Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên polîs dê tektîkên nû di cenga Telaferê de bikar bînin

Xalid Taî

Efserên polîsê federal ê Iraqî topên "Dewleta Îslamî" ên ku wan li Mûsilê dîtine nîşan didin di wêneyekê de ku 4ê Tebaxê belav bûye. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandariya Polîsê Federal ê Iraqî hatiye wergirtin]

Efserên polîsê federal ê Iraqî topên "Dewleta Îslamî" ên ku wan li Mûsilê dîtine nîşan didin di wêneyekê de ku 4ê Tebaxê belav bûye. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandariya Polîsê Federal ê Iraqî hatiye wergirtin]

Polîsê federal yê Iraqî roja Sêşemê (8ê Tebaxê) eşkere kir ku ew pilan dikin ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi tektîkên şerkirinê yê nû surpirîz bikin di cenga bê de, ya ku bo rizgarkirina Telaferê ye li parêzgeha Nînewayê.

"Me îro rahênana yekîneyên bijartî yên hêzên firqeyên 3ê û 5ê qedand, û herwiha Lîwayê Segvanan û yekîneyên şerkirinê yên din," berdevkê polîsê federal eqîd Ebdul Rehman Xezelî ji Diyaruna re got.

Ew yekîne tevlî "rahênana serbazî li ser metodên nûjen yên şerkirinê bû bo heyama sê heftiyan", Xezelî got, bêyî behskirina hûragahiyan li dor qebareya yakîneyan û corê rahênana ku wan dîtiye.

Wî bi tenê tekez kir ku hêzên Iraqî "dê dijmin bi tektîkên şerkirinê yên nû surpirîz bikin, û ew ji tektîkên ku di rizgarkirina Mûsilê de bikar hatin cuda ne".

Wî got ku fermandariya serbazî ya hevbeş pilaneke giştgîr bo vegerandina Telaferê dariştiye, û da zanîn ku dê polîsê federal "ligel hêzên din beşdariyê di temamkirina rizgarkirina parêzgeha Nînewa de û binbirkirina DAIŞ de bikin".

Aniha hêzên polîs "misyonên mezin li deverên ew jê berpirs in pêk tînin, ji aliyê rojavayî ji Mûsilê heta bi navçeya Geyara li başûrê bajar", wî got.

"Em kar li ser kontrolkirina deverê dikin, parastina serweriyê, vegerandina bêwaran bo cihên wan," wî got jî.

Mehek ji pêşketinê

Bi dirêjahiya meha borî, hêzên polîs karîn 47 terorîstan bigrin ku wan xwe di nav bêwaran de veşartibûn û ligel wan reviyabûn di çaxê cenga Bajarê Kevin de, Xezelî got.

Operasyonên ewlekarî bûn egera "vedîtina 184 kemberên teqîner di veşargehên milîtanan de [li Mûsilê], çar kargehên duristkirina teqemeniyan û sê otombîlên bombekirî, û herwiha betalkirina bombekirina 20 xaniyên bomberêjkirî", wî got.

"Me herwiha dest danî ser qasên mezin ji çek û û topan di operasyonên lêgerînê de, hejmara gelemperî 2,170 e, di nav de hawin, avêjerên rokêtan û sîstemeke pêwendîkirinê," Xezelî got.

Herwiha tiştên me dest danîn li ser wan ev in: "10 tonên ammonium nitrate û pênc bermîlên C-4, madeyên ziyanbar ên ku di sazkirina teqemeniyên kavlikirina giştî û mînên ku bi bondor kîmawî ne, wî got.

Xezelî got ku ji 7ê Tîrmehê, hêzên polîs pişkinînên ewlekariyê li 1,614 xaniyan û avahiyan encam dane.

Polîsê federal hewlên xwe dewam dikin "ji bo peydakirina jîngeheke ewle bo niştecihên Mûsilê û rêgirtin li ber peydabûna çalakiyên terorîstî", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500