Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq DAIŞê tawanbar dike ku tora elektrîkê xirab dike

Xalid Taî

Karkerên xizmetguzariyê torên belavkirina elektrîkê saz dikin li parêzgeha Diyalayê ya Îraqê di vê wêneyê de. Di 4ê Tîrmehê de li ser Înternetê hat weşandin [Wêne ji rûpela Facebookê ya birêveberiya elektrîka Diyalayê]

Karkerên xizmetguzariyê torên belavkirina elektrîkê saz dikin li parêzgeha Diyalayê ya Îraqê di vê wêneyê de. Di 4ê Tîrmehê de li ser Înternetê hat weşandin [Wêne ji rûpela Facebookê ya birêveberiya elektrîka Diyalayê]

Hikûmeta Îraqî îro Duşemê (14ê Tebaxê) "Dewleta Islamî" (DAIŞ) tawanbar kir ku êrîşî tora enerjiya elektrîkê li welat dike.

"Terorîstan di van herdu rojên dawî de xetên guhestina elektrîkê bi bombeyên bidestçêkirî bombebaran kirin, vê yekê hişt ku gelek herêm bê enerjiya elektrîkê bimînin," berdevkê Wezareta Elektrîkê Miseb Muderis got.

Sê birc li ser du xetên enejiyê yên sereke yên di navbera Diyala û Kerkûkê de roja Şemîyê hatibûn teqandin, wî ji Diyaruna re got.

Weke encam ji vî karê ruxandinê re, wî got, "stasyonên peydakirina elektrîkê yên ku van herêman li wan herdu parêzgehan bi elektrîkê dabîn dikin hatibûn rawestandin û 1,100 mêgawat ji xizmetê hatibûn derxistin".

"Xeteke voltaja bilind a ku enerjiyê di navbera navçeya Miqdadiyê û herêma Bendava Hemrînê de li Diyalayê û xeta din -- di navbera bajarên Hît û Hidîsayê de li Enbarê -- ji aliyê terorîstan ve di berbanga Yekşemê de hatin êrîşkirn," wî got.

"Şeş birc hatin teqandin, dabînkirina enerjiyê li ser bajarên ku ji herdu xetan dihatin dabînkirin hat birîn û ev yek bû sedema windakirina 800 mêgawatan," Midêris anî ziman.

Êrîşên li ser jêrxaneyên enerjiyê

Ev bûyer ên dawî ne di zincîra êrîşên ku jêrxaneyê enerjiyê ji xwe re dikin armanc yên ku endamên DAIŞê û hin wêrankerên din dikin, Midêris got.

"Terorîstan di destpêka vê mehê de xetên derbaskirina elektrîkê li Diyalayê bi bombeyên bidestçêkirî kirin armanc, sê birc di navbera xaçerêya Sefrayê û Bendava Hemrînê de anîn xwar û bû sedema pûçkirina 400 mêgawatan," wî got.

"Herwiha bombeyên bidestçêkiriî li bin bircekî li herêma Letîfîyê hat teqandin, karmendin wezaretê kuştin û birîndar kirin û bû sedema pûçkirina 400 mêgawatan ji enerjiya elektrîkê ji ser paytextê, Bexda," wî got.

Herwiha wêrankeran êrîşî birêveberiya belavkirina elektrîkê li bajarê Nasiriyê di 8ê Tebaxê de kirin, materyalên cuda ji navendê dizîn û cebirxane avêtin derdora avahiyê, wî got.

"Êrîşên dijwar li ser me tê pêkanîn," wî got, wî anî ziman "ev êrîşên dubarekirî pêkariyên me wêran dikin" divê werin rawestandin.

Tîmên wezaretê di şert û mercin zehmet de kar dikin daku enerjiya elektrîkê ji sivîlên Îraqî re li herêmê dabîn bikin, Midêris got.

"Êrîş, pûçkirin û xirabkirina elektrîkê dibin sedema pûçkirina 60% ji tam enerjiya ku rojane tê çêkirin, ya ku aniha 16,000 mêgawat in," wî got.

Midêris daxwaz kir ku elektrîk were belavkirin, û ji wêrankeran xwest ku dûrî torên belavkirina elektrîkê bikevin, daku dabînkirina elektrîkê zêde bikin û hevsengiya wê misoger bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500