Nûçeyên Iraqê
Ol

Kerkûk navendekê vedike daku şerê fikrê tundrew bike

Xalid Taî

Birêveberiya Weqfa Sunî li parêzgeha Kerkûkê ezmûnên olî ji hejmarekê ji karmendên xwe re di 7ê Tebaxê de çêkirin weke beşekî ji hewldanên wê daku şerê fikrê tundrew bike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberiya Weqfa Sunî]

Birêveberiya Weqfa Sunî li parêzgeha Kerkûkê ezmûnên olî ji hejmarekê ji karmendên xwe re di 7ê Tebaxê de çêkirin weke beşekî ji hewldanên wê daku şerê fikrê tundrew bike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberiya Weqfa Sunî]

Birêveberiya Weqfa Sunî li parêzgeha Kerkûkê îro Înê (11ê Tebaxê) navendek vekir daku şerê fikrê tundrew bike û ragihand ku karmendên wê dest pê kirine derbasî ezmûnên olî dibin.

Birêveberiyê "Navenda Hişmendiya Olî vekiriye daku şerê îdîolojiya tundrew bike û bênferehî û miyanrewiyê pêş bixe, yên ku kakila Îslamê ne", serokê birêveberiyê Ehmed Cemîl Midêris got.

Navend dê îmam û amojgarên Weqfa Sunî rêber bike daku gotara olî ya miyanrew pêş bixin û li dijî gotara nefretî û rêşaşkirinên mezhebî rabin.

Ew dê xelkê li dijî îdolojiya tundrew bike di rêya organîzkirina programên hînkirinê re li ser bingeha fikrê olî yê miyanrew, wî got ,wî lê zêde kir ku navend dê herwiha fikrê navîn bi pêş ve bibe di minhacê dibistanê û di fakulteya Îmam Asam de.

"Girûpên terorîstî di qadên şer de têk çûn, lê belê îdolojiya terorîst hîna gefekê li ser civakê pêk tîne," Midêris got.

"Em, weke sazemeniyên olî û rewşenbîr, ji me tê xwestin ku em zor kar bikin da em şerê wê bikin û dêsmanekê eqaidî û îdolojî ya rast ava bike," wî anî ziman.

Karmend derbasî ezmûnan dibin

Roja Duşemê (7ê Tebaxê), bi rênîşankirina ji aliyê ofîsa Weqfa Sunî ve, birêveberiyê dest pê kir ezmûnên olî ji amojgar, îmam û karmendên din re çê dike, di nav wan de muezzin (yên gazî nimêjê dikin) xwendevan û karkerên mizgeftan.

"Ev ezmûn pirsên cuda derbarê îdolojî û eqîdeya Islamî de dihewîne," Midêris got.

Armanc ji vê yekê ew e ku em fikir û têgihiştina karmendan ji têgîniyên olî re' û eger ew bi îdolojiya tundrew hatine bandorkirin anjî na binirxînin, wî got.

"Nirxandina bersivan ji aliyê komîteyeke pispor ve tê pêkanîn ya ku ji zanyar û pisporên şerîa û fiqha Islamî tê pêkanîn," wî got.

Weke gava yekem, ezmûn ji kadroyên Birêveberiya Weqfa Sunî re li Kerkûkê hat çêkirin yên weke îmam, amojgar û rêberên olî yên jinan kar dikin.

"Hemû kadroyên me dê derbasî ezmûnan bibin," wî got. "Me heta niha ezmûn ji du nifşan re qadandine û hîn deh nifşên din hene ."

Her nifşek, herî kêm 50 ji karmendên birêveberiyê dihewîne, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500