Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Serkirdeyên DAIŞ berî şerê Teleferê bihaneyan dikin

Xalid Ta'î

Hêzên Îraqî piştî êrîşa Mûsilê navgînên xwe yên zirxî nûkirine, di çarçoveya amadekariyên bo şerê rizgarkirina Teleferê. [Wêne Ji rûpela facebookê ya Tevgera Rizgarkirina Teleferê]

Hêzên Îraqî piştî êrîşa Mûsilê navgînên xwe yên zirxî nûkirine, di çarçoveya amadekariyên bo şerê rizgarkirina Teleferê. [Wêne Ji rûpela facebookê ya Tevgera Rizgarkirina Teleferê]

Piştî ku hêzên Îraqî û yên hevpeymaniyê xwe ji êrîşê re amade dikin daku "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ji Teleferê derxin, rêxistin vegeriyaye makîneya xwe ya propagandayê daku moralê çekdarên xwe yên dorpêçkirî bilind bike,çavdêran got.

Di rêya çenga xwe yê ragihandinê re, DAIŞ hewl dide ku çekdarên xwe li Teleferê, asêgeha rêxistinê ya dawî li parêzgeha Nînewayê, qayil bike ku ew li Mûsilê "nehatiye têkbirin", wan got.

Wan got ku eêxistinê têkçûna xwe li Mûsilê dixe sûcê hin çekdarên xwe, ew jî bi tawanbarkirina wan bi kordînekirina bi hêzên Îraqî re.

DAIŞ dest pê kiriye navê Mûsilê dike "xaka destjêberdanê û yaxîbûnê" piştî ew di hundirê rêxistinê de bi navê "xaka karînsaziyê û taetê" dihat naskirin.

Di şûna ku li têkçûna dijwar li Mûsilê mikur were, rêxistin angaşt dike ku çekdarên wê "jê reviyan, ji ber ku serkêşên wê ji asta xapandina ku di refên wê qewimî xeberdar bûn", analîstê ewlekarî, Fadil Ebû Rexîf, ji Diyaruna re got.

DAIŞ hewl dide maqûliya vê angaştinê rastnişan bike, bi balkişandin li ser rastiya ku êrîşên asmanî piraniya serkêşên wê yên xeyanî û navendên wê kavil kirin, wî got.

Li gorî propagandistên rêxistinê, diqeta êrîşan nîşaneke diyar e ji bipêkirina di refên wê de û têkildaiya hejmarekê ji endamên wê bi hêzên ewlekariyê re", wî anî ser ziman.

Şerê navxweyî û tevliheviya hundirîn

Ji dema têkçûna li Mûsilê, Ebû Rexîf got, serkêşên DAIŞ bi xelekeke vala, ji gazin û bi awayekî berfereh hev bi xiyanet, zexelî û pozbilindiyê tawan dikirin, mijûl bûn.

Têkçûnê hişt rêxistin giraniyê bide vegerandina moralên çekdarên xwe, wê rêxistinbaziyeke nû di nav refên xwe de ava kir, ku armanc dike ku berevaniya wê xurt bike.

Li gorî agahiyên istixbaratî, Ebû Rexîf got, DAIŞ serokatiya xwe li Teleferê xurt kiriye, wê destûr da kesayetên xwe yên herî xuyayî û hêzdar ku komine belave û serbixwe cêbikin.

Armanca vê yekê bi awayekî sereke ew e ku "rêjeyeke bêtir ji nermîtiyê" bide endamên xwe di şerê kolanan yê nû de, wî got, ew bi awayekî xurt xwe dispêrin êrîşên terorî yên kesane.

Weke pêşbîniyekê ji şerê Teleferê yê tê re, wî got, DAIŞê 250 êrîşkerên xwekuj tejnîd kirine û navgîn wergirtine daku wan di êrîşan de bikar bînin, wan tunel û xendekên veşartî koalne û berbest li seranserî bajar çêkirine.

Lê ev amadekirin dê têra têkbirina hêzên Îraqî neke, wî anî ser ziman.

têkçûneka nêzîk vedişêrin

Parlemantoyê Îraqî Îskender Witwit, yê ku di komîteya ewlekariyê û berevaniyê de kar dike, ji Diyaruna re got, ku ew bawer dike propagandaya DAIŞ a ku ji Teleferê derdikeve nêt dike ku têkçûna rşxistinê û hilweşandina wê ya nêzîk veşêre.

Ev hewildana rewakirina têkçûnê bi angaştinên îxanetê, bi awayekî diyar armanc dike ku zora kêşeyan û qelsbûnê bibe, ku hatine serê rêxistinê weke encam ji xisaretên wê yên dubarebûyî re", wî got.

"Ew hewl didin rastiya ku ew bi awayekî tam li mûsilê têkçûne veşêrin, Mûsila ku navenda Xilafeta wan ya gumanbar bû," wî got. "Hêza wan, ya ku jêdera xwedîtina wan bû çû û xewnên wan bi welatê bêsinor bûn tiştekî ji rabihûrî."

Witwit got ku Şerê rizgarkirina Teleferê dibe ku ne zehmet be weke ku hin çavdêr texmîn dikin, wî nîşan jî kir ku ev bajar ji Mûsilê cuda ye, ji ber ku taxên wî vekirî ne û nişîna li wan kêmtir e.

Ev yek dê bihêle ku hêzên Îraqî topavêjê bikar bînin û herwiha êrîşên asmanî jî daku piştgiriya hêzên bejahî bikin, wî anî ser ziman.

Telefer "ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ye"

Endamê encumena parêzgera Nînewayê Benyan Cebra ji Diyaruna re got ku bi baweriya wî dê DAIŞ rastî şikestineke mezin li Teleferê bê, ji ber ku hêza wê nemaye.

Wî got ku Telefer "ji aliyê serbazî ve bi temamî dorpêçkirî ye", û da zanîn ku êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê "gurzên êşdar" li çekdarên DAIŞ dane.

Di heyama serweriya xwe de li mûsilê, DAIŞ "gelek derew dikirin, di nav de ku Mûsil jê re xaka karînsazî û taetê ye", wî got. "Lê rastî ew e ku xelkê bajêr li hember hebûna wê serî hildan."

"Dema operasyon dest pê kir, xelkê alîkariya hêzên rizgarker kirin û hemû agahiyên pêwîst ji wan re pêşkêş kirin, bi sehdebûna fermandarên serbazî," wî got.

"Xweragiriya xelkê û hevahengiya wan bi artêş û polîs re teror têk bir," Carba got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500