Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam xwe di tavehiya qadên jiyanê de li Idlibê disepîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Alên hevbendiya tundrew a Tehrîr el-Şam û Eniya Nusra di xwenîşanekê de hatine bilindkirin ji aliyê endamên Tehrîr el-Şam û alîgirên wan ve li bajarê Idilibê di destpêka îsal de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Alên hevbendiya tundrew a Tehrîr el-Şam û Eniya Nusra di xwenîşanekê de hatine bilindkirin ji aliyê endamên Tehrîr el-Şam û alîgirên wan ve li bajarê Idilibê di destpêka îsal de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam -- hevbendiyeke tundrew e ku rêxistina ku berê navê wê Eniya Nusra bû piraniyê têde pêk tîne -- îdyolojiya hevalbenda xwe Qaîda li ser şêniyên Idlibê disepîneji dema ku wê hevrika xwe Ehrar el-Şam neçar kir ku ji bajêr derkeve, çalakvanên Sûrî ji Diyaruna re got.

"Tehrîr el-Şam vê dawiyê zêdetirî 20 hêzên Artêşa Azad a Sûriyê têk dan ji ber redkirina wan ji tevlîbûna di nava hevbendiyê de," çalakvanê medyayî yê ji Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re got, lê wî bernavek bikar anî ji ber tirsa li ser selametiya xwe.

Yekser piştî kontrolkirina bajar, Tehrîr el-Şam damezrandina her hêzeke serbazî ya nû li derveyî hevbendiyê qedexe kir, û ferman li dijberan ji hemû koman, dijberên wê jî, ku çekên xwe radest bikin.

Wî got ku hevbendî pilan dike ku îdyolojiya Qaîda ya ku ew dişopîne li parêzgeha Idlibê belav bike bi rêya jinavbirina Ehrar el-Şam, a ku dîtina wê ligel a hevbendiyê cuda ye.

"Tehrîr el-Şam her xewn bi serxistina îdyolojiyeke tundrew li ser bingeha hizrên Qaîda dîtiye," Esaf got, da zanîn ku ev yek bi bangên Ehrar el-Şam bo rêvebirina bi rêya encumenên sivîl nakok e.

Wî got ku pevçûn navbera herdu aliyan dubare gur bû piştî ku çend caran Tehrîr el-Şam hewl da ku Ehrar el-Şam tevlî xwe bike, lê ev hewldayîn biserneketin.

Şêniyên Idlibê bitirs in ji ber çarenivîsa nediyar ku li benda wan e piştî ku bajarê wan bû "baregeha sereke ya Tehrîr el-Şam, şaxê Qaîda li Sûriyê", Esaf got.

"Ev hevgirtin yek ji mezintirîn hevgirtinên komên terorîst li cîhanê ye û gelek endamên Ereb û biyanî yên ku hatine Sûriyê bo 'cîhadê' himbêz dike," wî got, tekez jî kir ku "xelkên deverê hebûna Tehrîr el-Şam red dikin".

Rewşa êrîş û komgirtinan

"Tiştê pêşîn ê ku Tehrîr el-Şam kir piştî ku kontrola bajarê Idlibê û gundên derdorê xiste destê xwe de ew bû ku girte ser bi dehên malan de û şênî û çalakvanên medyayî yên dijberiya rêxistinê dikin girtin," çalakvan û xebatkarê medyayî Somer Axa ji komîteya hevrêzên Selamiyê, got.

Wî got ku Tehrîr el-Şam hejmareke mezin ji wan serbest berdan piştî ku soz ji wan wergirtin ku ew ne êrîşî rêxistinê dikin û ne jî rexnê lê digrin di bin çi mercan de, û da zanîn ku gelek jî girtî mane.

Wî got ku lewra jî endamên Ehrar el-Şam li deverê nemane -- her ên ku bi resen ji bajêr û gundên hawîrdora wê ne -- û gelek ji wan malbatên xwe birin cihên nû yên ku Ehrar el-Şam li derveyî deverê kontrol kirine.

Wî got jî Tehrîr el-Şam qedexe kiriye ku îmamên ser bi Ehrar el-Şam ve yan jî guman heye ku ew bi wê re têkildar in ku waneyên olî bidin û xubeyên Înan li mizgeftên deverê pêşkêş bikin.

Sepandina kontrola xwe li ser jiyana oldarî li bajêr ne tek armanca hevbendiyê ye.

"Yek ji sedemên ku Tehrîr el-Şam xwest ku herêmê kontrol bike mera zeftkirina dergehê sînorî yê Bab el-Hewa bû," Axa got.

Wî got ku Bab el-Hewa damarê sereka yê navbera Sûriyê û Tirkiyê ye, û bal kişandku samanên diravî yên hevbendiyê kêm bûbûn û wê dixwest ku herikîna mûçeyan dabîn bike bi rêya misogerkirina gihiştina destê wê bi dergehê sînorî û herwiha bi rêyên bazirganiyê.

"Tundrewî, nedadwerî, zordarî"

"Jiyan li jêr hukmê Tehrîr el-Şam ne bi gelekî ji jiyana li jêr hukmê 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) cuda ye," dukandarekî Idlibî bi navê Ebdul-Eziz Berekat got.

Heman rewş e, bi heman "tundrewî, nedadwerî, zordarî, û qedexekirina azadiyên giştî", wî ji Diyaruna re got.

Dema ku Tehrîr el-Şam bajarê Idlib û deverên li derdora wî kontrol kirin, "alên şoreşa Sûrî yekser wendabûn", wî got.

Wî got ku çekdarên hevbendiyê al daxistin her dema ku kontrola bajar xistin destên xwe de, û gef xwarin ku ew dê herkesê ku cesaret bike wê bilind bike ceza bikin.

Wan herwiha dest danî ser dadgehên şerîetê, û dewriyên gelek li kolanên bajêr belav kirin û ferman li kafeyên înternetê kirin ku navên hemû kustomeran qeyd bikin.

"Wan dewriyan herwiha dest bi tadekirina li jin û keçên li kolanan û markêtan kiriye û wan rexne dikin ji ber ku ew bi tenê şerpê li xwe dikin, û ji wan dixwazin ku divê ew nîqaba tam li xwe bikin," wî got.

Berekat got jî ku hinek rastî tundutûjiyê hatin ji ber ku ew ji xaniyên xwe bêyî hebûna endamekî mêr ji malbata xwe derketine.

"Piraniya rêxistinên hewarçûnê çalakiyên xwe li bajarê Idlibê û deverên wê yên gundewarî rawestandin piştî van pêşketinan," wî got.

Ev yek dê bi tenê zehmtiyên sivîlan zêde bike, û ji xwe aniha gelek ji wan li jêr xeta hejariyê dijîn û ew pir bi hewceyî alîkariyê ne.

Wî got ku bi çalakiyên xwe yên medyayî, hevbendî hewl dide ku vê yekê mendele bike û bide xuyanîkirin ku karê rêxistinên mirovî nerawestiyaye, bi rêya belavkirina beyanameyên nerast û wêneyên kevin yên formên alîkariyên hewarçûnê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500