Nûçeyên Iraqê
Mafên Jin

Piştî DAIŞê, jinên Enbarê vedigerin qadên kar

Sêf Ehmed li Enbarê

Jinên Îraqî di kargeheke blokan de nêzîkî Necefê kar dikin di 26ê Nîsanê de sala 2014an. Li hin beşên welat, "Dewleta Islamî" (DAIŞ) qedexe kiribû ku jin kar bikin, ji dema derxistina wê ji gelek herêman, ew destpê dikin ku vedigerin qadên kar.. [Heyder Hemdan/AFP]

Jinên Îraqî di kargeheke blokan de nêzîkî Necefê kar dikin di 26ê Nîsanê de sala 2014an. Li hin beşên welat, "Dewleta Islamî" (DAIŞ) qedexe kiribû ku jin kar bikin, ji dema derxistina wê ji gelek herêman, ew destpê dikin ku vedigerin qadên kar.. [Heyder Hemdan/AFP]

Jinên ku ji aliyê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ve li ser wan qedexe bû ku ji malên xwe derkevin yan kar bikin, bi hejmareke mezin vedigerin qadên kar li Enbarê, ji dema ku rêxistin ji herêmên wan hat derxistin, berpirsyarên xwecihî gotin.

"Rewş ber bi awayekî baştir ve hatiye guhertin ji dema rizgarkirina herêmên Enbarê di destên DAIŞê," seroka komîteya perwerdeyê di encumena parêzgeha Enbarê de Ibtîsam Mihemed Derb ji Diyaruna re got.

Îro, jin li Enbarê di pîşe û karên cuda de kar dikin," wê got, di nav de, ew di firoşgehên cil, çente, gulav, ciwankariyê, dîkorên şahiyan û kargeha dirûtinê de kar dikin.

Herwiha jinên Enbarê di karên hikûmetê de jî kar dikin, di rêveberiyên tendirustî, hînkirin, çandinî û xizmetên beyterî de, wî anî ziman.

"Jinên Enbarê di gelek qadan de kar dikin," çalakvaneke mafên jinan li Enbarê Sara Elî got."Hin ji wan di kargehên dirûtinê de kar dikin û hin din di bazar û molan de kar dikin, lê hin din li malê kar dikin, ew neqşan çêdikin an xwarinan çêdikin û difiroşin firoşgehan.

Aniha piştî ku rewşa ewlekariyê li Enbarê aram bûye, hin jin karên biçûk destpê dikin, mîna pêşdibistanan, wê ji Diyaruna re got.

Kar jiyaneke birûmet peyda dike

"Kar di firoşgehên ku tenê jin di wan de kar dikin, tiştekî xerîb e ji hin kesan re, lê li deverên ku hatin hilweşandin û wêrankirin û yên ku nişteciyên wan bêwar bûn, ew pêşwaziya karê jinan dikin," xwediya firoşgeheke cilan li Remadiyê Hedîr Mihemedî ji Diyaruna re got.

"Karê min di vê firoşgehê de ji saet 9ê sibehê destpê dike û saet 5ê êvarê diqede," wê got. "mûçeyeke ji 400,000 dinarên Îraqî (340$) digihe min, mêjereke kêm e, lê ew alîkariya min dike ku ez jiyaneke bi rûmet bi her sê zarokên xwe re bijîm, ji ber hevjînê min teqrîben berî pênc salan mir.

"Em hêvî dikin ku hikûmet û ajansên têkildar pişgiriya jinan bikin û derfetên kar li ser bingeha beşên ew tê de pispor in ji wan re dabîn bikin," wê got.

Weke encam ji şerê li dijî DAIŞê hejmareke mezin ji jinan bûn bî, Mihemedî got, wê anî ziman, em hêvî dikin ku hikûmet mûçeyan pêşkêşî van jinan bike û hin jinên din ên rastî rewşên zehmet tên. .

"Gelek kêşeyên ku jin li Felûcayê rastî wan tên sedema wan DAIŞ bû," nişteciya Felûcayê Henaa Metleb Şimerî ji Diyaruna re got, wê anî ziman ku gelek jin aniha li kar digerin, bi taybet bi rêxistinên mirovî re.

"Ev bêtir ji salekê ye ku ez bi rêxistineke mirovî re kar dikim ya bi navê Yanebî'e Selam (kaniyên Aştiyê) ya li kampa Amiriya Felûcayê kar dike," wê ji Diyaruna re got.

"Tevî vê yekê, berî du rojan, ji ber ku piştgiriya diravî ji aliyê hikûmet û rêxistinên navdewetî kêm e, karê min û 14 jinên din hat rawestandin," wê got.

Gelek proje hene yên dikarin karan ji jinên Enbarê re dabîn bikin, di nav de karê di kargehên dirûtinê de yan di kargehên ku şêraniyê çêdikin de, Şimerî got.

Jin dikarin karê rêkûpêk û pispor di van waran de bikin, wê got, karên dê alîkariyê bi wan re bikin ku mûçeyên guncan wergirin û li himberî van şertûmercên zehmet ên nûjen liberxwe bidin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Îran Îraqê dagir dike. Xelkên Îranê nijadperest in û ew ji Ereban nefret dibin û wan îhanet dikin. Ew dibêjin Ereb kulî û marmarokan dixwin, Koçerên pêxwas in û ew kesên ku tenê giraniyê didin zikê xwe û beşê li jêr zik...

BERSIV BIDE