngavê re berdewam dikin û em dê piştgiriya tê xwestin ji hêzên ewlekariyê re di dema şer de dabîn bikin, û em dê di girtina erdên rizgarkirî de beşdar bibin," Cuxêfî got.

Wî got ku aniha DAIŞ herî kêm 4,000 malbatan li bajarê Qaimê dorpêç dike piştî ku gelek xwecihî raviyane, wî tekez kir jî ku armanc ew e ku hemû nişteciyan biparêzin û hebûna rêxistinê li parêzgehê bidawî bikin.

Bihezaran sivîl di van mehên dawî de karîbûn ji herêmên li jêr kontrola DAIŞ birevin û bigihin Rutbayê, wan rêyên veşartî di biyabanê re bikar tanîn.

Endamên DAIŞ, ên hejmara wan dora 1,500, ne kontrola xwe ji şê bajaran li rojavayê Enbarê dewam dikin: Anah, Rewa û Qaim-- yên ku ew wan bikar tînin ji bo avêtinaj bo êrîşan li ser bajarên Hidêsa û Rutbayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500