Nûçeyên Iraqê
Penaber

Nînewa xwe ji awarebûna Telafer re amade dike

Xalid Taî

Kurekî Iraqî yê awarekirî qefeseke kevokan hildigre dema ku xelk digihin kampa demkî ya li Mûsilê di 16ê Tîrmehê de. Desthilatên parêzgeha Nînewa niha kom dibin ji bo şepêleke nû ji awareyên Telafer. [Wêne ji Mihemed Şahid/AFP]

Kurekî Iraqî yê awarekirî qefeseke kevokan hildigre dema ku xelk digihin kampa demkî ya li Mûsilê di 16ê Tîrmehê de. Desthilatên parêzgeha Nînewa niha kom dibin ji bo şepêleke nû ji awareyên Telafer. [Wêne ji Mihemed Şahid/AFP]

Berpirsekî Nînewa roja Înê (11ê Tebaxê) piştrast kir ku parêzgeh amade ye ji bo muamelekirinê ligel şepêla awarebûnê ji Telafer dema ku hêzên Iraqî operasyonekê ji bo derxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) destpê dike.

"Dezgeha me bi temamî amade ye ji bo wergiritin û peydakirinê ji malbatên ku ji Telefer aware bûne ligel destpêka şerê," rêveberê Dezgeha Aware û Koçberan a Nînewe Mihamed Ihsan ji Diyaruna re got.

"Me navendekî li Badûş li ser rêya Mûsil-Telefer vekriye," wî got. Navend nêzîktirîn rawestgeha ewle ye ji bo wergirtina sivîlên reviyayî."

Tîmekî hawarçûnê yê dezgehê heye û amade ye ku xwarin û alîkariyên bijîşkî ji niştecihên ku ji bajar drevin amade bikin , ku 70 kîlometr ji bakûrê-rojavayê Mûsilê ve dûr in, wî got.

Stafê Rêveberiya Nînewa ya Koç û Koçberan paketên alîkariyê ji awareyên li kampên derdora Nînewa re amade dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê a Wezareta Koç û Koçberan-Nînewa]

Stafê Rêveberiya Nînewa ya Koç û Koçberan paketên alîkariyê ji awareyên li kampên derdora Nînewa re amade dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê a Wezareta Koç û Koçberan-Nînewa]

"Hejmarên têr ji konên penagehê hatine peydakirin li kampên nêzî Mûsilê -- Selamiya, Hesen Şam, Xazir, û Dêbega," wî got, wî anî ziman jî ku kamp bi alîkariyên bilez ên xwarinê û tiştên din hatiye dabînkirin.

"Bi hevahengî ligel ajansên hawarçûnê ên NY, me zembîlên xwarin, avê, û nivînan amade kiriye, herwiha amûrên çêkiria xwarinê jî ligel e," wî got.

Dezgeh dê bikaribe hemû kesên bêwar bihewîne û xizmetên hawarçûnê û xizmetên din ên pêdvî ji wan re peyda bikin, wî piştrast kir.

Niştecih vedigerin deverên din

Serjimara Teleferê nêzî 200,000 kesî bû pêşiya ku DAIŞ bajarok kontrol kir di havîna sala 2014an. Niha ne diyar çend sivîl hîna li bajarok mane.

Bi sedan niştecihên Mûsilê kampên awarebûn hiştin di çend mehên borîn de û xwebexşî vegeriyan deverên xwe piştî ku ewlehî pêk hat û xizmetên pêwîst hatin peydakrin, Ihsan got.

"Em dikarin bêjin ku 90% ji niştecihên rojhelatî Mûsilê vegeriyan malê û niha vegeriyane jiyana xwe ya normal ," wî got jî.

Hejmara niştecihên ku vedigerine rojavayê Mûsilê hîna sînordar e, lê belê, "gelek mal û jêrxane li taxên niştecihan, bi taybetî devera Bajarê Kevin, hatine wêrankrin", wî got.

Heta niha, tenê niştecihên taxên ku kêmtir hatine wêrankirin karîn vegerin, wî got.

Hejmarên fermî nîşan didin ku vê sal heta niha, zêdetirî 250,000 kesên bêwar vegeriyane deverên xwe li Mûsil û Nînewayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500