Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Banka Navendî ya Iraqî komîteyeke dije-terorê pêk tîne

Xalid Taî

Karmendekî bankê li belgehên nasnameyên kesî yên kirryrekî li bankekê li Iraqê vedigere. Banka Navendî ya Iraqê komîteyeke nû ji bo şerkirina finîanskirina terorîzmê pêk anî. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Navenda Aborî ya Iraqî]

Karmendekî bankê li belgehên nasnameyên kesî yên kirryrekî li bankekê li Iraqê vedigere. Banka Navendî ya Iraqê komîteyeke nû ji bo şerkirina finîanskirina terorîzmê pêk anî. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Navenda Aborî ya Iraqî]

Banka Navendî a Iraqê (CBI) roja Sêşemê (8ê Tebaxê) ragihand ku wê komîteyeke taybet bi hevahengiyê ligel ajansên hikûmetê ji bo şerkirina fînansekirina terorîzmê pêk anî.

"Me komîteyek pêk anî bi serkêşiya CBI ku ji nûnerên wezaretan û ajansên ewlekariyê û aborî pêk tê, ku dê bi awayekî tund dijî fînansekirina girûpên terorê kar bike," berdevka Banka Navendî Eyser Cebbar got.

Komîte dê raporên li ser kesan û rêxistinên ku destê wan di piştgirîkirina terorê de heye ji Ofîsa Dije-Şûştina Pereyan a bankê, ajansên ewlekarî û hewalgirî, û sivîlan wergire, wî ji Diyaruna re got.

Her dema ku werin piştrastkirin, mamele bi wan raporan re dê weke "tawaneke terorî" bê kirin û komîte dê tedbîrên pêwîst dijî aliyên beşdar pêk bîne, wî got.

Ev yek cemidandina semyanên wan û destdanîn ser milkên wan lixwe bigre, wî got.

Komîte ji bo handana hewilên bankê û yên saziyên din hat pêkanîn bi rêya zuhakirina jêderên terorîzmê û parastina ewlehiyê piştî serketinên hêzên Iraqî li ser "Dewleta Islmaî" (DAIŞ), Cebbar got.

Banka Navendî, bi rêya Ofîsa Dije-Şûştina Pereyan ya wê, alîkarî di cemidandina semyanên kesan û kompaniyên ku bi fînansekirina terorîzmê hatine tawanbarkirin kir.

"Bi rêya komîteya nû, bank dixwaze bi hevagengî ligel saziyên hikûmetê yên din kar bike daku li jêderên fînansekirina çekdaran bigerin û bisekinînin," Cebbar got.

Herwiha bank ji bo vejandina aboriyê li deverên ji DAIŞ rizgarbûyê kar dike bi rêya piştgirîkirina aboriyên xwecihî bi qerd û pêşîne daku alîkariya niştecihan bikin vegerin jiyana normal û deverên xwe nûjen bikin, wî got.

Cebbar tekezî kir li ser "rola girîng" a Banka Navendî di parastina rêjeyeke pevguhertinê ya cihgir û rênedan bo kêmbûna bihayê dînarê Iraqî li hemberê pereyên biyanî weke encameke krîza aborî li welat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500