Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Balafirên Iraqî êrîşî Telefer dikin beriya operasyona rizgarkirinê

AFP

Leşkerên Iraqî li jor wesayiteke zirxî li rêyeke ber bi Telefer ve li 9ê Tîrmehê radiwestênin, di dema pevçûnên berdewam ji bo vegerandina bajar ji "Dewleta Islamî". Hêza asmaniya Iraqî roja 15ê Tebaxê dest bi bombebarankirina cihên DAIŞ li bajarok kirin weke amadekarî ji bo êrîşeke bejayî ya nû. [Mihemed Şahid/AFP]

Balafirên asmanî yên Iraqî roja Sêşemê (15ê Tebaxê) êrîşên asmanî dijî baregehên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li Telefer di amadekarî ji bo êrîşên bejayî ji bo vegerandina bajarokê nêzî sînorê Sûrî pêk anî, AFP ragihand.

Telefer asêgeha dawî ya di destê DAIŞ de ye li bakûrê Iraqê piştî ku hêzên Iraqî Mûsilê ji girûpê girtin li Tîrmehê.

"Amadekirin bi rêve diçin di benda fermanên femandarê giştî [Serokwezîr Heyder Ebadî] bo destpêkirina êrîşê, Emîd Yehya Resûl, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî, got.

Wî got ku tevî ku êrîşa sereke ji bo vegerandina Telefer hîna dest pê nekiriye, lê belê hêza asmanî baregehên DAIŞ li bajarok bombebaran dikir.

Plan ji bo vegerandina Telefer roja Duşemê (14ê Tebaxê) hat ragihandin ji aliyê serokê Polîsê Federal ferîq Raid Şakir Cewdet, ku got "yekîneyên zirxkirî û yên bijarte" ber bi bajar ve diçin.

Duwanzde endamên DAIŞ di êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê vê sibehê hatin kuştin li ser avahiyekê ku girûpê weke baregeha navendî ya Telefer bikar tanî, fermadarê operasyonên Nînewe, lîwa Necimedîn Cibûrî got.

Avahî, li ser rêya sereke di navenda bajar, du wesayitên bomberêjkirî jî di nav de hebûn, û herwiha hejmareke çek, teqemenî, û cebilxane jî di nave de hebûn, wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500