Nûçeyên Iraqê
Penaber

Rukban rastî xirabtirîn krîza mirovî tê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokekî Sûrî avê li kampa Rukban a penaberan dide hev, cihê ku ava vexwarinê û xwarin lê kêm in. [Wêne ji Tariq Nuaimî]

Zarokekî Sûrî avê li kampa Rukban a penaberan dide hev, cihê ku ava vexwarinê û xwarin lê kêm in. [Wêne ji Tariq Nuaimî]

Kampa Rukban a penaberên Sûrî ya nefermî, ya ku cihekî bê kes e di navbera Sûriyê û Urdunê de ye, rastî kêmbûneke dijwar ji xwarin û ava vexwarinê tê, çalakvanekî û nişteciyekî kampê ji Diyaruna re got.

Ev yek ji ber hemû rêyên qaçaxçiyê û yên piştgiriyê yên kampê dabîn dikin hatin birîn ji ber ku rêjîma Sûriyê û milîsên bi piştgiriya Îranê li herêmê pêşve çûn, wî got, weke çawa "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kir.

"Rukban rastî kêmbûneke zêde ya madeyên xwarinê yên sereke ku ev yek ew kiriye di rewşa birçîbûnê de," karmendê hawarçûnê Tariq Nueymî ji Diyaruna re got, hişyarî jî da ku ev krîz roj bi roj xirabtir dibe.

Şerekî berdewam li herêma Badiya (biyabanê) li derdora kampê heye, ku li wir hêzên rejîma Sûriyê û milîsên hevalbendên wê yên ser bi Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, mîna Hizbulaha Lubnanî û LîwayêFatimiyûn yê ku ji welatiyên Afxanî pêk tê, ve hinek dever kontrol kirine.

Nişteciyên kampa Rukban a penaberên Sûrî ava nayê vexwarin didin hev. [Wêne ji Tariq Nuaimî]

Nişteciyên kampa Rukban a penaberên Sûrî ava nayê vexwarin didin hev. [Wêne ji Tariq Nuaimî]

Weke encama vê pêşketinê, wî got, rêyên ku alîkarî di wan re digihandin kampê hatin birîn, ku vê yekê Rukban û deverên derdora wê -- ku li jêr kontrola Atêşa Azad a Sûriyê ne -- hema bêje bi temamî dorpêçkirî ne.

Hevdem, DAIŞ deverine zêdetir li herêma Badiya nêzîkî parêzgeha Humsê kontrol kirin, vê yekê rewş xirabtir kir, wî got.

"Derencamine karesatî"

Alîkariyên xwarinê digihan kampê bi rêya parêzgeha Siwêda, gundewarên rojhilatî yên Şamê û bajarê Meyadîn li parêzgeha Dêrezorê.

Lê hemû rêyên bo û ji van deveran niha qutkirî ne, Nueymî got.

"Eger rewş wisa berdewam be, dê derencamine karesatî çêbibin," wî got, û balkişand ser nebûna ajansên hawarçûnê yên navdewletî û herêmî, û hejmara zêde ya zarok û bitemenên ku hewceyî bixwarinkirinê ne.

Krîz dê xirabtir be, wî got, ji ber ku bi dehên malbatan gihiştin Rukban ji kampên Hedalat û Ruweyşid, ku berî çend rojan rastî topbarankirinê hatin.

Nişteciyê Rukban Basim Igêdat, yê 40 salî, ku di naverasta 2016an de gihişte kampê ji devera Tedmurê, ji Diyaruna re got ku rewşa kampê ji berê zehmetir bûye.

Ligel krîzeke ava vexwarinê ya demdirêj, wî got, kamp bi hewceyî alîkariyên sereke ye weke kelûpelên bebekan û şîrê zarokan, ligel kêmbûneke zêde di zeyt, şekir, birinc, ard û dexlûdan û qûtên din.

"Hinek bazirganên bazara reş van madeyên sereke difroşin, lê nirxên wan gelekî zêde ne, ku her kîloyek şekir an ard bi 1,200 lîreyên Sûrî ($2.32) ye, û her litreke zeytê bi 3,000 lîreyên Sûrî ($5.84) ye," wî got.

"Ev nirx zêdetirî hêza kirînê ya nişteciyên kampê ne, û tenê çend penaber dikarin wan bikrin," wî got.

Hinek nişteciyên kampê karîn jê derkevin û ji deverê reviyan bi rêya rêyên qaçaxiyê, Igêdat got.

Lê şer nêzîktir û gurtir dibe û rê bi temamî hatine girtin, hewldayîn bo vê yekê niha "xwekuştin" e, wî got.

Ev hewlên revînê ji deverê dibe ku rastî agirê hêzên rejîma Sûriyê yan milîsên ser bi Îranê ve werin, wî got, an jî rastî fîşek û mayînên DAIŞ werin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500